Karayilan: Di vê qonaxa dîrokî de pêwîste gelê Kurd bibe yek

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan mijarên di rojevê de nirxand. Karayilan destnîşan kir ku eger deng rast werin bikaranîn û HDP di hilbijartinê de bi ser bikeve, wê rêyeke nû, rêya çareseriyê vebe.

Endamê Komîteya Rêveber ya PKK'ê Mûrat Karayılan tevlî bernameyek taybet a televizyona Stêrk TV bû û mijarên di rojevê de nirxandin. Karayılan diyar kir ku eger di vê serdemê de deng rast bê bikar anîn, gelê me yekîtiya xwe raber bike, demokrat bi gelê Kurd re hevbeşiya xwe li ser sindoqan raber bikin û bi rastî HDP'ê bi ser bikeve rêyek nû, rêya çareseriyê çareseriyê vedibe. Karayilan got, "Em nabêjin wê qet rojeva şer nebe, pêkane disa şer hebe, lê wê bi giranî rojeva çareseriyê vebe."

Mûrat Karayılan di bernameyê de xisûsên li ser rawastiya ye ev in:

"AKP DIXWAZE VÎNA GELÊ KURD BIN BIKEVE"

"Niha rast e,  ji hilbijartinan re 3 roj man. Bi rastî ev hilbijartin hem ji bo tevahî Tirkiyê, hem jî ji bo gelê Kurdistanê roleke xwe ya girîng heye. Lê belê hevsengiyek wisa çêbû ku ji bo ku gelê Kurd vîna xwe dayne holê, beranberî demokrasiya Tirkiyê, çepê Tirkiyê û gelê Kurd bi hev re ji bo bikeve dika siyasetê divê ku bendava ji sedî 10 derbas bike. Ger ku bendav bê bihûrandin AKP der dide. Ji ber ku AKP hemû hesabên xwe li ser bendavê kiriye. Bendava hilbijartinê li hember gelê Kurd e, li dijî îradebûna gelê Kurd e. AKP dixwaze vîna gelê Kurd binbikeve, ev vîn aşkere nebe û ew vê vînê gasp bike. Xwe wisa bixe desthilat. Di roja îro de dixuyê ku wê HDP serbikeve. Weke bi vînbûna gelê Kurd û demokrasiya Tirkiyê, hemû kesên ji komarê hatî dervekirin, ji komarê zirarê dîtî dibin sîwana HDP`ê de dibe yek û wê bi ser bikevin. 

Ji bona wê AKP û Erdogan di hundirê tirs û xofekê de ne. Ji ber ku gelek valahiyên xwe hene. Ew ditirsin ku bin bikevin û vê carê jî bêne dadgehkirin. Tirsa wan ji vê ye. Ji bo vê jî her ku diçe şêwaza xwe hîn xirab û giran dikin. Heta tiştên neehlaqî tînin ziman. Ew tiştên ku Erdogan herî dawî li ser jinên Kurd anî ziman neehlaqî ye. Niha her rê û rêbazê bikartînin. Sedema vê ew tirsa wan e. Ji ber ku wan dixwest gelê Kurd derveyê siyasetê bihêlin, hêzên demokrasiya Tirkiyê, çepên Tirkiyê, kesên Ereb, Kurd, Tirkmen, Elewî, Êzidî, Ermenî, Suryanî derveyê siyasetê bihêlin û li ser vê jî xwe bikin desthilat. Lê belê îro ew bi hev re bûn yek, vînek derxistin holê û ev vîna mezin dibe. AKP ji vê ditirse. Bala xwe bidinê, herî zêde HDP`ê dixin hedef. Ji ber ku ji HDP ditirsin. 

"FÊMKIRINA AKP'Ê JI PEVAJOYA ÇARESERIYÊ Û FÊMMKIRINA ME JI HEV CUDA YE"

Niha li ser pêvajoya çareseriyê jî pir zêde polemîkan çêdikin. Heqîqeta wê ev e, pêvajoya çareseriya AKP dibêje û yê em dibêjin ji hev cuda ye. AKP bi pêvajoya çareseriyê tiştê ku qesta wê dike bêvînbûna Kurd e, ew tiştê ku niha dike ye. Dixwaze çend Kurdên xulam bixe kêleka xwe û gelê Kurd bê vîn bike, bi esasî siyaseta tunekirinê û asîmlasyonê bi rêbazên cuda pêk bîne. Fêmkirina AKP`ê ji pêvajoya çareseriyê û fêmkirina me ji hev cuda ye. Niha ew dibêjin, ger ku AKP bi sernekeve wê ev pêvajo biqede. Ew behsa pêvajoya xwe dikin, ew behsa pêvajoya çareseriya AKP`ê dikin. Ango behsa pêvajoya tasfiyekirina Tevgera Azadiyê dike. Pêvajoyeke wisa ji bo gelê Kurd nepêwîst e. Pêvojoya çareseriyê ya ku em behsa wê dikin, ê ku Rêber APO bi kedek mezin dide pêş, ne ew pêvajoya ku AKP  behs dike ye. AKP li gorî xwe siyaseteke asîmîlasyon û tunekirinê formule kiriye û ji vê re jî dibêje "pêvajoya çareseriyê"! Ew ji bo me neçareserî ye. 

Niha rayedarê AKP`ê Bulent Arinç berî çend rojan hatibû Cizîrê û digot, bila her kes bibihîze, ger ku AKP bi sernekeve pêvajo wê bi dawî bibe. Ew behsa pêvajoya xwe dikin. Pêvajoya çareseriya Kurd wê di rojevê de be. Xwediyê vê Rêbertî ye, Rêbertî vê dimeşîne û pirsgirêka Kurd wê êdî çareser be. Pirsgirêka Kurd êdî hatiye li ber neqaba çareseriyê û kesek jî nikare ji vê bireve. Heya niha ev 13 sal in AKP her wexta wê taloq kir, nekete xeta çareseriyê. Lê ger gelê Kurd di vê hilbijartinê de di şexsê HDP`ê de vîna xwe bike yek, wisa bikeve parlementoyê êdî kesek nikare li ber pêvajoya çareseriyê  rûyê xwe vegerîne aliyekê din. 

