Serokê Konseya Rêveber ya KCK’ê Mûrat Karayilan hevdîtinên li Îmraliyê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re tên kirin nirxandin û got; “Niha em dikarin bêjin bi hev dişêwirin.” Karyilan got: “Karayilan da zanîn ku divê dewletê pêngava destpêkê biavêje û got: “Madem dewlet û hukûmetê li ser vî esasî biryara çareserkirina pirsgirêka Kurd dabin û ya ku çareser bikin ew bi xwe ne, divê pêngavek pratîk biavêje û li gel vê jî projeya xwe ya çareseriyê aşkere bike.”
Mûrat Karayilan di hevpeyvîna bi ANF’ê re pêk anî, ji bo hevdîtinên li Îmraliyê aşkera kir ku, “Li holê hewildanek û diyalogek heye, lê belê pêwîstî bi pêngavên pratîkî jî heye.”
Serokê Konseya Rêveber ya KCK’ê Mûrat Karayilan pirsî ka dewleta Tirk dê ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd pêngavên çawa bi avêje û her wiha di nav de pozîsyona Ocalan ya li Îmraliyê jî pêngavên bêne avêtin rêz kirin. Karayilan got: “Niha beriya her tiştê destpêkirina diyaloga bi Rêber Apo re hewldanek girîng û di cih de ye” û wiha domand:
“Divê mirov vê hewldanê bi baldarî bişopîne û divê biçûk neyê dîtin. Lê evane hemû hîna nayên wê wateyê ku pêvajoyeke nû ya çareseriyê hatiye destpêkirin. Ev hevdîtin û diyalog dê di rojên pêş de aşkere bibin ka dê vebiguhere pêvajoya çareseriya pirsgirêka Kurd an na. Niha em dikarin bêjin em bi hev dişêwirin. Karayilan diyar kir ku li holê hewldanek heye û pêşketinek a diyalogê heye û got: “Lê pêwîstî bi pêngavên pratîk heye” û wiha domand:
“Ger niha dewlet bêyî ku tu pêngavên berçav-pratîk biavêje, ji me bixwaze ku em dest ji kozik û çeperên xwe berdin, an jî bixwaze li ser me tiştek ku pozîsyona me lawaz bike bide ferzkirin, ev yek dê di nava refên me de, civaka me û raya giştî de rê li ber şik û gumanên ciddî vebike. Heta niha jî serdestiyek a fikaran heye. Em naxwazin di vê mijarê de titşeke zû bibêjin, lê ji “polîtîka û biryara çareserkirina pirsgirêka Kurd” zêdetir, tesbîtên “konsepta bêhêzkirin û bêbandorkirina Hêzên Azadiya Kurd û bi darê zorê tevlî xeta xwe ya çareriyê jî bike” heye.”
CIDIYET DIVÊ
Karayılan bang li dewleta Tirk kir û got: “Pêşî, divê aşkere bikin ka dê dest ji karanîna tund û şîdetê berdin an na” û wiha domand: “Di vê mijarê de cidiyeteke mezin û berpirsyartiyek divê. Ger careke din taktîkên mijûlkirinê yên ne ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd, belê ji bo çareserkirina PKK’ê bên pêşxistin, ev yek heyf û mixabin e. Ji ber ku ev mijar baş hate herişandin û bi xwe re qeyraneke ya pêbaweriyê anî. Divê dest ji polîtîka û handanên ku careke din vê herişandinê bi xwe re bîne were berdan. Divê bi helwesteke pir cidî nêzî vê mijara xwedî cidieyteke mezin bibin. Ji bo pêşketina pêvajoya çareseriyê, divê beriya her tiştî dewleta Tirk biryareke wiha bide.”
DIVÊ DEWLET PÊNGAVA DESTPÊKÊ BIAVÊJE
Karayilan da zanîn ku divê dewletê pêngava destpêkê biavêje û got: “Madem dewlet û hukûmetê li ser vî esasî biryara çareserkirina pirsgirêka Kurd dabin û ya ku çareser bikin ew bi xwe ne, divê pêngavek pratîk biavêje û li gel vê jî projeya xwe ya çareseriyê aşkere bike. Yanî ger dixwaze çareser bike, dixwaze çawa çareser bike? Projeya wê çi ye? Heta projeyeke wiha neyê aşkerekirin, tu zmînek a diyalog û muzakereyê jî çênabe û tu stratejiyeke çareseriyê jî pêş nakeve. Her tim behsa stratejiya entegreyê tê kirin û kesek aşkere nake ka ev çi ye. Yanî dewleta Tirk dê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd çi pêngavan biavêje? Em weke aliyê Kurd dixwazin vê yekê bizanin û raya giştî jî dixwaze vê yekê bizane.”
Karayilan pêngavên ku divê bên avêtin wiha rêz kir:
“-Pêngava ku destpêkê bê avêtin, guhertina pozusyona Rêbertiya me ya li Îmraliyê ye. Jixwe ji bo pêşketina pêvajoya teqez pêwîstî bi vê yekê heye. Heta sîstema tecrîda Îmraliyê li ser Rêbertiyê berdewam bike, tu nikarî bi jidiliya dewletê tu kesekî razî bikî. Di vê mijarê de divê pozusyona Rêbrtiyê biguhere û şert û mercên tevgera azad bên pêşxistin. Piştre jî hevdîtian bi BDP’yiyan re û ev hevdîtin pir girîng e. Ev ji bo xebat û razîbûna vê pêkhateya siyasî girîng e. Lê ya girîng hêzên çekdar e. Ji ber vê jî divê em yekser bi Rêberê xwe re diyalog deynin. Ne tenê rêveberî, divê qedemeya fermandariya berfireh û pêkhateya şervanan jî were razîkirin. Ger dewlet û hukûmet bi rastî jî ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd ji dil bin, divê pêşiyê li Rbêertiyê vebike. Weke Rêbertiya me gotibû ‘gola avê heye, lê av têde tune ye û dibêjin avjenî bike” Em çawa avjenî bikin? Niha tiştek wisa heye. Madem hûn dibêjin ku Rêbertiya me aktoreke girîng e –ev yek bê guman wisa ye-, wê demê divê hûn pêşiya wî vebikin.
