Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûrat Karayilan diyar kir ku bê guman li pişt bûyera li Parîsê pêk hat û di encamê de 3 jinên Kurd ên siyasetmedar jiyana xwe ji dest dan dewleta Tirk heye . Karayilan diyar kir îhtîmaleke mezin heye ku ev êrîş di çarçoveya stratejiya entegreyê ya Ergenekona Kesk de pêk hatibe.
Karayilan derbarê mijara berpirsên komkujiya Parîsê ku di encamê de ji damezrênerên PKK’ê Sakîne Cansiz, nunera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û endama tevgera ciwanan Leyla Şaylemez jiyana xwe ji dest dan de daxuyanî da û diyar kir ku ji bo hêza li pişt vê êrîşê du îhtîmal hene. Her wiha da zanîn ku bi îhtîmaleke mezin komkujî ji aliyê Ergenekona Kesk a ku planên tunekirinê li hemberî kadroyên pêşeng ên tevgera Kurdan pêş dixe ve hatiye kirin.Karayilan ji bo îhtîmala duwemîn jî diyar kir ku dibe pêkhateya dewleta kûr a Ergenekonê ku hukûmetê derbas dike ligel Gladyoya NATO’yê vê êrîşê pêk anîbin.
Karayilan bal kişand ser merasima cenazeyên her sê jinên Kurd û xwedîderketinê û diyar kir ku li hemberî hemû hewldanên şerê psîkolojîk ên bi awayê “dê di merasimê de provasyon çêbibin” ên rayedarên dewleta Tirk gelê Kurd li Parîsê jî û li Amedê jî bersiva pêwîst da. Karyilan got: “Li gel vana hemûyan gelê Kurdistanê weke li Parîsê li Kurdistanê jî bersiva pêwîst da. Gelê Amedê tişta ku diviyabû bike kir; peyama pêwîst da hemû cîhan û Tirkiyeyê. Nîşanî her kesê da ku ew ê xwedî li nirx û şehîdên xwe derbikevin.” Karayilan da zanîn ku gelê Kurd li Dêrsim, Elbîstan û Mêrsînê jî peyama pêwîst dane û dilsoziya xwe ya bi têkoşîna azadiyê re nîşan dane.
DOSTÊN ME ÊŞA ME PARVE KIR
Karayilan diyar kir ku êrîşa li Parîsê ne êrîşeke ji rêzê ye û destnîşan kir ku berê hatiye amadekirin û got: “Ev xebatek terorîstî ya navneteweyî ye.” Karayilan got: “Piştî vê di serî de FARC, gelek rêxistin û kesayetên şoreşger –têkoşer ên Amerîkaya Latîn, dîsa di serî de Tamîl gelek derdor û kesayetên ji Asya û Efrîkayê, di serî de Partiya Komunîst a Franseyê ji Ewropayê gelek partî, saziyên sivî, sendîka û derdorên cûda, dîsa ji Kurdistan û Tirkiyeyê gelek sazî û rêxistin, dost peyamên sersaxiyê weşandin û bi vî awayî nîşan dan ku ew piştgiriyê didin têkoşîna azadiya Kurdistanê: hin ji wana bi xwe tevlî meş û xwepêşandanan bûn” û spasiya wan kir û diyar kir: “Parvekirina êşên me ji aliyê dostên me ve ji bo me gele girîng e.”
Karayilan Sakîne Cansiz weke nirxek a tevgera azadiyê bi nav kir û got: “Di hemû qedemeyên vê rêxistinê de wezîfe girtiye, endamtiya Meclîsê, endamtiya Dîwana Serokatiyê, wezîfeya koordînasyonê û gelek wezîfeyên din kiriye. Karayilan diyar kir ku Rojbîn (Fîdan Dogan) jî di temenê xwe yê ciwan de xwe diyarî têkoşînê kiriye û di warê dîplomasiyê de gelek pêşketin bi dest xistiye. Karayilan Ronahî (Leyla Şaylemez) jî weke temsîla ruhê fedayî û milîtanek bi biryar tevgera ciwanên Kurdistanê bi nav kir.
