Kalkan: Bi afirandina eniya neteweyî re dixwazin pêşî li tevgera azadiyê bigirin

Kalkan: Bazara niha li ser Mûsilê tê kirin, herî zêde ji bo Başûrê Kurdistanê xetere ye. Girîng e hemû rêxistinên Kurd bigihêjin hev, kongreya neteweyî ava bikin û vê xeteriyê ji holê rakin.

Kalkan: Bazara niha li ser Mûsilê tê kirin, herî zêde ji bo Başûrê Kurdistanê xetere ye. Girîng e hemû rêxistinên Kurd bigihêjin hev, kongreya neteweyî ava bikin û vê xeteriyê ji holê rakin.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan di dewama hevpeyvîna xwe ya bi ANF'ê re li ser polîtîkayên qirêj ên dewleta Tirk li dijî tevgera azadiyê û hesabên li ser Mûsilê daxuyaniyên girîng da.

Kalkan li ser hewldanên AKP'ê yên dayîna statuya leşkerî ji bo cerdevanan got, "Ev polîtîkayeke nû nîne. Beriya niha bi demekê, li dijî gerîlayên Kurd û berxwedana azadiyê eniyên neteweyî ava kiribûn. Niha jî heman eniya neteweyî hatiye avakirin. Dengê mûxalefetê bi girtina rojnameyan, girtina rewşenbîr, nivîskar û rojnamevanan, bi gef û zextê tê birîn. Dibêje 'ya tu yê bêdeng be, yan jî tevlî nava refên min bibe'. Tê dîtin, beşek jê tevlî eniya faşîst a AKP'ê bûne. Beşek jî bêdeng bûye, hinek jê Tirkiyeyê diterikînin û berê xwe didin cihên mîna Ewropayê. Nekarîn li pêşberî êrîşên faşîzma AKP'ê li ber xwe bidin. Aliyekî polîtîkaya AKP'ê ev e."

HEWL DIDIN CERDEVANAN BIXIN NAVA STATUYA ARTÊŞÊ

Kalkan da xuyakirin, ku aliyekî din ê polîtîkaya afirandina eniya neteweyî; nêzîkatiya qelskirina desteka civaka Kurd a ji bo tevgera azadiyê ya Kurd e û got, "Yanî nokerî û xiyaneta Kurd, bi tawîz, zext, terorê û çavtirsandinê dikişîne nava refên xwe, li dijî PKK'ê, li dijî tevgera azadiyê, Kurdan datîne pêşiya xwe, dike cerdevan û bi vî rengî têdikoşe. Di salên 90'î de ev yek gelekî kirin. Di bi navê cerdevaniya gundan de sîstemek ava kirin. Ev aliyê leşkerî bû; di şerê li dijî gerîla de artêşa Tirk mirovên Kurd ên bi zorê û pereyan ber bi aliyê xwe ve kişandibû, danî pêşiya xwe. Niha jî dixwaze van bixe nava statuya artêşê. Ev aliyê leşkerî yê vê polîtîkayê ye.

CERDEVANÊN SIYASÎ

Ev jî têrê nake, pêwîstî bi aliyê çandî û siyasî jî heye. Ji bo vê jî hewl dide nivîskaran, hunermendan ber bi aliyê xwe ve bikişînin, bi Kurdî weşanê bikin û bi zimanê Kurdî Tevgera Azadiyê ya Kurd reş bikin. Mijara reîsên eşîran jî ev e. Ne tenê reîsên eşîran, berê gotineke 'cerdevaniya siyasî' hebû. Hin jê kirin parlamenter, têra xwe pere dan wan û ew bi kar anîn. Li qenalên televîzyonan digerînin. Yên ku li dijî PKK'ê daxivin bêrîka xwe tijî pere dikin. Bi rengekî bê exlaq dixwin, vedixwin. Li naverastê, hin kesên bi vî rengî yên lenet lê bûyî hene.

Niha hewl didin vê derdorê berfirehtir bikin. Van hemûyan jî bi zext, gef û çavtirsandinê dikin. Yên ku îro li dijî PKK'ê vê dikin, duh bi PKK'ê re bûn, destek didan PKK'ê. Niha jî destekê didin. Ya rast, gelekan bi zorê tevlî vî karî dikin. Em bi vê dizanin. Nikarin li ber xwe bidin, ditirsin û bi çavtirandinê dikişînin cem rejîma qirkirinê. Qaşo bi vî rengî dixwazin PKK'ê weke rêxistineke terorê nîşan bidin û nîşan bidin ku ji gel destekê nagire. Kî dikare ji vê bawer bike?"

