BI DÎMEN

Karayilan: Dewleta Tirk li pêşberî me qels bûye

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan da xuyakirin, ku şerê li Bakurê Kurdistanê wê bidome û ew di demeke dîrokî de ne. Karayilan destnîşan kir, dewleta Tirk li pêşberî tevgera azadiyê ya Kurd, di dema herî qels de ye.

Karayilan bang li cerdevanan kir û got, "Nekevin navbera me û dewletê."

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan li ser şerî heyî û dema pêş ji ANF'ê re axivî.

'DEWLETA TIRK DI DEMA HERÎ QELS DE YE'

Karayilan da xuyakirin ku şerê niha li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê dimeşe, şerekî ji rêzê nîne û got, "Dewleta AKP'ê bi giranî bi rêbaza şerê psîkolojîk vî şerî dimeşîne. Teknîkê bi kar tînin, tevî bikaranîna balafir, tank û topan, girandiyê didin ser propagandayê ye. Yanî derewan dikin, dinepixînin. Tiştekî nîne, mîna ku heye nîşan didin. Tê zanîn, dewleta AKP'ê û hemû mêtîngerên li Kurdistanê îro di dema herî qels de ne. Yanî dewleta li hemberî me qels e. Hêzên wan nikarin ji bejahî ve şer bikin. Mîna berê nikarin derkevin operasyonan, nikarin hêzên xwe li her cihî bi cih bikin."

Karayilan bal kişand ser şerê desthilatdariyê yê navbera Erdogan û Fethûllah Gulen û got, "Vê yekê zerareke mezin da artêşa Tirkiyeyê. Cara yekemîn e ji sedî 40 ê generalan ya li zîndanê ne, ya jî erk ji wan hatiye standin. Yanî niha nîvê artêşê di dewrê de ye. Rewşa pîlotên wan jî bi vî rengî ye. Lewma dewlet di dema herî qels de ye. Lê zilmê dike. Bi zilmê dixwaze bitirsîne. Propagandayê dike û dibêje, 'ez xurt im, dikarim biçim her cihî, dikarim biçim Mûsilê, Reqqayê!' Ka hêza te li ku ye? Ewqas hêz bi te re nîne! Bi vê yekê ve dixwaze mirovan bitirsîne û teslîm bigire. Konsepteke bi vî rengî li dijî gelê Kurd dimeşîne. Erdogan polîtîkaya teslîmgirtina gelê Kurd dimeşîne."

DEWLETA LI HEMBERÎ ME, DEWLETEKE XAYIN E

Mûrat Karayilan plana 'têk birinê-serî tewandinê' bibîr xist û wiha dewam kir: "Ev proje, veşartî bû. Lê bi rengekî eşkere bû. Bi vê planê re derket holê ku dewleta AKP'ê ji aliyekî ve bi Rêberê me re li Îmraliyê diyalog dikir, ku partiyê agirbest ragihand, gelê me li benda çareseriya pirsgirêka Kurd û aştiyê bû, li aliyê din jî bi rengekî veşartî plana têkbirinê amade kirine. Ev ne tiştekî ku cara yekê ye tê kirin. Heman tişt di pêvajoya Osloyê de jî rû da. Divê raya giştî û gelê me baş bi vê rastiyê zanibin; ev dewlet dewleteke xayin e, durû ye. Di herikîna dîrokê de timî pêşiyên me xapandiye û kuştiye. Niha jî dixwazin heman tiştî bînin serê me."

ARMANCA WAN TESLÎMGIRTINA KURDAN E

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan destnîşan kir, ku armanca plana serî tewandinê, tirsandin û teslîmgirtina gelê Kurd e û got, "Polîtîkaya ku niha dimeşînin jî ev e; êrîşa li dijî siyasetmedarên kurd, li djiî hevşaredaran, li dijî kadro û karmendên li nava dewletê dixebitin, li dijî jin û ciwanên Kurd, li dijî nirxên Kurdan û li dijî berxwedana bêhempa ya Rêberê Gelê Kurd... Armanca van hemû êrîşan teslîmgirtina gelê Kurd e.

Em li ber xwe didin. Di vê berxwedanê de me derbeke mezin nexwar. Mînak; nekarîn ti ji eyaletên me tesfiye bikin. Li ti cihî nekarîn hêzên me qels bikin. Di destê wan de îstîxbarat û teknîk heye. Niha giranî dane ser wê yekê, ku bi çi rengî karibin cerdevanan bidin şerkirin."

BANGA LI CERDEVANAN: NEKEVIN NAVBERA ME Û DEWLETÊ

Karayilan diyar kir, generalên artêşa Tirk li Bakurê Kurdistanê yek bi yek diçin gundan, li ber cerdevanan digerin û ji wan re dibêjin, 'werin bi me re tevlî operasyonê bibin, em ê we bikin hêza taybet, em ê we bikin kadro, hûn ê êdî mayînde bibin û mûçeyê we jî wê bi 4-5 qatan zêde bibe'. 