Karayilan derbarê kesê gumanbar ê ku li Parîsê hate girtin de jî diyar kir ku kesek nikare di du salan de bibe endamê PKK’ê û got: “Li Ewropayê tu endamtiya PKK’ê ya wiha tune ye. Ev agahî şaş e. Em kesekî wiha nas nakin. Rêveberiya me ya li Ewropayê jî nas nake.” Karayilan destnîşan kir ku deriyê saziyên Kurdan ên li Ewropayê ji bo hemû kesî vekirî ye û got: “Kesên tên komeleyên Kurdan ên li Ewropayê ne PKK’yî ne. Heta hin ji wana ne sempatîzan in jî.”
TU ELEQEYA VÎ KESÎ BI PKK’Ê RE TUNE
Karayilan ji bo gumanbar Omer Guney got: “Teqez tu têkiliya vî kesî bi PKK’ê û tu rêveberên PKK’ê re tune ye. Îhtîmal heye ku ji derve hatibe peywirdarkirin û ev 2 sal in tê xebitandin. Aşkere ye ku tevgera me bi komployeke kûr re rû bi rû ye.”
Karayilan diyar kir ku bê guman li pişt bûyera li Parîsê pêk hat û di encamê de 3 jinên Kurd ên siyasetmedar jiyana xwe ji dest dan dewleta Tirk heye . Karayilan diyar kir îhtîmaleke mezin heye ku ev êrîş di çarçoveya stratejiya entegreyê ya Ergenekona Kesk de pêk hatibe.
Mûrat Karayilan diyar kir ku ji hêza li pişt vê êrîşê du îhtîmal hene. Her wiha da zanîn ku bi îhtîmaleke mezin komkujî ji aliyê Ergenekona Kesk a ku planên tunekirinê li hemberî kadroyên pêşeng ên tevgera Kurdan pêş dixe ve hatiye kirin.Karayilan ji bo îhtîmala duwemîn jî diyar kir ku dibe pêkhateya dewleta kûr a Ergenekonê ku hukûmetê derbas dibe ligel Gladyoya NATO’yê vê êrîşê pêk anîbin.
DIVÊ HÊZÊN NAVNETEWEYÎ NEYÊN PIŞTGUHKIRIN
Karayilan diyar kir ku wana gelek caran gotiye ‘Ewropab û Amerîka naxwazin pirsgirêka Kurd çareser bibe”. Karayilan destnîşan kir ku heta wana hewldanek ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd ji Ewropa û Amerîkayê nedîtiye û destnîşan kir ku wana piştgiriyê dane gelek rêbazên çareseriya bi tundiyê. Karayilan diyar kir ku ji ber wê jî divê hêzên navneteweyî di vê bûyerê de neyên piştguhkirin û wiha got:
“Peydakirina tetîkkêşên vê bûyerê û aşkerekirina hêzên li pişt vê bûyerê ji bo me pir girîng û tiştekî jiyanî ye. Bi taybet ev yek ji bo fêmkirina niyeta rast a dewleta Tirk a ya ji bo destpêkirina pêvajoya diyalogê jî pir girîng e. Ji ber vê jî em dibêjin ku ka divê ji bo aşkerekirina vê bûyerê çi bê kirin, divê ew tişt bên kirin.
Em weke Tevgera PKK’ê, ji bo aşkerebûna vê bûyerê çi ji me bê xwestin em amade ne ku bikin. Ango rayedarên dewleta Franse û û saziyên dozgeriyê dikarin li her derêlêpirsîn û lêkolînê bikin. Di vê mijarê de em ê hemû derfeta bidin. Lê bila tenê biawayeke ji dil hewl bide ku bûyerê aşkere bike.”
Karayilan derbarê pêşketinên li Rojavayê Kurdistanê de jî daxuyaniyên girîng da û got: “Dewleta tirk li qada Rojavayê Kurdistanê jî siyaseta dijminatiyê dimeşîne. Beriya her tiştî hikûmeta AKP’ê hem di polîtîkaya xwe ya Rojhilata Navîn û hem jî ya Suryeyê de têk çûye. Weke tê zanîn ‘Bi cîranan re pirsgirêk tune’ derketibû rê. Lê niha bi hemû cîranên xwe re hatiye dijberê hev û hatiye asteke li dijî hev. Ev jî encama tevlibûna hêzên sermayê ya navnetewî ya di çarçoveya meşandina siyaseta Rojahilata Navîn a ku bingeha wê Kurde. Ger hikûmeta AKP’ê li dij kurdan polîtîkayeke nemeşandiba dê niha bi hêzên herêmê re nehatiba vê astê.