Ji bo vê rayedarên AKP`ê, Erdogan şêwaza xwe wisa tund dikin, dijitiyê dikin, dijmintiyê dikin. Ketina xwe dîbinin û ji bo wê jî wisa bitirs diaxivin, di derheqê pêvojoyê de jî tiştên berovajî raber dikin. Ewanan di bingeh de vê pêvajoyê weke ”tasfiye kirin”ê difikirin. Ji qonaxa dîtir a ji vir pêde jî Erdogan jixwe çi got, got ku plana min a B heye, C heye. Me berê jî behs kir, ev planana çi ne, ev planên şer in, planên tunekirin û înkarê ne. Ev aşkere ye. Erdogan duh jî axivî, bi zelalî nedigot pêvojo wê bidome, ew û hevalbendên xwe yên din jî êdî cuda diaxivin. 

"AKP NAMZETÊN KURD ÊN RABER KIRÎ HEMÛ JÎ ENDAMÊN JÎTEMÊ NE"

Kurtasî niyeta wan a pêvajoya Kurd weke çareserî bigirin dest nîn e. Ev di çi de raber dibe? Gelek tişt dixuyên lê belê mesela namzetên Kurd ên raber kirî hemû jî endamên jîtemê ne. Kesên xwe firotî ne. Berê gelek namzetên Kurd ên wisa asayî hebûn. Yanî Kurdên rûmeta xwe, kerameta xwe di astekî heyî, kesên kerameta xwe nafroşe di nav wan de hebûn lê belê niha bala xwe bidinê kesên bi vî rengî qet hene? Na, yên xulam, ên li dij PKK`ê, yên berê dîroka wan bi jîtemê re tê zanîn ew nîşandane. Ev jî niyeta wan aşkere dike. Divê gelê Kurd, hemû derûdorên demokratîkxwaz êdî vê rastiyê bibînin. Kes êdî bi AKP`ê, bi gotinên wan bawer neke. 

Êdî derewên AKP`ê, heqîqeta wê aşkere bû. Tiştekî wan ê bidin gelê Kurd nîne. Ew çareseriyê nakin, tiştê ku ew bikin şer e. Em dizanin ku ew niha xwe ji şer re amade dikin û lewma jî Erdogan dibêje, planên me yên B-C heye. Ji ber ku bi rastî hêzên taybet bi peran mezin dikin, amadekariyan çêdikin. Yek jî me di Newroza 2013`an de agirbest îlan kir, li Bakur agirbest jiyanî bû lê wan li hemberî Kurdên Rojava şer îlankirin. Bi destê El-Nûsra, bi destê DAÎŞ’ê li Rojava şer meşandin. AKP`ê li hemberî Kurdan ti caran şer ranewestandiye. AKP siyaseteke dij-Kurd dimeşîne, di heman demê de dixwaze Kurdên xwe çêbike, Kurdên xulam jî her li kêleka xwe bigre û wisa gelê Kurd dixwaze bêvîn bike. 

"AKP BI TONAN ÇEK JI EL-NÛSRA Û DAIŞ’Ê RE ŞANDINE"

Niha ev meseleya AKP olê çawa bikartîne, êdî ji aliyê raya giştî û ji aliyê gelê me ve tê zanîn. Ew dibin gotinên ol de çi fen û dolaban dikin, çi dizekiyê dikin, çi derewan dikin vana tev aşkere bûn. AKP û Erdogan ne oldar in, netewperest in. Ew dizanin ku gelê Kurd gelekî ku bi bîr û baweriya xwe ve girêdayî ye, oldar e û ew jî dixwazin vê bikarbînin. Di vê mijarê de jî heqîqeta AKP´ê aşkere bûye. Îro ev dîmenên ku derketine holê, wisa bi hezaran, bi tonan çek ji El-Nûsra re, ji DAIŞ’ê re şandine. Bi van çekan ve kî/ê mirin? Ên mirin hemû jî ne misilman in? Gî Kurd bûn, Erebên misilman bûn, ev hatin kuştin. Helep bajerekî qedîm e, ev bajar bi erdê re bû yek ev hemû bi çekên AKP`ê wisa bû. Sûrî tarûmar bû, di vê de berpirsyariya AKP`ê heye. 

AKP`ê, weke berê jî min got li hemberî gelê Kurd li Rojava hema bêje bi awayekî fermî şer îlan kir. Erdogan Rojava  xiste xeta xwe ya sor. Siyaseta wan a li ser Kobanî, ya li ser Efrînê, yên li ser kantonan ji bo vê îro wisa ketûm e, wisa siyaseteke dijberiyê ye. Aşkere bû ku ev şerê niha di Rojava de li dij kurdan tê meşandin de, di pişta wê de AKP heye. Ev bi belgeyan jî îspat bû, bi van dîmenên herî dawî derketî holê jî îspat bû. Jixwe ev durûtiya AKP`ê ye. Me li hemberî wan agirbest îlan kir, şer da rawestandin û me got ku pêwîst e êrîşên li ser Rojava jî bisekinin. Madem ku di navbera Kurd û dewleta Tirkiyê de dostanî wê çêbibe, pêwîst e dewleta Tirkiyê ne tenê li Bakur, divê bi tevahî Kurdan re dostaniya xwe hebe. 