Kalkan bang li van kesên ku bi gef, çavtirsandin û zorê li cem dewletê cih digirin kir, ku li dijî zext û zordariyê li ber xwe bidin û nebin amûrek vê siyaseta qirêj.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê di dewama axaftina xwe de hebûna leşkerên Tirk li Iraqê nirxand, ku ev leşker ji aliyê rêveberiya Iraqê ve weke 'hêza dagirker' hatiye îlankirin û daxwaza derketina vê hêzê tê kirin.

LEŞKERÊN TIRKIYEYÊ LI YEK JI SÊ PARÊN AXA IRAQÊ BI CIH BÛNE

Kalkan ev nirxandin kir: "Leşkerên Tirk ne tenê li Başîka ne. Li gelek herêmên Başûrê Kurdistanê ne. Li gelek cihên yek ji sê parên axa Iraqê bi cih bûne. Bi dehan cih hene ku leşkerên Tirk lê hene. Niha hewl didin nîşan bidin, ku leşkerên Tirk tenê li Başîka heye. Ev nêzîkatî ne rast e. Li Kanîmasî, Bamernî, Şeladizê, Zabitayê hene. Gelek cihên mîna van dikarin werin jimartin. Eger bêjin 'li ku hene?', ez dikarim cih jî nîşan bidim. Niha jî hewl didin ji xeta Çelê-Geverê sînor ber bi Başûr ve bibin. Ji Çelê dixwazin bikevin nava xeta Avaşînê, parçeyek ji axa li vir dagir bikin. Bi vê armancê êrîş dikin. Belê li Başîka hêzeke wan a bi erka taybet heye. Ev hêz bi temamî li ser Mûsilê dixebite. Başîka bûye biryargehekê ku li hêzên Mûsilê dagir bikin lê tên amadekirin."

HEBÛNA LEŞKERÊN TIRK LI BAŞÎKA JI BO PARASTINA DAIŞ'Ê Û BIDESTXISTINA RÊVEBERIYA MÛSILÊ YE

Kalkan diyar kir, dema ku DAIŞ'ê Mûsil dagir kir, artêşa Tirk li Başîkayê navendeke emniyetê ji bo wan ava kir û destnîşan kir, ku du aliyên vê yekê hene: "Ya yekemîn dixwaze serdestiya DAIŞ'ê kontrol bike. Yanî eger êrîşek li dijî DAIŞ'ê were kirin, wê ji vê navendê yekser dest li rewşê bê werdan û bi vî rengî serweriya DAIŞ'ê ya li Mûsilê were parastin. Leşkerên Tirk bi vê armancê li Başîkayê bi cih bûn. Ya duyemîn jî; Dema Mûsil ji DAIŞ'ê were rizgarkirin, dema DAIŞ ji Mûsilê were derxistin, ji bo rêveberiya Mûsilê bi dest bixe, hêzeke nû ya milîsên Iraqê ava bike û vê artêşê li wir bi cih bike. Tê gotin, bi navê Haştî-Watanî hêzek ji 30 hezar kesî li kampa Başîka hatiye perwerdekirin.

Mebesta Tirkiyeyê ya ji 'Operasyona Mûsilê' jî ev e. Xuya ye bi DAIŞ'ê re li hev kiriye. Eger DAIŞ li ser bingeha vê peymanê ji Mûsilê derkeve, dixwaze rêveberiyê radestî vê hêza milîs a 30 hezar kesî Haştî-Watanî bike, ku ji aliyê Tirkiyeyê ve hatiye birêxistinkirin. Daxwaza Tirkiyeyê ev e. Bi vî rengî Başîka dibe biryargek ku Mûsilê dixe bin kontrola TC'ê."

