Karayilan: Di operasyona Mûsilê de em ê di pozîsyoneke aktîf de bin
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan diyar kir, Tirkiye naxwaze PKK tevlî operasyona Mûsilê bibe, lê ew ê nebin temaşekerê vê rewşê.
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan diyar kir, Tirkiye naxwaze PKK tevlî operasyona Mûsilê bibe, lê ew ê nebin temaşekerê vê rewşê.
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan diyar kir, Tirkiye naxwaze PKK tevlî operasyona Mûsilê bibe, lê ew ê nebin temaşekerê vê rewşê.
Karayilan li ser operasyona Mûsilê û rewşa li herêmê bersiv da pirsên ANF'ê.
DIVIYABÛ KURDAN DI MIJARA MÛSILÊ DE BI HEV RE TEVBIGERIYAN
Karayilan da xuyakirin, nakokî û şerê navbera hêzên herêmî dewam dikin û got, "Mirov dikarin operasyona Mûsilê jî di vê çarçoveyê de binirxînin. Mûsil di dîrokê de jî girîng bû, îro jî girîng e. Di demeke bi vî rengî ya girîng de, diviyabû em Kurd bibûna yek. Hem li dijî rewşa li herêmê, hem jî di operasyona Mûsilê de diviyabû em Kurd bi hev re tevbigeriyan."
ŞERT E KU KURD BI PERSPEKTÎFA NETEWEYÎ LI PIRSGIRÊKAN BINÊRIN
Mûrat Karayilan bibîr xist, ku hêzên nepêkan bû li hev rûnên, îro hatine cem hev û got, "Lê em Kurd, tevî ku xwedî heman çarenûsê ne, nikarin li hev rûnên. Êdî şerm e ku Kurd xwe bispêrin per û baskên hêzên mêtînger. Şert e ku Kurd bi perspektîfa neteweyî nêzî pirsgirêkan bibin. Lazim e Kurd xwedî rojeveke hevpar bin. Ji ber ku mijar meseleya man û nemanê ye."
DIVÊ KURD LI MÛSILÊ XETA DEMOKRATÎK-AZADÎPARÊZ TEMSÎL BIKIN
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan da zanîn, ku divê Kurd li Mûsilê xwedî gotinê bin û ev nirxandin kir: "Lazim e Kurd di nava rêveberiya Mûsilê de cih bigirin. Ji bo ewlekariya gelê me yê li Şengal û Mûsilê dijî, ji bo ewlekariya Asûrî-Suryaniyan û hemû gelan, pêwîste Kurd li vir xwedî însiyatîf bin. Divê li vê derê rêveberiyeke demokratîk a ku hemû gel di nav de cih digirin, bê avakirin. Kurdan li herêmê firsendên girîng bi dest xistin. Ji bo ev firsend baş bên bikaranîn, divê Kurd stratejiyeke hevpar a polîtîk bafirînin û ala demokrasî û azadiyê li ba bidin. Lazim e li herêmê pêşengiyê ji têkoşîna demokrasiyê re bikin. Ne lazim e ku Kurd biçin bikevin bin baskên Erdogan an jî Îranê. Ev şaş e."
Karayilan destnîşan kir, ku ji bo avakirina yekîtiya Kurdan hê ne dereng e û got, "Hê pêkane ku hin tişt bên sererastkirin. Mirov ji ku devera zerarê vegerin, ew baş e. Vê operasyonê dest pê kir, lê ne diyar e bi çi rengî û kengî biqede."
OPERASYONA MÛSILÊ WÊ DEMEKE DIRÊJ DEWAM BIKE
Li ser rêveçûna operasyona Mûsilê jî Karayilan got, "Li gorî me, wê operasyon bi mehan dewam bike. Hê ne diyar e bê DAIŞ li Mûsilê li ber xwe bide yan na. Eger DAIŞ li ber xwe bide, wê bi mehan dewam bike. Lê belê pirsgirêkên li herêmê mezintir û kûrtir in. Em hêvîdar in ku demeke dirêj dewam neke û pirsgirêkên li herêmê derhal çareser bibin. Lê ev şer wê hê dewam bike. Mesele ne tenê Mûsil e. Hê Rojava, Sûriye, Reqqa hene. Yanî pirsgirêk û şerê li herêmê wê bidome. Ji ber vê yekê dem hatiye ku Kurd li hev bicivin û polîtîkayeke hevpar bafirînin."