Li ser vî bingehî Rêbertiya me weke tifaqa Kurd-Tirk deklerasyona 2013`an weşand. Lê belê AKP`ê ev deklerasyona cidî negirt. Rast e ji bo berjewendiyên xwe li Bakur li gorî agirbestê hinekî tevgeriya lê çi gav neavêt, amadekariyên şer kir.Bi rê û rêbazên cuda cuda çêkirina qereqolan, barajan amadekariya şer berdewam kir, bi vî rengî di bingeh de şerê pîskolojîk berdewam kir û li Rojava jî şer meşand. Durûtî kir. Ji dil nêz nebû. Em dixwazin dewleta Tirkiyê bi hemû Kurdan re dostaniyê bike, dijitiyê neke, dijmintiyê neke. Êdî Kurdan weke dijminê xwe nebîne, ger ku wisa bibe em ê karibin bi hev re di hundirê welatekî de bijîn. Wisa nebe jiyana hevpar nabe. Li hemberî Kurdên Rojava tuyê dijmintiyê bikî, wê ew çax Kurdên Bakur ê çawa bikaribin bi te re dostaniyê bikin? Ev nepêkan e. Her ku me ev got, Rêbertî ev got lê belê AKP`ê di ya xwe de heter kir, durûtî meşand. 

"GELÊN LI KURDISTANÊ DIJÎN DI BIN ALA HDP DE DIBIN YEK"

Her rojên ku derbas dibe hin zêdetir mîtîngên HDP`ê bi girseyî dibe. Dixuyê ku hem di civaka Kurd, hem di civaka gelên Tirkiyê giştî de xelkî Ereb, Tirkmen, di civakên dîtir hemûyan de her roj beşdarbûnek heye. Ev jî raber dike ku êdî hêzên demokrasî û azadîxwaz di siyaseta Tirkiyê de dikin îradeya xwe eşkere bikin. Ev nîşanek baş e. Bi taybet di Kurdistanê de roj bi roj ê ku nû beşdar dibin hene. Bi rastî di dîroka Kurdan de pirsgirêka Kurd ê herî sereke çi bû? Nebûna yek, yekitî çênedibû. 

Niha di bin ala HDP’ê de dibe ku hinek aliyên Kurd derve mabin, lê piraniya Kurd û gelê Kurdistanî her kesî ku li Kurdistanê jiyan dike dibin yek. Ev tiştekê pir girîng e. Ereb, Tirk, Tirkmen, Tatar, Terekeme, Suryan, Ermenî, Elewî û Sunî dest didin hev. Ev tiştekê pir heyecan dide mirovan. Tiştekê pir dîrokî ye. Ev îro di bajarên Kurdistanê de pêş dikeve. Ji bona wê jî ji Serhet heya Amedê, ji Amedê heya Dersimê, ji Dersim heya Rihayê yekbûyîna gelê me ji Dersimê heta Botanê wisa yekdestî û xurtiya ku dixûyê tiştekê pir girîng e. 

Jixwe em dizanin Amed wê cardin pêşengtî ji vê pêvajoyê re bike. Amed weke kela demokrasiyê wê rola xwe bilîze. Mêrdîn li kêlekê wê bi dewlemendiya xwe yê çand û bawerî wê bi xurtî beşdar bibe. Garzan û Serhed di rabûnekê de ye. Dersim bi esasî di bilindbûnekê de ye. Geşbûnê ku li wir niha heyî hêviyek mezin dide. Wisa bi giştî bi rastî di Kurdistanê de heyecanê ku niha heyî hêviyek mezin dide mirov. Em bawer dikin ku ev rewş û kelecanê heyî bi hêzên demokrasiya Tirkiyeyê re wê bibe îradeyek mezin û wê biserkeve. Niha hêviyê me di vê xisûsê de hîn zêde mezin in. 

"BOTAN DILÊ KURDISTANÊ YE"

Berê me ji giştî re digot Botan. Herêma Botî Botan heye, yek jî Colemêrg heye. Ev her du herêm cihê ku Kemalîzm têde bi cih nebû ye. Destpêka şoreşa me şerê çekdarî li vir destpê kiriye, Erûh û Şemdînlî, Colemêrg û Botan bû. Tespîtê Serok Apo di sala 1981’an de ji bo vê herêmê re bi giştî digot ‘Botan’  Colemêrg jî ji ser de digot; “Dilê Kurdistanê ye. Her çar perçeyan bi hev re girê dide. Kî li wir deshilat be wê ew bibe weke dilê Kurdistanê. Li Kurdistan gî bibe deshilat. Ewqasa girîng e.” Wisa bibû ku em hîn nehatibûn Botanê em gî evîndarê Botanê bûn. 

Bi rastî ji bo ku em bi Botan û gelê Botanê re jî bibin yek me weke tevger pir tişt kir. Jixwe yên ku partiya me xist astê gerîla û gerîlabûnî geş û xurt kir, li Kurdistanê hemû belav kir û me anî vê astê gelê Botan û Colemêrgê bû. Piştevaniya wan ê ji destpêka gerîla re hîn di sala 82,83,84 û 85’an de xwedî derketina wan ê li Kurditî û gerîla bû hêvan û bingeh ku gerîla tevahî Kurdistanê belav bibe. Ji bo wê li ser vê axê pir bîranînê me hene. 

Ewladê vê axê pir egîdiyê mezin raber kirin. Jixwe ew herêm di dîroka xwe de jî xwedan egîd e, dewlemendiya xwe pir in û Kurdewariya xwe tê zanebûn. Lê di serdema me de jî di dîroka têkoşîna me de jî cihekê xwe yê pir mezin heye. Şehadetên pir mezin li wir hatin jiyankirin. Egîdên pir mezin jê derketin, ev şoreş meşandin û niha jî hîn dimeşînin. Hem Colemêrg hem jî tevahiya Botanê di têkoşîna azadiya Kurdistanê de cihekê xwe heye. Navendek e. Em bawer dikin ku di vê serdemê ku wisa di Kurdewariyê de geşbûn û germbûn çêbûye wê ev herêma Botan û Colemêrg jî di vê geşbûnê de cardin rola xwe bilîze. Li Kurdistanê di warê siyasî de Amed her tim pêşiyê dikşîne, di warê leşkerî de jî ew herêm pêşî dikşîne. Lê ev herêm di heman demî de di warê siyasî de jî li kêleka Amedê tu caran paş de nemaye. Ev herêmek wisa ye em heta dawî bi gelê xwe yê vê herêmê re bawer dikin. 