AKP’Ê TAŞERONTIYA ROJAVA GIRT SER XWE
Karayilan wiha dirêjî da axaftina xwe: “Lê hikûmeta AKP’ê ji ku gelê kurd ji geşedanên nû yên herêmê fêdeyê negire û pêşî li geşedanên nû bigire, bi giştî xwe li gorî hêzên sermayeyê ya global a rojava bi rê ve bir. Yanî teşerontiya rojava (rojavayê cîhanê) girt ser xwe. Bi vî awayî jî ket nava pozîsyoneke ku bi hêzên herêmê re hatiye rû hev. Di mijara Suriyeyê de jî pir ecele kir û fikra wan ew bû ku dê Suriye jî weke Lîbyayê zû bikeve lê hewldanên wan encam negirt. Ji ber ku AKP’ê rastiya cudahiya hundirîn ya Suriyeyê û cihê wê yê Rojhilata Navîn li ber çavan negirt. Ji ber vê jî tesbîtên şaş kir.
Niha tiştkî wisa ye ku di her mijarê de şaşiyan dikin û veşartina şaşiyan jî dibêjin qey rast dikin. Lê di polîtîkaya Rojahilata Navîn , Suriye û Kurdan de têk çûne. Siyasetek li dij kurdan meşandin. Dijminahiya xwe ya li dijî tevgera azadiya kurd derxist pêş xwe. Lê fikr û ramana ku Rêber Apo li çar paçeyên Kurdistanê pêşve biriye gelek berfireh û bi hêze. Dewleta tirk ji ber vê yekê nekare hemûyê bide pêş xwe û encamê bigire. Bi siyasetê teqez bi ser nakeve.
TIRKIYE BI HEMÛ HÊZA XWE TEVLI ŞERÊ NAVXWEYÎ YÊ SURIYEYÊ BÛYE
Karayilan destnîşan kir ku ji ber pêvajoya şerê Suriyeyê valahî çêbûne û got: “Kurd li herêma xwe pergala xwe ava dikin. AKP’ê heta niha gelek caran mudaxaleyê vê kir. Li Heleb, Efrîn û Serêkaniyê bi hin hêzên ku bi pereyan peyda kiribû êriş bir ser kurdan. Herî dawî li Rihayê civîneke muxalîfên Suriyeyê pêk anî. Ev civîn jî bi ser neket. Gelek aliyê muxalîf tevli nebû. Ji ber ku Tirkiyeyê li gorî xwe amade kiribû. Ji bilî li dijî rejîma Suriyeyê, li dij rêxistina PYD Û YPG’ê jî mudaxale xwest. Ji ber vê gelek kom tevli nebûn. Lê kesekî reîsê Eşîra Newaf El Beşîr reviyan hatin Tirkiyeyê. Dijminahiya kurdan dikir. Bi pêşengiya vî kesî bi pereyên zêde hêzên çekdar hatin rêxistinkirin û 7 tank danê. Şandin nava Serêkaniyê û ev 5 roje li dijî PYD û YPG’ê êrîşan pêk tîne. Niha ev mudaxale bi giştî ya dewleta tirk e. Her wiha hêzên wan bi cil û bergên sivîl tevli dibin. Bi tank û topan piştgiriyê didinê. Tişta ku AKP dike gelek xeter e. Bi aşkereyi dijminahiya kurdan dikin. Hemû hêza dewletê bi kar tîne û van hêzan bi rêxistin dike û dişîne ser kurdan. Tikriya heta qirêkê tevli şerê navxweyî yê Suriyeyê bûye. Lê van hemûyan ji civaka tirk vedişêre. Çapemeniya tirk jî vê nabîne û cesaret nake ku deşîfre bike.”
