Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûrat Karayilan ragihand ku ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tu agahî tune ye û diyar kir ku ev yek jî gumanan cidî bi xwe re tîne. Karayilan ev hişyarî da hukûmeta AKP’ê; “Ev nêzîkatiyek pir bi rîsk û xeter e. Ji çi tişta ku li wir biqewime Erdogan û hukûmeta wî AKP berpirsyar in.” Karayilan bal kişand ser Tevgera Şoreşgerî ya ji aliyê gerîlayan ve li Bakûrê Kurdistanê hatiye destpêkirin û got; “Êdî artêşa Tirk nikare bikeve her cihê dixwaze.”
Serokê Konseya Rêveber a Komên Civakên Kurdistanê (KCK) Mûrat Karayilan di hevpeyvîna da ANF’ê de destpêkê ji ber bûyera kurê Parlementerê BDP’ê yê Mûşê Sirri Sakik, sersaxî ji Sakik û malbata wî re xwest û got; “Bûyerek xemgîn e. Di serî de Sirri Sakik, ez ji hemû malbata wî re sersaxiyê dixwazim û xemên wan parve dikim.”
KAMPANYAYA ÎMZEYAN SILAV KIR
Karayilan tecrîda girankirî ya ku ji 21’ê tîrmeha 2011 ve li ser Ocalan tê meşandin nirxand û kampanyaya îmzeyan a ji bo azadiya Ocalan ji aliyê Înîsiyatîfa Ji Ocalan re Azadî ve hatiye destpêkirin û çalakiya nobetê ya li ber Konseya Ewropa ya li bajrê Franse Starabourgê silav kir.
Karayilan bi bîr xist; “Rêber Apo li Tirkiyeyê ne girtî an jî mehkûmek ji rêzê ye” û wiha domand; “ Divê ji bo serkeftina vê kampanyayê hemû Kurdistaniyên li derveyê welat û hemû kesên alîgirên mafê mirovan, alîgirên wekhehevî û azadîxwaz, hemû dostên gelê Kurd, hewlên cidî bidin. Ez ji niha ve spasiya hemû dostên û aşîtixwazên ku piştgirî didin vê kampanyaya li Amerîkaya Latîn, Efrîka, Asya û li hemû deverên cîhanê hatiye destpêkirin, dikim.
TECRÎD BI FERMANA ERDOGAN PÊK TÊ
Karayilan destnîşan kir ku sîstema îşkenceya psîkolojîk û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 420 roj in berdewam dike û got; “Tu bingehê vê yê huqûqî û exlaqî tune ne. Ev bi temamî bi fermana Serokwezîrê Komara Tirk Recep Tayyîp Erdogan pêk tê. “
Mûrat Karayilan got; “Bi taybet ev 6 meh in me tu agahî ji Rêbertiya xwe û 5 hevalên li gel wî wernegirtiye. Ev yek jî li gel me jî û gel civaka me jî rê li ber gumanên pir cidî vedike” û ev hişyarî li hukûmeta AKP’ê:
“Ji encama ji ber vê rewşê derbikevin yekser Serokwezîr û hukûmeta AKP’ê berpirsyar in. Me fêm nekir, çawa demek ewqas dirêj têkilî têne qutkirin. Ev nêzîkatiyên wiha pir xeter û bi rîsk in. Ji çi tişta ku li wir biqewime Erdogan û hukûmeta wî AKP berpirsyar in. Bi vî awayî tecrîdkirina Rêbertiya me rîskek mezin e. Yanî ji bo dewletê jî rîskek mezin e. Ji ber vê jî ger bûyerek xwezayî li wir biqewime, berpirsê vê yekê yekser Serokwezîr bi xwe ye. Ji ber vê jî divê dawî li vê tecrîda ku di tu quralên û qaydeyên şeran de jî tune ye bê anîn. Ji ber wê jî divê şert û mercên ji bo parêzer bikarin bi Rêber Apo re hevdîtin pêk bînin, bêne bicihanîn. Hukûmeta AKP’ê ji saziyên navneteweyî re dibêje ‘ Em tecrîd nakin, bi xwe naxwaze hevdîtinê pêk bîne’ û bi vî awayî hewl dide ji berpirsyartiyê dûr bikeve. Lê Rêber Apo, dixwaze dewleta Tirk li gorî huqûqa neteweyî û navneteweyî tevbigere, ji bo vê jî dixwaze parêzer serbest bên berdan, ji bo parêzer ji ber pîşe û karên xwe neyên darizandin garantî bê dayîn, pêkanînên bi aşkereyî guhdarkirin û tombarkirina hevdîtinan bê rakirin. Ev jî tê wateya “Divê dewleta Tirk li gorî huqûqa neteweyî û navneteweyî tevbigere”.