"WÊ GELÊ COLEMÊRG ROLA XWE DI HILBIJARTINAN DE BILEYZE"

Niha bi esasî li tevahî Kurdistanê gelek eşîr biryar didin û beşdar dibin. Min ji çapemeniyê bihîst li Mêrdînê jî beşdarbûna eşîran çêbû ye. Berê li Mûş, Serhed, Riha, Colemêrg û Botanê gelek kesên ku heta niha bi AKP’ê re bûn an jî bi cûr be cûr sedeman tevdigeriyan niha tên beşdarî ev meşa azadiyê dibin. Beşdarî vê meşê bûyîn tenê ne beşdarbûna HDP’ê ye. Bi esasî beşdarbûna welatparêzî, Kurdewarî û beşdarbûna azadiyê ye. Tevlîbûna têkoşîna gelê Kurd e. Niha di herêmê de jî beşdarbûn heye. Her çiqas hinek kêmahî jî hebin lê em bawer dikin ku wê hem Botan hem jî Colemêrg rola xwe di vê hilbijartinê de jî bilîze. Bi taybet ji bo gelê me yê Geverê, gelê me yê Colemêrg, ez dixwazim bibêjim, rexneyê wan çêbûn, ew ne neheqin. Rast e, divê her tiştî ku em dikin em bi hev re bişêwirin yekdest bin. Divê xisûsê de em rexneyê gelê xwe dizanin û didin berçav. Lê divê her kes bizanibe ev pêvajo pêvajoyekê pir dîrokî ye. Divê em gî yekdestbin û di vê pêvajoyê de misoger biserkevin. 

Bi taybet Colemêrg yekemîn e. 3 parlementerên xwe hene her 3 jî digrin. Ev yekembûnê divê Colemêrg di vê hilbijartinê de jî berdewam bike. Di vê xisûsê de baweriya me bi gelê Colemêrgê heye. Her çiqas hinek kêmahî hebin jî lê em dizanin ku gelê me yê welatparêz wê cardin helwesta xwe ji bo xwe xurt bike. Di vê derheqê de gelê me şans da hinekan. Ew jî divê şansê xwe baş bi kar bînin. Em bawer dikin ku Pînyanîşê Geverê bi taybet Zêydanan derfetê niha ji wan re hatiye çêkirin wê baş bikarbînin. Bi rastî jî ev şansek e. Cardin Jirkî Colemêrg hemû welatparêzin em bi wan tam bawer dikin wê rola xwe bilîzin. Eşîrên din ên giştî jî welatparêzî di naverokê wan de esas e, wê yekdestî raber bikin. 

Di vê derheqê de em bawer dikin ku wê Colemêrg cardin di rêza yekem de cihê xwe bigre. Wê di têkoşîna azadiyê de di welatparêzî û Kurdewariyê de ev rola yekem wê berdewam bike. Hêviyê me ev e. Ji bo vê pêwîste hemû kesê Colemêrgî, ji Şemzînan heya Silehiyê, heya Çelê û Geverê her kesek wê li vê berpirsyariyê xwe xwedî derkevin. 

"BEŞDARBÛNA EŞÎRAN A HDP BI RÛMET E"  

Li Botanê jî gelek hawîrdor û eşîr yekdest in. Jirkiyê Bêşebabê jî welatparêz û Kurd in. Ji nav wan de hinekan xwe namzet raber kirin ev şermek e. Di vê demê wisa yê ku geşbûna Kurd heye, Kurdewarî li pêş e, tu rabî ji bona AKP tevbigerî, ji bo partiya dewleta Tirk tevbigerî ev kêmahiyek mezin e. Ez bawer dikim gelê me yê Botanê kesên wisa di kêmahiyê de baş nas bike. Di vê xisûsê de hêviyê me hebû ku kes nekeve şaşitiyê wisa. Lê dixûyê ku hinek wisa dikevin şaşitiyan. Lê yê ku bikevin şaşitiyê wê dîrok wan mehçûp bike. Çima? Ji ber ku dîrok îro li aliyê gelê Kurd e. 

Doza gelê Kurd mafdar e û rêya xwe rast e, Serokê xwe perspektîfê xwe rast û demî ye. Gelê Kurd wê bi ser keve. Kes wisa hêvî neke ku gelê Kurd wê binbikeve û wê ew jî li kêleka AKP’ê biçin parlementoyê. Tiştekê wisa nabe. Ev divê her kes bibîne kes xwe şaş neke. Gelê Botanê em bawer dikin ku hem Şirnex û bi giştî qezayê Şirnexê hem Sêrt û qezayên wê û weke giştî gelê Botanê di vê xisûsê de wê Kurditî, Welatparêzî û demokratbûna xwe xwedî derkeve. Hêvî û baweriya me wiha ye. Bi hezaran şehîdên xwe hene. Dîroka xwe yê berxwedanê heye. Ew wê ev dîrokî bişopînin. Di vê xisûsê de şik û gûmanê me nîn in. Dibe ku hinek kes wirde virde bidin lê ew encamê ku dixwazin nikarin bigrin. Hêvî û baweriya me di vê xisûsê de bi gelê me mezin e. Bi taybet gelê me yê Botan û Colemêrg hîn pir zêde ye. 

