Kamyonên alîkariyê 8’ê sibatê li Nisêbînê ne
Kamyonên alîkariyê 8’ê sibatê li Nisêbînê ne
Kamyonên alîkariyê 8’ê sibatê li Nisêbînê ne
KCD, BDP, OSP, KADEP, DDKD; Înîsiyatîfa Azadî û Koma Diyalogê ya Dîcle Firatê daxuyaniyek hevpar dan û diyar kir ku wana ji bo Rojavayê Kurdistanê dest bi berhevkirina alîkariyê kiriye û da zanîn ku ji bo vekirina deriyên sînor û kamyonên alîkariyê dê 8’ê sibatê li Nisêbînê bin.
Piştî girtina Tirkiyeyê deriyên sînor ên Sûriyeyê girt, gelê Rojavayê Kurdistanê bi birçîbûnê re rû bi rû ma. Rêxistin û partiyên Kurdan ên Bakûrê Kurdistanê dest bi berhevkirina alîkariya ji bo Rojavayê Kurdistanê kirin û dê kamyonên alîkariyê roja 8’ê sibatê li Nisêbînê bin.
Platforma Piştevaniya Kurdistana Sûriyeyê ya ji rêxistin, partî û pêkhateyên Kurd ên Bakûrê Kurdistanê KCD, BDP, OSP, KADEP, DDKD; Înîsiyatîfa Azadî û Koma Diyalogê ya Dîcle Firatê ve hatiye sazkirin daxuyaniyeke hevpar û bal kişand ser bûyerên li Rojavayê Kurdistanê.
Di daxuyaniya hevpar de hate ragihandin ku gelê Rojavayê Kurdistanê bi tengasiyên cidî yên aboriyê re rû bi rû ye û wiha hat gotin ku gelê Rojavayê Kurdistanê bi tengasiyên cidî yên aboriyê re rû bi rû ye û hat diyarkirin ku berê jî ji bo alîkariyê bang li rêxisitnên Kurd û navneteweyî hatiye kirin.
Rêxistin û pêkhateyên Kurd dan zanîn ku wana di çarçoveya vê bangê de dest bi kampanyaya alîkariyê kirine û bi bîr xistin ku Tirkiyeyê li ser Rojavayê Kurdistanê embargo daniye.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku dewleta Tirk dibêje ku wan alîkariya mirovahî dane gelê Sûriyeyê lê di van polîtîkayên xwe yên alîkariyê de jî cûdakariyê dike. Di daxuyaniyê de hat gotin: “Mirov nikare îro li hemberî rewşa Kurdistana Sûriyeyê têde ye bêdeng bimîne. Gelê me bi gelek awayan diyar kiriye ew tu carî vê yekê qebûl nakin.
Em weke Platforma Piştgiriya Kurdistan Sûriyeyê ji bo rakirina vê embargoyê em her tim hewl didin” û diyar kir ku wana ji bo Rojavayê Kurdistanê dest bi berhevkirina alîkariyê kiriye û da zanîn ku ji bo vekirina deriyên sînor û kamyonên alîkariyê dê 8’ê sibatê li Nisêbînê bin.
Rêxistinên Kurd banga bihîstiyariyê li hemû gelê Kurd û saziyên navneteweyî kir.