Endamê Konseya Rêvebera KCK'ê Mustafa Karasû da zanîn ku hikûmeta AKP’ê dikare di hilbijartinan de hîleyê bike û got: “Wê demê ev tê wateya şer. Ger li hemberî îradeya gel rêzdarî neyê nîşandan, li ser îradeya gel, zext û zilm bê kirin, ev tê wateya şer.”
Karasû bi lêv kir ku ger HDP di bin bendê de bimîne wê pêvajoya çareseriyê biqede û wê operasyonên tasfiyekirina Tevgera Azadiya Kurd destpê bikin. Endamê Konseya Rêvebera KCK'ê Mustafa Karasû geşedanên dawî ji ANF’ê re nirxand.
Karasû bal kişand ser daxuyaniyên Erdogan û diyar kir ku êdî nîqaşên weke, ‘Erdogan serokkomar e an jî serokwezîre’, ne derbasdar e û wiha pê de çû: “Erdogan êdî hem serokwezîr, hem serokkomar e. Jixwe wî jî gotibû ez bibim serokkomar ez nabim wek ên din. Ji ber vê divê wisa nêz bibin. Erdogan dema buhrî serokwezîr bû. Di dema wî de hevdîtinê Oslo, hevdîtinên Îmraliyê pêk hatin. Li Osloyê bi Cîgirê Musteşarê MÎT'ê re hevdîtin dihatin kirin. Piştre wek nûnerê Erdogan, Hakan Fîdan hat. Beşdarî hevdîtinan bû. Di demên dawî de hevdîtinên ku Musteşarê Ewlehiyê û ew beşdar dibin hene. Di encama van hevdîtinan de 28’ê Sibatê li Dolmabahçeyê, hikûmet û heyeta Îmraliyê hevdîtin kirin. Piştre manîfestoya Rêber Apo hat weşandin. Erdogan got; ‘Ez van nas nakim, ev ne tiştên rast in. Lê di daxuyaniya li Dolmabahçeyê de jî, metna Newrozê li Îmraliyê ji aliyê heyeta HDP, Rêber Apo, Musteşarê Ewlehiyê û çend kesên dewletê ve hatin zelalkirin. Ev li Dolmabahçeyê hevbeş hat dayîn. Manîfestoya Rêber Apo, daxuyaniya wî ya di 2013’an de di bin agahiya dewletê de pêk hat.
POLÎTÎKAYEKE ÇARESERIYÊ YA AKP’Ê TINE
Niha Erdogan dibêje ‘Ez van nas nakim’. Dibêje ev şaş e. Ev rewşeke cidî ye. Li Îmraliyê hevdîtin hene. Bi daxuyaniya Dolmabahçeyê wê muzakereyan destpê bikira. Vê daxuyaniyê digot ku wê mase bê avakirin. Ji ber ku li wir hevdîtina hevbeş hat kirin. Heta odeyek cuda çêkirin, maseyek cuda anîn. Cihekî nû çêkirin. Wê sekreterya û heyet biçûna. Hêviya gel a li dijî pêvajoyê zêde bû. Piştî daxuyaniya Dolmabahçeyê hêvî zêde bûn. Bendewarî çêbûn. Lê Erdogan piştî demekê ava cemidî lê kir. Weke ku ev 2-3 sal e ti hevdîtin nehatine kirin.
Gotina ‘Pirsgirêka Kurd nîne’, tê wateya ku pirsgirêka terorê heye. Ji ber ku ev 40 sal e şer didome, bi deh hezaran kesî jiyana xwe ji dest daye. Gelo ev ji ku pêk tê? Kurd çima li ber xwe didin û serî hil didin. Çima evqas Kurd ketine zîndanan bi sed hezaran îşkence dîtine û nêzî 4000 hezar gund hatine valakirin. Ger ev pirsgirêk hatibin çareserkirin, çima hîna heta duh bi Rêber Apo re li Îmraliyê hevdîtin dihatin kirin. Li Dolmabahçeyê 10 xal hatin aşkerakirin. Gotinên Erdogan tê vê wateyê: Li gorî wan pirsgirêka Kurd hatiye çareserkirin. Lê nêzîkatiya herî xeter jî ev e. Ev Tirkiyeyê dibe demeke şer a nû.
Yanî di vî alî de dibe propagandaya hilbijartinê jî. Yanî dibe propagandaya hilbijartinê ya Erdogan. Ji ber ku AKP niha propagandaya hilbijartinê ya AKP’ê dike. Gotinên Erdogan tê wateya; ger hûn dengan bidin min, wê demeke ku pêvajoya çareseriyê nîne, pirsgirêka Kurd nîne pêş bikeve.