TOLA ME HEYE KU EM Ê JI DAIŞ'Ê HILÎNIN
Mûrat Karayilan bibîr xist, ku tevgera di destpêkê de li dijî DAŞ'ê şer kir, ew in û got, "Tevgera ku li vê herêmê beriya her kesî li dijî dagirkeriya DAIŞ'ê helwest nîşan da, şer kir û xwîna xwe rijand, tevgera me ye. Hê tola me ya divê ji DAIŞ'ê bê hilanîn heye. Em dixwazin tola qirkirina Şengalê hilînin. Keç û jinên Kurd hê jî li Mûsilê mîna koleyan tên girtin. Em di nava helwesteke exlaqî û neteweyî de ne. Lê ev hêzên ku niha rabûne dibêjin 'Em ê li Mûsilê vî tiştî bikin, wî tiştî bikin', li pey armancên cuda ne. Şerê wan şerê berjewendî û parvekirinê ye."
CÎHAN HEVKARIYA TIRKIYE Û DAIŞ'Ê DIBÎNE
Mûrat Karayilan da xuyakirin, ku dewleta Tirk naxwaze PKK li dijî DAIŞ'ê şer bike, hewl dide pêşî li vê yekê bigire û got, "Dewleta Tirk heta niha bi DAIŞ'ê re tevdigeriya. Niha jî bi hev re tevdigerin. Ji xwe, ji ber ku cîhan vê dibîne, nehişt Tirkiye tevlî operasyona Mûsilê bibe. Hêzên pêwendîdar vê dibînin. Erdogan radibe dibe barebar û dibêje 'em dixwazin şer bikin'. Lê çima hêzên koalîsyona navneteweyî nabêin 'Tema were tevlî operasyonê bibe'. Ji ber ku dizanin ku Tirkiye bi DAIŞ'ê re hevkariyê dike. Lewma nahêlin tevlî operasyonê bibe. Kes ji Erdogan bawer nake. Yek ji kesên ku bû sedem Mûsil radestî DAIŞ'ê bibe, Erdogan e. Çavkaniya mejî ya Erdogan û DAIŞ'ê yek e. Xwe ji heman çavkaniyê xwedî dikin. Bala xwe bidinê; DAIŞ li ku derê tengav dibe, Tirkiye hema yekser dikeve dewrê. Heman rewş li Rojava jî derket holê. Kengî Minbic ji DAIŞ'ê hat paqijkirin, yekser Tirkiyeyê êrîşî Cerablûsê kir."
TIRKIYE BI HAWARA DAIŞ'Ê VE TÊ
Karayilan ragihand, dema rêveberiya Bexda, hêzên koalîsyonê û hêzên pêşmergeyan amadekarî ji bo operasyona Mûsilê kirin, Tirkiyeyê xwe dexist pêş û got, 'ez jî heme'. Karayilan got, "Gelo çima dixwaze tevlî operasyona Mûsilê bibe? Niyeta wan bi guman e. Mîna ku hin derdor dibêjin, armanca wan parastina DAIŞ'ê ye. Heman tişt li Cerablûsê kirin. Riya çeteyên DAIŞ'ê qusandi û di bin navê artêşa azad de li Cerablûsê bi cih kirin. Eger Tirkiye bikeve nava Mûsilê wê heman rewş rû bide. Bi Nûceyfî re hevkariyê dike. Ji xwe vana Mûsil radestî DAIŞ'ê kirin. Eger Tirkiye bi rêya van bikeve nav Mûsilê, wê kincê DAIŞ'ê biguherîne û bi navekî din li wir biparêze. Yanî Tirkiye dixwaze bi hawar û alîkariya DAIŞ'ê bê. Dixwaze nehêle DAIŞ bê qedandin. Heman tişt ji bo El Nûsra jî kir."
EM Ê LI WIR BIN...
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan diyar kir, Tirkiye dixwaze li vê herêmê bi cih bibe, li dijî têkoşîna azadiyê ya Kurd xurt bibe û wiha dewam kir: "Lewma dibêje 'Em tevlî operasyonê bibin, bila PKK tevlî nebe'. Lê hêzên navneteweyî pêşî li van gavên Tirkiyeyê girtin û jê re gotin 'Na, tu tevlî nabe'. Lê belê, ji bo em bi navê PKK'ê tevlî operasyonê bibin, hê firsendek nehatiye afirandin. Yanî hem pêşî li wan hem jî li me girtin. Lê em ji xwe li wir in, li wir di şer de ne. Yê din ji dûr ve hatiye û dixwaze tevlî bibe. Li Mexmûr, Kerkûk û Şengalê ji xwe me li dijî DAIŞ'ê şer kir. Em rast nabînin ku niha ji bo xatirê Tirkiyeyê ji me re dibêjin 'bisekinin'. Şerê me yê li dijî DAIŞ'ê wê bidome."