ÇALAKIYA GIRTIYAN HELWESTEK RAST E
Karayilan bal kişand ser greva birçîbûnê ya ku li girtîgehan ji bo Ocalan hatiye destpêkirin û got; “Ev helwesteke rast û di dema xwe de ye. Ez hemû hevalên ku di girtîgehê de vê berxwedanê dane destpêkirin silav dikim, ji wana re serkeftinê dixwazim. Divê hemû gelê me bi awayeke xurt xwedî li vê berxwedana di girtîgehan de derbikeve û telvî çalakiyan bibin.”
Karayilan got; “Heke heta roja îro Tevgera Azadiya Kurd û gelê Kurd di çareseriya di nava yekitiya Tirkiyeyê de israr dike, sedema vê yekê siyaseta Kurd a li ser esasê bîrdozî û perspektîfên Rêber Apo hatiye pêşxistin e” û hişyar kir; “Lê niha AKP, êrîşê dibe ser van her du aliyên cidî û stratejîk û ketiye ser rêya dînamîtkirina yekitiya Tirkiyeyê. Ev siyaset jî pir cidî û xeter e.”
JI BO DYA Û EWROPA REXNE
Karayilan bêdengiya hêzên Rojava û hevkariya wan rexne kir û got; “Em bala xwe didinê, li Îmraliyê pêkanînek ku hemû huqûqa gerdûnî bin pê dike û pêkanînên ne mirovan hene. Ewropa û DYA li hemberî vê yekê dengê xwe dernaxin, lê berspirsyartiyên wan jî hene.”
Karayilan wiha axivî; “Em gelek caran di vê mijarê de bang li Ewropayê dikin û dibêjin ‘dest ji cotestandariya xwe berdin’. Ew bi aşkereyî di vê mijarê de destekê didin Tirkiyeyê. Dîsa DYA dixwaze herêmên ji nû ve dîzayn bike, lê dixwaze çavê gelê Kurd bitirsîne û hewl dide ku beşek a Kurdan weke baş û beşek din jî weke xirab nîşan bide; di vê çarçoveyê de dixwaze beşek bide gel xwe û beşa din jî bîne dijberê xwe, ev yek wiha nabe. Siyaseteke wiha li Rojhilata Navîn bi ser nakeve. Ji ber wê jî ez dibêjim divê ev hêzên peywendîdar dest ji van polîtîkayên xwe berdin û polîtîkayên li gorî rastiya herêmê bimeşînin, encex dikarin bi vî awayî bigihin encamekê.”
NE WEKÎL, BILA CIWAN TEVIL BIBIN
Karayilan daxuyaniyên Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan ên ku rêya Qendîlê nîşanî wekîlên Kurd dide nirxand û got; “Ji parlementerên Kurd re dibêje “herin çiyê”. Dibêje ‘An meclîs, an jî Qendîl’. Yanî dibêje ‘an hûnê teslîm bibin, an jî biçin Qendîlê’. Ez jî li vir ji hemû ciwanên Kurd re vê dibêjim; Serokwezîr vê gotinê ji ciwanan re gotiye. Gotiye ‘Ger hûn biwêrin, derbikevin çiyê.” Hewce nake ku siyasetmedaêrn Kurd bên çiyê, lê divê ciwanên Kurd li hemberî van gotinên Serokwezîr bibin bersiv û bên çiyê. Divê bi “Ne wekîl, bila ciwan biçin çiyê” bersivê bidin van daxuyaniyên Serokwezîr” û bang li ciwanên Kurd kir ku tevlî nava refên gerîlayan bibin.”