Lê ji bo tevahî Kurdistan eşîrên niha beşdar bûyî ne hewceye em nav bibêjin, bi rastî jî beşdarbûna rûmetê bûne, qîmeta xwe zêde kirine. Em bi xwe weke tevger me bingeh ji her kesekê re vekiriye.Hemû kesên ku heta niha li derve mayî, weke qoricî yan ne qoricî divê werin beşdarî yekitiya Kurd bibin. Îro roj roja yekitiyê ye, roja xîret, rûmet û roja pêngava îradebûna gelê Kurd e. Êdî bes e. Gelê Kurd jî dike êdî azad bibe. Êdî bes e, em bi nasnameyê xelkê biçin deveran. 

Em bi nasnameyên xwe biçin her derekê.Em bi xwe kêfxweş bibin, bi xwe bawer bikin, ji xwe fedî nekin, bi şeref û bi rûmeta xwe em li qadê bisekinin. Êdî ew wexta hatiye. Tevgera me ewqasa têkoşîn kir, Serokatiya me ewqasa xebat meşand îro ew bingeha ava kiriye. Ev bingeha ji her kesî re vekiriye. Ji bona wê min berê jî bang kir, hemû derdorên qoricî dibin, ên bi cûr be cûr sedeman li derve mayî dibin wana ev demê dîrokî weke fersend bibînin û beşdar bibin. Em heqê kesê naxwin. Na. Kî çi kiriye wê ew ji dîrokê re bibe mal. Her kes divê vê bizanibe ev tiştekê pir girîng e. Ez bawer dikim ku îro gelê me jî di vê rêyê de ye. Gelek hawîrdor, eşîr, kes beşdarbûn çêkirin û ev wê xurtbûn çêbike û hêviyê her kesekê xurt bike. Êdî dike gelê me biserkeve. 

"BI DESTÛRA ME BALAFIRGEHA GEVERÊ HATE ÇÊKIRIN"

Niha Davutoglu dibêje, ‘êdî em bi xwe dikin teyareyê xwe çêbikin. Êdî em bi xwe çekê xwe çêdikin.’ Ango bi wê pesnê xwe dide. Heya niha ew teyare û ew çekana li kê xistine? Nîşana herî dawî Roboskî bû. Li gelê me û li me xistin. Eşkere Davutoglu wisa digot. Îro xêr û bera Kurdistan ewqasa maldar û zêde ye ku li ortê maye li Kurdistanê însan nikare jiyan bike, bêkarî heye, xizanî û feqîrî heye. Nabêjin, emê aborî tiştek ji bo gel bikin. Wê nabêjin. Ji ber ku pirsgirêka gelê me tenê ne pirsgirêkê netewî ye. Rast e, pirsgirêkê netewî pirsgirêkeke yekem e. Lê pirsgirêkê xwe yê aborî û feqîrî jî heye. Ev ax dewlemend e, ser û bin erdê xwe heye. Lê dijmin wisa kiriye ku li ser vê axê însanên me nikarin jiyan bikin. Ji bona wê hemû koçî metropol û Ewrûpayan. Nexwe welatê her dewlemend Kurdistan e. Li ser vê tiştek nabêjin. Her roj qedexe li ser qedexeyan digrin û ser de dibêjin, em çek û teyareyê xwe çêdikin. Ev aşkere niyeta wan dide dest bi esasî. Ew xwe li dijî me ji şer re amade dikin. Pêwîste vê her kes bizanibe. Bi sergirtî pê me û gelê me ditirsînin. Dixwazin wisa bidin fêmkirin ku hûn bi wan re neçin ha. Em çek û teyareyê xwe çêdikin û em xurt in, dixwazin wisa bibêjin. Di heman demî de ev weke tehdîdek e. Lê ew çiqas wisa tehdît jî bikin êdî gelê me ji kesî natirse.

Meydana balafiran li Geverê çêkirin. Heya niha gelek car Erdogan û Davutoglu jî gotine ku ‘me li ruxmî gerîla û PKK ev balafir çêkir.’ Ev derewek mezin e. Me ji 2013’ê newrozê vir ve destûr dayiye ku ev meydana balafiran çêbibe. Bi destûra me bû û me asteng nekir. Her kes dizane ku bêyî destûra me kes nikare li wir meydanê balafiran çêbike. Çima wisa dibêjin? 2 îhtîmal hene. Yek, an agahî nadin wan ji bona hîn zêde pere ji wan bigrin. A diduyan jî AKP, mutahîtê wir ji bo ji qasayê dewletê ek odenek bistînin her tim dibêjin, ‘PKK asteng dike em nikarin çêbikin.’ Hîn pere ji qasayan bikşînin. Ji bo vê wisa dikin. Erdogan dibe ku şîrîk be. Ewqasa derew dike. Me 2 sal û sê meh in me qet astengî nekiriye. Ew bi xwe xwe dibêjin astengî çêdikin. Ji bo ku qasayê dewletê pereyan bikşînin. Me li wir derfet daye ku meydana balafiran çêbibe. Ev di aliyekê de ji bo gelê me yê herêmê Colemêrgê baş e, lê aliyê din xeterî heye ku ji bo şer jî bi kar bînin. 

Niha me destûr da divê êdî gelê me yê Colemêrg nobedar be. Ger ku wana ji bo şer bikaranîn divê her kes li wir amade be. Ango çavê me bila li ser wir be. Ger ku ew der ji bona şer bikarbînin divê dîsa bê girtin. Ew ji bo çûyîn û hatina sivîlan musade hatiye dayîn. Ev wisa ye. Wisa li her derê dewleta Tirk nikare her tiştî bike. Gelek tişt em jî di cih de dibînin wisa çêdibe. Lê li ruxmê vê her roj derdikevin dibêjin ‘me li ruxmê PKK çêkiriye.’ Ne rast e. Ger PKK asteng bikira te nikaribû çêkirana ev heqîqet e. Bi kurtahî di van xisûsan de jî tiştên ku ew dibêjin heqîqetê naynin ziman û tiştên ku dibêjin bi esasî di bin wê de tehdît heye. Êdî gelê me divê van gotinên wan jî encam jê derxîne û baş fêm bike. 