-Ya din jî, divê projeyeke hebe û li ser esasê vê projeyê divê pêvajoya muzakereyan were rojevê û ji bo pêngavên ku dê bêne avêtin divê halî dîrokek diyar bikin, bixin pratîkê. Pirsgirêka Kurd pirsgirêkeke makeqaqanûnî ye. Jixwe niha jinûve sereratkirina makeqanûnê di rojevê de ye, wê demê divê perspektîfa wê bikeve nava makeqanûnê û di vê çarçoveyê de li ser bingeha çareseriyeke mayinde-ji binî ve, divê lihevkirineke civakî çêbibe.”
Karayilan got: “Ger hûn cidî bin, kerem bikin, ne cidî bin jî hûn nikarin bixapînin. Heta pêngavek ji aliyê din neyê avêtin, tu kesek hêza xwe naxe kemînan. Divê hesabê ferzkirina vê yekê li ser me û nekin û paşê nebêjin “PKK pêngavê neavêt” neyê kirin.”
YA DEWLET JI ME DIXWAZE NE ÇEDANÎN E, DERXISTINA JI SÎNORÊN TIRKIYEYÊ YE
Karayilan bal kişand ser nîqaşên çekdanîna PKK’ê û got: “Tişta ku aliyê Tirk ji me dixwaze ne çekdanîn e. Dibe ku bi vî awayî ji çapemeniyê re rabigihînin, ez ji bo wê titşekê nabêjin. Lê ev yek ji me naxwazin. Ez binê vê yek xet dikim: Di hevdîtinên li Oslo-Îmraliyê de jî û di van hevdîtinan de jî tişta ku ji me dixwazin ne çekdanîn e, tişta ku ji me dixwazin ew e ku em hêzên xwe ji nava sînorên Tirkiyeyê vebikişînin.
Baş e, em ê biçin kû? Başûrê Kurdistanê? Jixwe her roj Başûrê Kurdistanê tê bombebarankirin, li wir beşek a hêza me heye. Ger em hemû hêzên xwe yên li Bakûr jî bibin wir, hemû li wir kom dibin, gelo çi ewlehiya vê yekê heye? Lê ji me re dibêjin “biryareke mîna ya 1999 bidin û hêzên xwe vebikişînin. Vê carê hukûmet û Serokwezîr bi biryar in. Ew jî dê pêngavan biavêjin.” Baş e, lê divê pêngavên xwe yên destpêkê niha biavêjin. Çima niha nayê avêtin? Em çawa dikarin ji gotina ‘pêşî hêzên xwe bibin derveyê sînor, em ê piştre pêngav biavêjin’ bawer bikin. Ev mijareke gelek cidî ye. Çi ewlehiya vê yekê heye? Di vê mijarê de dibêjin ‘ji bo weke sala 99’ê çênebe, em ê tedbîrên pêwîst bigirin’. Niha ji me re dibêjin ‘em bihêlin ku hûn hêzên xwe bi rehetî ji Deryaya Reş, Dêrsim, Çewlik, Erzirom, Qersê bibin Başûrê Kurdistanê. Em operasyonan pêk naynin.’ Nexêr, ger we biryara çareserkirina vê pirsgirêk daye, kerem bikin pêngavên destpêkê biavêjin. Em ê ji bo beşên din jî dîrokek diyar bikin.”
Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê destnîşan kir ku ji bo rola li herêmê DYA’yê daye Tirkiyeyê bikare pêk bîne, tenê astengiyek heye ew jî PKK ye û got: “Ji ber wê jî divê PKK an were tasfiyekirin, an jî têkoşîna wê were raswestandin. Ji bo berjewendiyên wan ev yek divê. Dê ji DYA’yê re vê pênaseyê bike; “Desteka ku we heta niha ji bo tasfiyekirina PKK’ê û rawestandina şerê wê yê parastinê daye kêm e. Zêdetir destek û piştgirî divê” û dê bêjin divê li dijî kadroyên pêşeng ên PKK’ê operasyonek bê lidarxistin. Çawa ku sala 99’ê DYA bi xwe ket dewrê û bi komployekê Rêber Apo dîl girtin û teslîmê Tirkiyeyê kirin û pitşre şer rawestiya. Niha jî dê bêjin pêwîtî bi pêvajoyeke din a wiha heye. Dê bêjin “An em bi hev re bikin, an jî predatorên çekên wan hene û çekên din bidin me, em ê bi xwe bikin”. Ji ber vê jî em vê yekê baş dizanin. Bi vê yekê dixwazin Rêbertî û tevgera me bixin tengasiyê daku heta meha hezîranê hêzên xwe vebikişînin. Ger bi pêvajoya diyalogê nekarin hêzên me derxînin derveyê welat, vê carê dê li gel hatina biharê dest bi konspeteke leşkerî bikin.”
Karayilan destnîşan kir ku du aliyên vê konseptê hene û got: “Armanca her duyan jî heman e: derxistina hêzên leşkerî yên PKK’ê bo derveyê welat, derxistina wan bo derveyê çeperan. Dixwazin bi rêbazên siyasî û leşkerî vê hêza leşkerî ya PKK’ê bê bandor bikin.”