BILA REFERANDÛM BÊ KIRIN
Karayilan got; “Madem Serokwezîr her roj radibe û dibêje ‘PKK û BDP welatiyên min ên Kurd temsîl nakin, AKP Kurdan temsîl dike’ û ger di van gotinên xwe de ji dil be, bila kerem bike, em di bin çavdêriya saziyên navneteweyî de referandûm bikin. Ha ji we re meydan!”
Karayilan serwergiya gerîlayên HPG’ê ya li ser Colemêrgê jî nirxand û wiha domand; “Hevserokê Giştî yê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş der barê serweriya gerîlayan a li herêmê de daxuyaniyek dabû. Dozgeriyê li hemberî gotinên wî yên bi awayê “herêma di navbera Gever û Şemizînan de di bin kontrola gerîlayan de ye” lêkolîn da destpêkirin. Ev rewş jî dişibe rewşa zanyar Galilei yê cara yekem di cîhanê de got cîhan girover e û li dora rojê dizivire, û piştre di Dadgeha Engîzasyona Romayê de hate darizandin. Ango li vir Selahattîn Demîrtaş tiştek ne rast negotiye ku lêkolîn li hemberî wê bê destpêkirin! Lê ji ber ku Demîrtaş û partiya xwe rastiyan dibêjin, loma Serokwezîr êrîş dike û wana dike hedef. Bi aşkereyî ji wana re dibêje ‘hûn çima derewan nakin’. Ji ber ku polîtîkaya dewleta Tirk ên li hemberî Kurdan li ser esasê derewan e. Her tim dibêje hûn êrola sê meymûnan bilîzin û bêjin; min nedît, nebihîst, nizanim.”
AMADEKARIYÊN OPERASYONÊ
Karayilan wiha berdewam kir: “Berê min di hevpeyvînek de diyar kiribû; ev der ya wan e ev der ya me ye, ez ne ligel nîqaşeke wisa me. Lê tiştên tên gotin ne rast in. Ger hûn ne wisa bin çima hûn şev û roj wir bombebaran dikin.? Ger ne wisa be çima hûn amadekariya operasyonê dikin? Çima we bi dehan balafirên bombaranê anîne Amedê? Dîsa hûn baragehên leşkerî çêdikin? Çima hûn vê operasyonê pêk tînin? Belê bê guman hûn ji bo serdestiya van qadan çêdikin. Ji ber ku we heta niha bi heman armancê operasyon pêk anîn û hemû jî bê encam man. Herî dawî fermandarê giştî yê artêşa Tirk jî hat Şemzînanê û îdia kir û got ‘Operasyona mezin ya ku 7 tabur tevli bûn’ jî bê encam ma. Niha hûn berfirehtir xwe amade dikin. Mînaka vê ya herî aşkere qereqola Harûna ya ku duh gerîla li hemberî wê operasyon pêk anîn e. Gerîla li her derê Şemzînanê ye. Gelo hûn rastiyan dê heta kengî veşêrin. Xuyaye ku di operasyona hatiye kirin de zêdetir piştgiriya teknîka hewayê digirin û hewl didin qadê bixin bin destê xwe. Ev operasyon ji bo vê tê kirin.”
MA DIKARE BIKEVE ELKÊ Û ŞEMIZÎNANÊ
Karayilan di mijara operasyona dersînor de wiha got: “Dewleta tirk wekî berê êdî nekare li her derê dixwaze operasyonê bike. Ji ber hêza gerîla û performansa şer a gerîla çend qat zêde bûye. Mînak berê diket gelek qadên Başûr lê niha nikare. Pirsgirêk ne tenê Çelê û Şemzînan e. Ma ka dikare bikeve navber Şirnex û Elkê ku bikeve Başur.”