"HEMÛ WELATPARÊZ, DEMOKRAT PÊWÎSTE WEKE KADROYEKÊ BIXEBITIN" 

Bi rastî gelê me pir kesê xwe niha derveyê Kurdistanêne. Ên ku diçin metropol, karê çandiniyê û karê din ev rojê hilbijartinê divê misoger vegerin li ser sindoqan. Ên ku derfetê xwe heyî bi derfetê xwe, yên ku derfetên xwe nînin bi hevbeşiya HDP misoger çareser bikin. Cardin min berê bang kir, Kurdên niha li Başûrê Kurdistanê dixebitin ji bo wan li Başûr sindoq nedanîne divê ew Kurdên Başûr misoger vegerin Bakur mesref bikin û rayê xwe bikarbînin. Ji ber ku tiştek wisa çêbûye, mumkûne tenê rayek di encamê giştî de xwedan rol be. Wisa lê hatiye. Tenê rayek îhtîmal heye ku rolek xwe yê pir girîng hebe. Ji bona wê pêwîste her Kurdek xwe berpirsyar bibîne ku biçe li dijî dagirkeriya AKP û dewleta Tirkiyê raya xwe ji bo welatparêziyê biavêje. Ev weke erkekê welatparêzî divê mirov bigre dest. 

Îro li Tirkiyê her demokratek her kedkar û kesên ku tên pelixandinê her însanekê ku ji vê sîstemê zirar ditî çi kedkar dibe karker dibe çi jî memur dibe, çi kesên Elewî, Ermenî, Êzidî, weke kesên ku baweriyên xwe cûda hatiye derva kirin û çi jî hemû Kurd, sosyalîst û demokrat di vê xisûsê de her kesek xwe berpirsyar bibîne. Ne tenê bi xwe biçe ser sindoqan. Na. Bixebite. 3 roj mane pêwîste van 3 rojan her kesek bixebite. Yên bi teredut îkna bike. Bi taybet ên bêbiryar hene ew kesên bêbiryar li ser rawestin. Niha ne hewceye tenê HDP’î bixebitin. Hemû welatparêz, demokrat pêwîste weke kadroyekê bixebitin. Bi taybet gelê me, însanên me yê ked dayî, şehîd dayî, malbatê şehîdan, însanên di vê şoreşê de bedel dayî ev pêwîste kar û îşê xwe li ser mijarê hilbijartinê xebat bike. Ango her kesek tenê ne bi xwe biçe ray bi kar bîne na. Kar bike bixebite. Ev 3 rojê dawî xebat pir girîng e. 

"EW NAMEYÊN AKP'Ê SEXTE NE"

Niha li Tirkiyê her kes dibêje heta derveyê Tirkiyê zêde şik û gûman heye ku dewleta AKP bi ray û sindoqan bilîze hîle bike. Heta agahiyê me heye niha li gelek deverê Kurdistanê leşkerên taybet û polîs anîne. Mesela weke Agirî, Serhed û deverên din leşker pir anîne. Ev leşker çi dikin? Niha AKP gelek car dibêje, bi tehdît ray digrin, çek bi kar tînin. Me berê bersiv da ev tiştên derew in. Tiştekê wisa nîne. Berê vê demekê hinek name ji çapemeniyê re pêşkêş kirine serok şaredarê Enqerê. Weke ku me name ji hinek kesan re şandiye. Ev ne rast e. Ew name hinek ketin destê me jî sextene. Kontra amade dikin û ji hinek kesan re dişînin û dûvre ew jî bi kar tînin. 

Me wekî HPG û PKK ji kesekê re name neşandiye. Di vê xisûsê de me berê got em wê pêk tînin. Em dixwazin ev hilbijartina bi aramî û bi îradeya demokratîk pêk bê. Şîdet jê dûr bisekinin lê AKP şîdet bi kar tîne. Niha çawa bi kar tîne? Gefan dixwe, diçin gundan tehdîtan dikin, kontrayê ku wisa xelk jê bitirsin digerin, heta li hinek cih rayedarên dewletê digerin û sûbay hinek gundan tehdît dikin. A din jî li gelek cih operasyon di nav gundan de dikin û wisa xwe raber dikin dixwazin bibêjin, vaye em hene. Ev zextek e. Ev tirsek e. Li ser xelkê dixwazin tirs çêbikin. Divê gelê me kes ji wan netirsin. Ew wisa dikin ango dibêjin em dewletîn ji bîra nekin. Her tim li derdorê gund û nav gundan de digerin xwe raber dikin çekê xwe yê zirxî derdixin. Bi vî awayî dixwazin zextekê çêbikin li ser civakê, civakê bitirsînin û bi dizî tatbîqatan jî dikin. 

"PÊWÎSTE GELÊ ME XWEDÎ LI SINDOQÊN XWE DERKEVE"

Di vê derheqê de şik û gûman heye ku ev AKP li kêleka vê zextê bi sindoqan jî bilîze. Wekî ku banqayê dewletê pereyê dewletê didize werga rayan jî bidize. Ev şik bi her kesekê re heye. Bi hemû muxelefetê Tirkiyê re heye, bi yê derve re heye bi gelê me yê Kurdistanê re hîn zêde şik heye. Bi rastî jî bawerî bi wan nabe. Ji bona vê yekê pêwîste li kîjan gundî li kîjan taxê kê ray bi kar anî nobedarê raya xwe be ji wir neçe. Heya ku encam zelal bû hêjmartin bû reqem bigre û reqem bide jor. Ku çû ku ew jî bi sindoqê re biçe. Hem ê erkdar divê li ser sindoqan erka xwe pêk bînin rê nedin lîstokan hem jî gelê me divê bi taybet şeva hilbijartinê nobedar be derfetê nede ku kes bi sindoqan bilîze. Ev niyetê xwe xirab in. Mesela min bihistiye ku Erdogan wisa gotiye ji derdorê xwe re, gotiye ‘hûn ji sedî 40 bidin min ezê wê sedî 48 be. Wisa gotiye. nexwe planê xwe ê teybet hene.