BAŞÛRÊ KURDISTANÊ JI ALIYÊ ARTÊŞA TIRK VE HATIYE DAGIRKIRIN

Kalkan careke din bi taybetî dubare kir û got, "Artêşa Tirk ne tenê li Başîka heye. Li gelek herêmên Başûrê Kurdistanê heye. Li 15-20 cihan, tank, yekîneyên hêzên taybet û yekîneyên zirxî yên artêşa Tirk hene. Yek bixwaze vê lêkolîn bike wê bi hêsanî bibîne. Başûrê Kurdistanê di rewşa heyî de ji aliyê artêşa Tirk ve hatiye dagirkirin. PDK xwedî lê derdikeve û dibêje 'me bang li wan kirine'. Lê rewş ne bi vî rengî ye. Di salên 2007-2008'an de ciwanên Başûrî gotin, 'Bila artêşa Tirk derkeve'. PDK'ê, Meclîsa Kurd a li Hewlêrê ji bo hêzên artêşa Tirk derkevin biryar dan. Lê belê artêşa Tirk derneket. Li dijî rêveberiya Hewlêrê, li dijî vîna rêveberiya PDK'ê li Başûrê Kurdistanê ye. Car carna bi lihevkirina bi wan re hatin, lê bi giranî bêyî lihevkirinê bi zorê hatin. Ji bo Başûrê Kurdistanê dagir bike, kontrol bike; nehêle ku Başûrê Kurdistanê veguhere keleheke azadiyê, artêşa Tirk ket nava hin cihên Başûrê Kurdistanê û li van cihan jî biryargeh ava kir."

AMADEKARÎ NE JI BO RIZGARKIRINA MÛSILÊ YE, JI BO BIDESTXISTINA MÛSILÊ YE

Têkildarî nîqaşên li ser operasyona Mûsilê Dûran Kalkan got, "Nîqaşa li ser Başîka pêwendiya xwe bi operasyona Mûsilê re heye. Operasyona Mûsilê wê çawa pêk were? Me ev fêhm nekir. Kî wê vê operasyonê bike, kî wê DAIŞ'ê ji Mûsilê derxîne? Li holê hêzeke bi vî rengî nîne. Kes li ser vê nîqaş nake. Mîna ku DAIŞ ji Mûsilê derketiye, Mûsil vala ye, nîqaşa 'Mûsil wê bikeve destê kê' tê kirin. Xuya ye bazariyeke mezin li ser Mûsilê heye. Hewldanên bidestxistina Mûsilê hene. Haştî-Watanî heye ku ji aliyê Tirkiyeyê ve hatiye amadekirin. Haştî-Şabî heye ku ji aliyê Îranê ve hatiye amadekirin. Kes ji dewleta Iraqê, ji rêveberiya Başûrê Kurdistanê, ji Kurdan û Ereban napirse. Li naverastê Îran û Tirkiye hene. Û hêzên global ên mîna Amerîka û Ewropa hene. Dewletên Yekbûyî yên Amerîka jî hewl dide van li hev bîne."

MAFÊ XWEZAYÎ YÊ RÊVEBERIYA IRAQÊ YE KU BIXWAZE ARTÊŞA TIRK JI BAŞÎKA DERKEVE

Kalkan destnîşan kir, ku mafê herî xwezayî û rast ê rêveberiya Iraqê ye ku bixwaze artêşa Tirk ji Başîka derkeve û got, "Min berê jî goti divê ne tenê bêje 'Bila ji Başîka derkeve'. Lazim e artêşa û MÎT a Tirk ji tevahiya axa Iraqê derkevin. Divê her kes vê bixwaze. Kî bi vê hêza leşkerî û hebûna MÎT'ê re tevdigere, ew hevparê vî sûcî ye. Lewma girîng e rêveberiya Bexdayê di vê daxwaza xwe de israr bike. Pêwîste li Neteweyên Yekbûyî vê daxwaza xwe bi biryardarî bilêv bike."

JI BO KURD LI MÛSILÊ NEBIN XWEDÎ BANDOR, DEWLETA TIRK DI NAVA VAN HEWLDANAN DE YE

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan got, 'Divê hesabên AKP'ê li Mûsilê bên têkbirin' û wiha dewam kir: "Ji ber ku rêveberiya Tayyîp Erdogan dixwaze li Mûsilê rêveberiyeke ser bi TC ava bike. DAIŞ bi vê wezîfeyê radibe. Hikûmeta Enqereyê ji hebûna DAIŞ'ê ya li Mûsilê ne aciz e. Destek da DAIŞ'ê ku Mûsilê bi dest bixe. Dixwazin vê yekê bidomînin. Ji xwe biryargeha li Başîkayê ji bo parastina serweriya DAIŞ'ê ya li Mûsilê ye. Wezîfeya wê ya sereke ev e.