DEST JI QENDÎLÊ BERDIN, LI HEREKOLÊ AL BIÇIKÎNIN
Karayilan wiha dirêjî da axaftina xwe: “ Niha divê em rastiyekê bêjin. Dewleta tirk vê qebûl nake lê ev rastiyeke. Divê civaka tirk jî vê bibîne. Dewlet û artêşa tirk êdî nekare bikeve her derê. Ji ber ku li hemberî wan hêza gerîla heye. Îradeyeke leşkerî heye. Xwe îsbat kiriye. Ez aşkere dibêjim, artêşa tirk êdî li Kurdistanê nekare bikeve her cihê ku dixwaze. Niha Bahçelî her tim behsa li Qendîlê ala tirk biçîkinin dike. Gelo dê dikare wisa bike? Qey wisa hêsan e? Dest ji Qendîlê berdin, ka hûn dikarin pêşî li Herekolê biçikînin. Niha dem dema rastiyane. Bi van gefên mekanîk û ajîtatîf nekarin tiştekî bikin.”
KA BILA PARLEMENTERÊN KURD JI MECLÎSÊ BIAVÊJIN...
Karayilan bal kişand ser dîmanên dema kontrola gerîlayan a Şemzînanê ya parlamenterên BDP’ê û wiha got: “Niha jî dibêjin we çima hembêz kir, we çima sIlav da û difikirin ku dê ji parlamentoryê bIavêjin” û ev hişyarî da hukûmeta AKP’ê: “Dê bila biavêjin û em ê bibînin. Bê guman dê bersiva vî gelî hebe. Helwesta gelê kurd li dijî vê heye. Lê ji niha de diyare ku ger tiştekî wisa pêk bê mafê gerîlayên HPG’ê jî heye ku parlmenter û siyasetmedarên AKP’ê bigire.” Divê ev bê zanîn; Em wekî gel ne muhtacê kesî ne. Li pêş me ne rêbazek, gelek rêbaz hene. Vî gelî zêde nedin zorê. Em bi sebr nêz dibin. Em niha jî şer bi kontrol dimeşînin; em rêbaz û ahlaqên şer li ber çavan digirin û dimeşînin.”
SEDEMA OPERASYONA LI KANÎREŞÊ
Karayilan bal kişand ser operasyonên KCK’ê û wiha pê de çû: “Li Kanîreşê gelê me li dijî girtinan berxwedaneke mezin nîşan daye û berteka ku hatiye nîşandan jî gelek bi wate ye û sekneke bi rumet e.”
Karayilan sedema operasyona Kanîreşê wiha vegot: “Ji ber li Çewlîkê gelê kurd pêvajoya pêşveçûna welatparêziyê hîs kir. Ji ber vê yekê li Kanîreşê siyasetmedar û kesên hatine hilbijartin hatin girtin û hewl dan di nava civakê de tirsê çêbikin û wana ji welatparêziyê bikin. AKP dengên xwe yê ji Kurditanê berhev dike, hemuyan di asta şîdet, tirs û bertîlan digire. Di hawireke azad de nekare dengan ji kurdan bigirin. Vê baş dizane. Belê operasyona Çewlîkê mînaka aşkere ye. Lê ev lîstik, zext û şîdet tê şûn de li wan vegere. Ji ber ku gelê me êdî di pêvajoya berxwedanê de ye. Ji ber vê jî dê hewldana AKP’ê bi encam nebe. Pêşveçûn û bilindbûna gelê me li gorî vê rastiyê pêk tê.
Karayilan derbarê mijara çalakiya Kanîreşê ya ku di 16’ê îlonê de 10 polîs hatin kuştin jî wiha got: “Ez hêj nizanim kê pêk aniye. Ez tiştekî nabêjim. Lê di nava gelê me de gotinek heye; dibêjinn yên bikin dê bibînin. Ev dibe ku bersivek li hemberî operasyonên di bin navê KCK’ê de pêk hatiye be. Ez vê wekî îhtîmalekî dibêjim. Ji berk u tiştekî şênber tune.”
Karayilan banga boykotkirina dibistanan kir û wiha got:“Gelê kurd ger bi rastî dixwaze bi zimanê dayikê perwerdeyê bibîne, di kîjan nêrîna siyasî de dibe bila bibe divê helwesta xwe nîşan bide. Ev boykota dibistanê ji bilî nêzîkatiyeke siyasî nêzîkatiyeke civakî, nêzîkatiyeke netewî ye. Kurd mafê xwe yê zimanê dayikê dixwaze. Ev mafekî rewa û xwezayî ye.”
Karayilan bangî kurdan kir ku li dora daxwazên bibin yek û wiha got: “Em kurd divê li dora vê