Ji bona wê lazime hemû gelê me, gelê demokratikxwaz, hemû çavdêr hışiyarbin. Çavdêrên cîhanî hişyarbin. AKP taybet li Kurdistanê ser vê disekîtînî. Çima taybet li Kurdistanê? Ji ber ku ew dizanin derba dike ji Kurdistanê were lewra li ser Kurdistanê disekine. Yanî ji Tirkiyê pir zêde derbe nayê. We ji Kurdistanê were wan. Eger HDP ser bikeve wê ew derbidin. Ji bona wê ez bang dikim hemû çavdêrê li Tirkiyê demokratên li Tirkiyê, hemû hêzên muxalefetê bila çavê wan li ser Kurdistanê be. Ev partiyên din ê muxalefet jî bila çavên wan li ser Kurdistanê be. Belkî rayê wan yê Kurdistanê tinebe, le bes AKP wê bixwazê di Kurdistanê de hîle bike. Ji bo di giştî de ser bikevê. Ji bona wê yekê, gerek sindoq werin parastin û her kes li rayê xwe xwedî derkeve. Bila derfet nedin ku AKP lîstoka çêbike û rayan bidize. Bila nikaribin planê xwe pêk bînin. Di serî de gelê me û hemû kes gerek hişyar bin û li erkên xwe xwedî derkevin. 

"ÊDÎ HEMÛ QORUCIYÊN LI KURDISTANÊ HEQÎQAT FÊM KIRINE"

Banga me ya qoruciyan bi erênî hat bersivandin. Ne hewceyê em nişan bikin. Di çapemeniyê de hinek agahî hatin banga me ya ji bo cerdewanan bersivek êrînî girtiye. Ez bawer dikim êdî hemû qoruciyên li Kurdistanê heqîqat fêm kirine. derveyi hınek malbat ew ne di nav de ne. Ew dizanin êdî em ne dijî wan in. Em zirar nadin wan. Ew jî wê êdî zirarê nedin gerîla. Wê giraniya xwe têxin, ji bo ku pêvajoya çareseriyê bi rêkevê. Ger ku dewlet cardin şer bixwaze, divê ew li kêleka dewletê şer nekin. Ew dikarin bêjin 'em weki tarafê sêyemîn em naçin şer. Em dixwazin çareserî çêbibe.'

Projeya Serok APO heye. Ev proje ji bo yekîtiya Tirkiyê´ye, ji bo demokratîkbûna Tirkiyê, ji bo çareseriya pirsgirêkan projeyekî pir maqul e, berjewendiya gelê Tirkiyê jî dixe hindire xwe. Divê ku dewlet vê qebul bike. Ger ku dewlet vê qebul neke, dibe ku  bejinİ ' ma em ne dewlet in.' Wê çaxê pêwîst e hemû qorucî û serokên qoruciyan gerek helwest nîşan bidin. Gerek ji dewletê re bejin, 'heya nihame ji bo we xizmet kir, lê ji vir ve ger ki hun hejî şer bikin, piştî ku Serok APO ewqas proje pêşxist hun şer bikin em ne bi we re ne.' Her qoruciyekî bi wijdan, bi keramet gerek ve helwestê bide.Êdî ev helwest pêwîste. di vê dema dirokî de di sedsala 21'emîn de divê êdî Kurd Kurda nekujê. Bila xwe ne xapîniin û êdî vê helwestê nîşan bidin. Kesek êdî dijminatiya berê nemeşine.

Em bawer dikin wê di hilbijartinê de encamê xwe hebê û dûv hilbijartinê jî şopandina pêvajoya çareserîyê jî wê giraniya xwe hebe. Wusa dikarin xwe bikin quwet û helwestê xwe deynin. Bêjin em şer nakin êdî. Ev qurala yekemîne. Ya duyemînjî çareserî û çek berdane. bêguman dı dema çareserîyê de pêwîste ji bo qoruciyan formulek bê dîtin. Vê xisusêde em jî nabêjin çi dibe bila bibe. Kurtayî di çareserîyê de divê hemû tişt bên dîtin. Kesek jê zirar nebînê. Lê dibê aramî hebê. Divê êdî Kurd jî li ser vê axê azad bijîn. Bi zimanê xwe, bi dewlendiya xwe, bi baweriya xwe, bi kerameta xwe, bi kevneşopiya xwe û bi îrf û adeta xwe edî divê azad bijîn. Kurd ne mecbur in xwe wekî hineka bikin. Em ne mecburin îlem xwe wekî tirkan bikin yan jî weki ereban bikin. Em wek xwe bin wek xwe jîyan bikin. Edî van serdema dibe destpê bıke û ev ji bo her kesî pêwîst e. Ev ji bo her kesekî Kurd, Kurdistanî, demokrat pêwîst e. Ji bo alîgirê aşitîyê, alîgirê biratîya gelan ev  pêwîst e.

"EV HILBIJARTINA AŞTÎ Û ŞER E"

Êdî lazime hemî gelen Tirkîyê û taybetjî gelî Kurdistan bi zanê bin, ger ku wan hilbijartina de HDP ser nekevewê AKP serkevê. Ku AKP ser kevê, pirsgirêkê Kurd daxetimandin û şer wê çibebê. Çinku AKP nihade xwe şerre amade dike. AKP dibîne kû heger deshilata xwe dewam bike lazimê gelê Kurd nebê îrade. Nekevê qada sîyasî. Ser zekaya îradebuna kurde dixwaze we bide desthilat kir. Bona wê yekê êdî zelal buyê ku AKP êdî mesela Kurd da wê qonaxekî xeter derkevê. ew tiştê ku Erdoğan  dibêje B-C plana B-C ewe. pêwîste em viya bizanibin û rayedarên AKP dixwezin xelk bixapînin her wiha dibêjin em tinebin wê qonaxan çareseriyê bi dawî bibe ev ne raste. weke me got çareseriya wan bila ya wan be. çareseriya me heye û wê berdewam bike. lazime kes bi van tiştan neyê xapandin. ji bona  vê yekê niha di vê niqtê de tiştê ku her kes bifikire ewe.  