HEVDÎTINÊN ME YÊN LI SER OPERASYONA MÛSILÊ DEWAM DIKIN
Karayilan ragihand ku ji wan re hatiye gotin, 'Tirkiye bûye asteng' û wiha dewam kir: "Wekî din gotin, 'PDK jî li pêşiya tevlîbûna we asteng e'. Di lihevkirina navbera rêveberiya Iraqê û PDK'ê de ev mijar hatiye rojevê. Ev mijareke navneteweyî ye. Hevdîtinên me hê jî dewam dikin. Hê duh, (18'ê Cotmehê) hevdîtineke me bi hêzên pêwendîdar re çêbû."
EM XWEDÎ PROJE NE
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan destnîşan kir, ku şerê wan ê li dijî DAIŞ'ê wê dewam bike: "Em dixwazin li dijî DAIŞ'ê hê bêhtir şer bikin. Min berê jî got; me bi biryara kesî ev şerê li dijî DAIŞ'ê nedane destpêkirin, bi biryara kesî jî em vî şerê xwe nasekinînin. Em xwedî proje ne û giraniyê didin ser van projeyên xwe. Li herêma Şengalê hê gelek gundên nehatine rizgarkirin hene. Hedefên ku divê em tine bikin, hene. Em ê li wê derê nebin temaşeker. Hewldanên me, projeyên me hene. Ji bo bicihanîna van projeyan jî pêwîstiya me bi destûra kesî nîne. Mafê kesî nîne ku bêje 'bila PKK tevlî nebe'.
EM Ê ÊDÎ DI POZÎSYONEKE AKTÎF DE BIN
Li ser tevlîbûn an jî tevlînebûna me li operasyonê nîqaş tên kirin. Em amadekariyên xwe didomînin. Ji bo tevlîbûna me zemîn heye. Dixwazim bêjim; em ê di pozîsyoneke aktîf de bin. Bêguman bala me li ser şert û mercan e. Em ê şerê xwe yê li dijî DAIŞ'ê bidomînin. Têkçûna DAIŞ'ê di heman demê de tê wateya têkçûna dîktatoriya li Tirkiyeyê ya bi pêşengiya Erdogan."
PLANA OPERASYONA MÛSILÊ NE JI BO TINEKIRINA DAIŞ'Ê YE, JI BO REVANDINA DAIŞ'Ê YE
Karayilan aliyê leşkerî yê operasyona Mûsilê jî nirxand û got, "Binêrin; herî zêde Kurdên Êzidî zilma DAIŞ'ê dîtin. Lê belê ji bo hêzên li aliyê Şengalê ne tevlî operasyonê bibin, rêyek nehatiye vekirin. Li wî alî, eniyek nehatiye vekirin.
Ez aliyê leşkerî yê plana operasyona Mûsilê kêm û şaş dibînim. Şerê li dijî DAIŞ'ê heta roja îro her tim bi taktîka dorpêçkirinê bi ser ketiye. Diviyabû li Mûsilê jî taktîka dorpêçkirinê esas bihata girtin. Lazim bû têkiliya bi derve re ya hêzên li Mûsilê bihata birîn. Bi dorpêçkirina Mûsilê re diviyabû DAIŞ bihata tinekirin. Lê belê plana ku niha tê meşandin, ne ji bo tinekirina DAIŞ'ê ye, ji bo revandina DAIŞ'ê ye. Ez vê yekê bi rengekî vekirî dibêjim. Armanc; ne tinekirina DAIŞ'ê ye. Plan ji bo derxistina DAIŞ'ê ji Mûsilê ye."
GEFÊ LI ŞENGAL Û ROJAVA DIXWE
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan destnîşan kir, ku ev rewş ji bo Şengal û Rojavayê Kurdistanê xeteriyeke gelekî mezin e û got, "Bi kurtasî; ne planeke baş e ku DAIŞ ji Mûsilê were derxistin û berê wan bidin Rojava û Şengalê.
Wekî din, şer hê dest pê nekiriye. Rizgarkirina çend gundan têrê nake. Ez pêşmergeyên şehîd bûne bibîr tînim. Lê belê di vê operasyonê de lazim e taktîk esas were girtin, ne propaganda. Şerê Mûsilê ne niha, wê li navenda bajêr biqewime."