Karayilan got, "Bi vî rengî dixwazin Kurdan bi Kurdan bidin kuştin û şerê teknîkê bimeşînin. Bi vî rengî hewl didin Kurdistanê bikin dojeh û li Tirkiyeyê jî ji xwe re qadeke jiyanê bafirînin. Lazim e her kes bi vê zanibe; em vê firsendê nadin wan, em ê nedin wan. Ji ber ku firsend û mecalê me jî hene. Piştî ewçend tecrûbe û nirxên me, nikarin me qels bikin.

Pêwîste her kes zanibe; li pêşberî me dewleteke welê heye ku gelek qelsiyên wê eşkere bûne û tevî vê yekê zilmê dike, êrîş dike û dixwaze gelê me teslîm bigire. Bi vî rengî li Kurdistanê şer dike. Berxwedana heta niha di vî şerî de derket holê, ji niha û pê ve wê mezintir û xurtir bibe. Bi taybetî, divê cerdevan nekevin navbera me û dewletê. Ev dewlet dewleteke zalim e, rehm lê nîne. Bi ser me ve tê û derfetên me yên şerkirinê hene. Em ê bersiva pêwîst bidin dewletê û wan bişikînin. Em dikarin wan bişikînin, ev hêza me heye. Em ê bi vê berxwedanê ve eniya faşîst û neteweperest bişikînin. Em li ser vê disekinin. Li pêşiya me siberojek heye. Ev şer wê sibê jî dewam bike. Ne tenê li Tirkiyeyê, li Rojava, li Başûr jî gelê Kurd û mêtîngeriya Tirkiyeyê li ber hev rabûne. Lazim e ti kes li cem mêtîngeriya Tirk cih negire. Di demeke bi vî rengî ya dîrokî de divê her kes destê xwe deyne ser wijdanê xwe. Bila ti kes şîr li xwe heram neke, ji bo pere xwe û ruhê xwe radest neke. Lazim e her kes di vê demê de bi şeref û namûs tevbigere. Pêwîste em bi hev re li dijî dewleta faşîst bisekinin û êdî doza gelê xwe bi ser bixînin. Dem dema vê ye. Ti carî derfet û îmkanên bi vî rengî bi dest neketibûn. Lê niha derfet û îmkanên me hene."

BANGA JI BO ŞIRNEXÊ

Li ser mijara Şirnexê, ku hê jî bajar tê xerakirin û şêniyên Şirnexê bi biryardarî cih û warên xwe naterikîne, Karayilan got, "Şirnex navenda Botanê ye. Em dikarin bêjin dilê Botanê ye. Di têkoşîna azadiyê ya Kurd de Botan xwedî roleke girîng e. Di şerê bajaran de Şirnex bajarê me yê herî serketî ye. Derbên mezin li dewleta Tirk xist. Lê zêde derb nexwar. Gelê me li Şirnexê li ber xwe da, herêma xwe neterikand. Bi helwesteke mezin li ber xwe da. Zarokên Şirnexê jî bi navê YPS'ê bi plan û taktîkên xwe, mêtîngeriya dewleta Tirk pûç kirin. Nehiştin ku encamekê bigire. Rêveberiyên xwe yên siyasî, civakî û leşkerî parastin. Gelek windahî nedan. Rewşa Nisêbînê jî bi heman rengî ye. Ji Sûr û Cizîrê tecrûbe girtin. Berxwedana wan serketî bû. Niha jî dewleta Tirk dixwaze tola vê ji Şirnexê hilîne. Ji ber ku dîrokeke Şirnexê heye. Dîroka xwe ya 92'an jî heye. Dijmin li wir derb xwar. Lewma bi valakirina Şirnexê re dixwaze tolê hilîne. Berxwedana gelê me yê Şirnexê gelekî watedar e. Ne tenê Şirnexê, ew vîna tevahiya gelê Kurd temsîl dikin. Ez tevahiya gelê me bi rêzdarî silav dikim. Wan leheng afirandin. Ciwanên mîna Şerzanan derxistin holê. Li ber xwe da û cih û warên xwe neterikandin. Niha jî naxwazin biterikînin. Divê haya me ji vê hebe. Lazim e tevahiya gelê me alîkariyê bi Şirnexiyan re bike. Divê em nehêlin di vê zivistanê de gelê me yê Şirnexê perîşan bibe. Pêwîste gelê Kurd bi rengekî komunal û hevpar alîkariyê bike. Lazim e xwedî lê derkeve. Bi taybetî xwedî li gelê Şirnexê derkeve. Ji ber ku vîna gelê Kurd li wir hat temsîlkirin."

EM XWEDÎ LI DOZA XWE DERKEVIN

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan diyar kir, ew di pêvajoyeke gelekî zehmet û dîrokî de ne û anî ziman, re li çar aliyên Kurdistanê gelê Kurd di pêvajoyeke dîrokî de ye. Karayilan destnîşan kir ku di vê dema dîrokî de divê her kes hîn bêhtir xwedî li doza xwe ya mafdar derkevin û got, "Li dijî hemû zehmetiyan divê em rêxistinbûna xwe xurt bikin û berxwedana xwe mezin bikin. Bi vî rengî em ê hewldanên dijmin têk bibin. Bi vî rengî, li ser şopa şehîdên me yên leheng, wê têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê bi ser bikeve."