Ev hilbijartin di serdemekî dîrokî de pêk tê. ev hilbijartin ne hilbijartina di navber hinek partiyanda ye. bi taybet derketina HDP'ê ya meydanê rewş cuda kir û her wiha têkoşîna me projeyên Rêberê me rojeva çêkir rewş cuda kir. Niha di navbera partiyan de hilbijartin nîne, hilbijartinê aşitî an şer ew heye. hilbijartina tê li darxistin li ser esasê ku wê gelê Kurd li ser vê axê bi şêwazekî azad bijî an ne, ev hilbijartina heye. Yanî ji bo wê yekê dibe ku her kesekî Kurdistanî û her kesî Demokratîk, aşitîxwez bi rayê xwe bi xebatê xwe û bi banga xwe alîgirê aşitiyê be, ne alîgirê kuştin û xwînrijandinê be. ev erkekî însaniye.

"HEMÛ OLDAR DIVÊ XWE BERPIRSYAR BIBÎNIN"

Di serî de oldarên Kurdistanê, hemû meleyên Kurdistanê, şêxên Kurdistanê yên xwe nefrotî, seyidên Kurdistanê hemû oldar divê di vir de xwe berpirsyar bibînin. Li hember helwestê dagirkeriya AKP bê deng nemînin û derdora xwe jî hişyar bikin. Bi rastî di qonaxekî girîngdane û pêwîste her kes destê xwe daynê ser wijdanê xwe. Hemû kesê samîmî bawermend destê xwe bidin ser wijdanê xwe, ji bo berjewendiyê kesî ji bo xatirê kesî rayê xwe bi kar neyinin. Ji bo xatirê pêşeroja zarokên xwe ji bo xatirê pêşeroja vî gelê rayê xwe bikar bînin.

Çûnkû em niha di qonaxekî girîng de ne. Ger ku di vê serdemê de ray rast bê bikar anîn, gelê me yekîtiya xwe raber bike, demokratikxwez bi gelê Kurd re hevbeşiya xwe li ser sindoqan raber bikin û bi rastî ku HDP'ê serbikeve riyek nû vedibe. riya çareseriyê vedibe, mecalê çareseriyê ava dibe. Em nabêjin wê qet rojeva şer nebe, mûmküne disa hebe, lê wê bi giranî rojeva çareseriyê vebibe. Ji ber êdî heqîqetek îspat dibe. dibe em xwe îspat bikin. Me ewqas şehîd daye, ewqas ked daye her wiha ewqas sale dem derbas buye, ked û rûmet derketî holê û divê êdî ev di qada siyasetê da bê îspatkirin.

"ÊDÎ EM BERSIVEK BIDIN AKP'Ê"

Serokatiya me êdî dixweze têkoşîna azadiya Kurd bixê qadê siyasetê. ji bo wêjî banga min ji bo hemû kesên oldar heye ku di vê serdema wisa girîng de dewrê xwe bileyizin. Hewirdorê xwe hişyar bikin û her kesek bixebitê. tevahî welatparêz û demokratxwez bixebitin. dixwezê tu HDP'lî be anjî ne HDP lî be. Dixwezê ji me hez bike an hez neke, ger ku tu ji aşitiyê hez dike, ji pêşerojek demokratik hez dike dibe tu rayê xwe rast bi kar bîne. dibe tu rayê xwe nedê AKP, AKP xeterî têde heye, ger tu rayê xwe bidê tujî dibe şirîkê wan sucan. Ji bo wê lazime hemû eşîr, hemû oldar,hemû seyid, hemû şêx, hemû malbet û hemû kesên li Kurdistanê lê ne Kurd, gelê weke Ereb, Türkmen her kesek, dixweze ji hdp hez bike neke rayê xwe bide aşitiyê, demokrasiyê,azadiyê,mirovahiyê û bide biratiya gelan.

ev erkekî mirovahiye. banga me ji bo her kesekî eve. cardin yên ku bê alî ango bê teref bi taybet pêwîste ew bizanibin em hatine ser çateriyê û dive evin bê teref terciha xwe rast bikin. lazime tercihên xwe aliyê azadî û demokrasiyê bikin. Di vê derheqê de ger ku her kesek tercihê xwe rast bike, bi rastî ji bo pirsgirêkên Tirkiyê bi bingehîn çareser bibin,pirsgirêkên xwe yên aborî, siyasî,civakî çareser bibin û ji bo pirsgirêka Kurd bi bingehî çareser bibe wê zemînek ava bibe.
Li ser wê esasî banga me ewe ku tevahî mirovên bi wijdan, bi keramet û tevahî însanên alîgirê aşitî û biratiya gelan, di va serdema girîng da li erkên xwe xwedî derkevin, rayên xwe rast bi kar bînin û van sê rojên mayi bixebitin. bila kes şaşî neke ji ber em bi rastî di serdemekî dîrokîdane, em di va serdemê dîrokî de êdî em bersîvek bidin dagirkeriya bê merhemet, bersîvek em bidin kela zilmê. ewqas însanê me zilm kirin ewqas kuştin zarokên me kuştin li Kurdistanê ewqas îşkence meşandin, êdî em bersîvek bidin wan û em bi yekbin. dibe em ji bîr nekin ku gelê Kurd kengê bi yek be wê çaxê bi serbikeve. an niha nîşanê yekîtiyê heye, em hêvî bawer dikin ku wê bi serkeve. bi vê hêvî û baweriyê hemû gelê me yê hêja ji dil û can silav dikim û rêzên xwe pêşkêş dikim. "