Karayilan wiha berdewam kir: “Niha Tirkiye li Serêkaniyê ye. Ev 5 roje êrîş dike lê ev êrîşa terorîst têk çûye. Hêzên YPG’ê li wir bi berxwedaneke mezin li ber xwe didin. Ligel hemû hewldanên tirk êrîş têk çûye. Ev têkoşîna Tirkiyeyê bû. Ev polîtîka nîşan dide ku bi kurdan re dostanî û ji bo çareseriya pirsgirêka kurd tu tişt tune. Zêdetir di nav pratîkeke tevlihevkirinê de ye.
Di vê mijarê de ez têkoşîn û şoreşga kul i Rojavayê Kurdistanê tê meşandin silav dikim. Hemû berxwedêran silav dikim. YPG’ê li dijî hêzên rejîmê li Gir Zîro tevgereke serkeftî pêk anîn û li Serêkaniyê bi lehengiygeke mezin bi ser ket û têkoşîneke fedayî pêk anîn. Ez têkoşîna wan pîroz dikim. Ez di vê têkoşînê de mîlîtanên YPG’ê yên jiyana xwe ji dest dane bibîrtînm û ji hemû endamên YPG’ê û gelê Rojava re sersaxiyê dixwazim. Ew berxwedana wan lehengan dê li çar paçeyên Kurdistanê bijî û em soz didim ku em ê têkoşîna wan a azadiyê bilind bikin. Wan bi rastî li Serêkaniyê destan afirandin. Berxwedana li Serêkaniyê ji bo gelê Rojava berxwedana hebûn û tunebûnê ye. Ji ber ku ger li gorî Tirkan ev tevger bi ser biketa dê ev tevger li hemû Cezîre dest pê bikirin. Di vî alî de serkeftina berxewdana Serêkaniyê jib o qezencên Rojavayê Kurdistanê gelek girîng e. Ez ji bo hemû hêzên YPG’ê di vê têkoşînê de serkeftinê dixwazim. Divê hemû gelê me yê Rojaava bizane ku em ligel wane û ew ne tenê ne. Em li pişt wane.
Lê divê pêşî gelê me xwe li vir bi rêxistin bike û rêxistina xwe xurttir bike. Ji ber vê jî divê hemû partiyên siyasî, kom her tiştî li aliyekê bihêle û di bin Desteya Bilind de bên cem hev û ligel berxewdana Serêkaniyê cihê xwe bigire. Ev jî tê wateya îradebûna gelê Rojava. Ger ehemû partî li dora Desta Bilind bên cem hev û berxwedana xwe pêşve bibe. ji ber vê divê hemû gelê me yekitiya xwe bi hêztir bike.
Ez di vê esasê de dîsa hemû berxwedêr û gelê Rojava sliav dikim û dibêjim ku berxwedana gelê Rojava mizginiya pergala azad ya pêşeroja gelê kurde.”
SALVEGERA KOMARA MEHABADÊ
Karayilan ji bo salvegera Komara Kurdistanê jî ev peyam da: “Îro di dîroka kurdan de rojek girînge û roja îlankirina Kmara Kurd ya Mahabadê ye. Gelê kurd piştî şerê cihanê yê duyemîn ji bo şert û mercan binirxîne 67 sal berê îro bi pêşengiya Qazî Mihemed li Rojhilatê Kurdiatanê Komara Mahabadê îlan kir. Ev ji bo têkoşîna azadiya gelê kurd demek girîng e. Bi taybetî ev nêrîn û sekna Qazî Mihemed gelek girînge. Qazî Mihemed dema Komara Mahabadê ava kir û çarçoveyeke netew demokratîk û berfireh danî holê. Partiyên îro hêj negihiştine wê astê. Ligel ku asteke gelek girîng bidestxisibûn jî, ji ber şert û mercan û ev baş nehatibû hesabkirin û ev komar di demek kin de hatiye hilweşandin.
Li ser vî esasî ez di serî de Qazî Mihemedû hemû şehîdên Komara Mahabadê bi bîr tînim. Me ala wan hildaye. Em dê doza gelê kurd ya mafdar dê li her derê qezenc bikin.