Lê belê dibînin ku hêzên cîhanê û Rojhilata Navîn li dij in. Rêveberiya Iraqê, Amerîka li dij e. Lewma wê DAIŞ ji Mûsilê were derxistin. Di rewşeke bi vî rengî de ji bo Mûsil ji bin kontrolê dernekeve, wê hêza xwe ya dagirker, hêzên xwe yên milîs bi cih bike û bi vî rengî rêveberiya Mûsilê kontrol bike. Çima? Ji bo Kurd lê nebe xwedî bandor, vê dike. Sedema yekane ev e: Naxwaze bandoreke Kurdan a li Mûsilê çêbibe. Ji bo Kurdîtiye li Mûsilê tinebe, vê dike. Ji xwe di sala 1926'an de li ser vê bingehê bi Îngilîstanê re li hev kirin. Di Peymana Enqereyê ya Hezîrana 1926'an de rêveberiya Tirkiyeyê Mûsil radestî Îngilîstanê kir. Bi şertê 'Divê li Mûsilê Kurd tine bin, divê Ereb lê bin' radest kir."

RÊVEBERIYA BAŞÛR XWEDÎ LI HEBÛNA LEŞKERÊN TIRK DERDIKEVE, EV ŞAŞ Û XETERE YE

Dûran Kalkan di mijara Başîka de destnîşan kir, ku divê Kurd gelekî hesas û baldar bin û got, "Li ser navê rêveberiya PDK'ê, li ser navê rêveberiya Başûrê Kurdistanê di vî warî de daxuyanî tên kirin. Lê di van daxuyaniyan de xwedî li vê hebûna leşkerî tê derketin. Ev şaş e û xetere ye."

HEBÛNA LEŞKERÊN TIRK WÊ HERÎ ZÊDE ZERARÊ BIDE KURDÊN LI BAŞÛRÊ KURDISTANÊ

Kalkan ji gelê li Başûrê Kurdistanê xwest bizanibe, ku eger hebûna leşkerên Tirk a li Başîka dewam bike û li ser Mûsilê bi bandor be, wê zerara herî mezin li Kurdan bibe.

Kalkan got, "Ji ber ku ev yek di berdêla înkar û tinekirina Kurdan de tê kirin. Bazarî li ser vê ye. Bazariyeke Mûsilê ya veşartî heye. Tayyîp Erdogan dibêje 'Bila Mûsil nekeve destê Kurdan, ez dikarim hinekî din. Li ser vê bingehê dikarim DAIŞ'ê jî bidim'. Lewma di bazariya li ser Mûsilê de eger zext û ferzên rêveberiya Tayyîp Erdogan werin qebûlkirin, ev yek wê were wateya; avakirina sîstemeke nû ya înkar û tinekirina Kurdan. Qirkirina Kurdan wê li ser vê bingehê were kirin. Û herî zêde wê Kurdîtiya li Başûrê Kurdistanê zerarê ji vê bibîne.

'EGER VÎNA TEVGERA AZADIYÊ WERE ŞIKANDIN, WÊ KURDÎTIYA LI BAŞÛRÊ KURDISTANÊ JÎ JI HOLÊ RAKIN'

Eger li Mûsilê rejîmek li gorî rêveberiya Tayyîp Erdogan derkeve holê, wê piştre rêveberiya Kurd a li Başûrê Kurdistanê were tinekirin. Ji ber ku ev yek wê were wateya şikandina vîna PKK'ê, eger li Bakur, li Rojava Kurdîtî were tinekirin, wê piştre li Başûrê Kurdistanê mîna Qirkirina Dersîmê Kurdîtî were tinekirin, bê qetilkirin. Lazim her kes bi vê zanibe. Pêwîste gel, rewşenbîr û her kesên bi aqil ên li Başûrê Kurdistanê vê rastiyê bibînin. Divê partiyên siyasî û rêveberiya Başûrê Kurdistanê vê bibîne. Eger ev rêveberî û partî helwesteke rast nîşan nadin, wê demê divê gel zextê li wan bikin ku helwesteke rast li dijî xeteriyan nîşan bidin."

BI KONGREYA NETEWEYÎ EV XETERÎ DIKARE JI HOLÊ WERE RAKIRIN

Kalkan got, "Ez bi rengekî vekirî dibêjim: Xeterî heye. Xeteriyên gelekî mezin li ser Başûrê Kurdistanê hene. Bazariya li ser Mûsilê herî zêde ji bo Başûrê Kurdistanê xetere ye. Hemû rêxistinên Kurd dikarin bibin yek û bi avakirina kongreya neteweyî re vê xeteriyê ji holê rakin. Em weke tevger, vê xeteriyê dibînin. Gelek car in em bang li rêxistinên Kurdan dikin. Bêyî dereng bimîne, bêyî xeterî mezin bibe û nema karibe pêşî lê were girtin, divê yekîtiya xwe ava bikin, siyaseteke hevpar a Kurd destnîşan bikin, hêzên xwe ava bikin û zîhniyeta û siyaseta nû ya înkar û tinekirina Kurdan têk bibin."