XWE JI ŞER RE AMADE DIKIN
Karasû da berdewamiya axaftina xwe de da zanîn ku hikûmeta AKP’ê di beyannameya hilbijartinê de behsa pirsgirêka Kurd nekiriye û got: “Lê vê rê ber li ber nîqaşan vekir. Piştî vê Cîgirê Serokwezîr Yalçin Akdogan got; em di pêvajoya çareseriyê de bi biryar in. Davutoglu jî got: Dema beyanname çûye çapê hinek beş jê ketine. Li pişt van gotinên wan daxuyaniyên Erdogan û înkar heye. Ji ber Erdogan înkar kir û got tine, ew nexistin beyannameyê. Erdogan dixwaze çi bike, bêguman amadekariya şerê mezin dike. Ger gotina Erdogan di hilbijartinan de bê erêkirin wê HDP winda bike. Ger AKP qezenc bike wê Erdogan bêje ‘binêre min got pêvajoya çareseriyê, pirsgirêka Kurd tine’. Wê demê wê çi bibe? Pêvajoya çareseriyê û muxatab wê tinebe. Ev jî tê wateya şer. Gotinên Erdogan tê wateya şer.
Lê divê raya giştî ya Tirkiyeyê û gel zanibin ku, dema HDP di bin bendê de bimîne wê pêvajoya çareseriyê biqede û operasyonên tasfiyekirina tevgera Azadiya Kurd destpê bike. Wê HDP’ê jî cidî negirin. Wê bêjin; gel dengên xwe neda HDP’ê. Polîtîkaya HDP’ê qebûl nekirin, pergala me ya serokatiyê qebûl kirin. Me evqas tişt ji HDP’ê re got, gel jî erê kir.’ Wateya gotinên Erdogan ev e. Divê her kes li vê baldar be. Divê her kes vê baş bizane ku, ev hilbijartin hilbijartina Erdogan e yan jî hilbijartina ku gotinên HDP’ê hatiye erêkirin e. Ger gotinên HDP’ê bên erêkirin, wê AKP têk bibe û li Tirkiyeyê pêşiya demokrasî û aştiyê vebe.
DIVÊ HIKÛMET CIDÎ NEYÊ GIRTIN
Karasû têkildarî daxuyaniya heyeta Îmraliyê ya HDP’ê ya ji bo daxuyaniyên Erdogan ya 30’ê Nîsanê da jî wiha got: “ Min daxuyaniya wan guhdar nekir. Bêguman dayîna daxuyaniyê ya HDP’ê girîng e. Davutoglu du-sê roj berê gotibû HDP çeteya şîdetê ye. Ji ber vê ger HDP çeteya şîdetê be, heyet jî çeteya şîdetê ye. Yanî helwesta heyetê ya li dijî van daxuyaniyan rast e. Hikûmet bi gotinên Erdogan dimeşe. Yê ji Erdogan nerehetin hene, lê ne bi bandor in. Ya serdest gotina Erdogan e. Ti wateya gotinên hikûmetê tine. Yanî divê êdî gotinên hikûmetê cidî neyê girtin, gotinên Erdogan esas bên girtin.
Çareseriya bê muxatab tê vê wateyê; hinek hevkaran derdixistin û wisa didin axaftin ‘AKP baş e, di mijara Kurd degavên girîng avêtine, bi asteke mezin hatiye çareserkirin, a din jî wê di nava demê de bê çareserkirin’. Bi van gotinan li dijî tevgera azadiya Kurd û HDP’ê şer vedikin. Ger AKP di dema pêş de hilbijartinan qezenc bike wê ev pêk bê.
GER LI JÎ ÎRADEYA GEL RÊZDARÎ NEYÊ NÎŞANDAN EV TÊ WATEYA ŞER
Karasû di dawiya axaftina xwe de got: “Mîr Dengîr Firat got ‘AKP ji bo hilbijartinan winda neke, şer jî dide destpêkirin’. Yanî di van hilbijartinan de her cureyê hîle û xerabiyê dikare bêkirin. AKP dikare vê bike. Erdogan her tim dibêje ez hem dibim serokkomar û hem jî bibim serokwezîr. Ji bo wî nêzîkatiya ku bi hilbijartinê hatin û çûyîn nîne. Ji bo wî bi hilbijartinê ji desthilatdariyê çûyîn, wek mirinê ye. Wek Husnu Mubarek, Saddam Huseyîn. Bi rastî jî wek Mîr Dengîr Firat gotiye, Erdogan dikare her tiştî bike. Şer dernaxe lê dikare her tiştî bike.
Gelo çima evqas polîs dike Kurdistanê? AKP’ê di hilbijartinên berê de, ji bo alozî û pevçûn dernekevin hewl dida. Digot agirbest. Niha leşker û polîsan dişîne her alî. Ji ber vê nêzîkatiya wan dibe hema pevçûn derkeve.
Ev şandina polîs û leşkeran bi xetere. Divê hêzên demokrasiyê bi hestiyar bin. AKP ji bo vê hilbijartinê qezenc bike her tiştî dike. Windakirina AKP’ê ne girêdayî CHP, MHP’ê ye. Girêdayî HDP’ê ye. Ji ber vê dikare serî li her cureyê lîstikan bide.”