Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Dûran Kalkan aşkere kir ku hukûmeta AKP’ê ya ku dixwaze PKK’ê tune bike, li hemberî berxwedana Kurdan bi “binketin, bêçaretî û rebeniyê” re rû bi rû maye. Kalkan da zanîn ku li pêşiya demokratîkbûna Tirkiyeyê û çareseriya pirsgirêka Kurd saziya siyasî asteng e. Kalkan bal kişand ser hedefa Erdogan a 2023 û got; “Tu dê çawa biçî 2023, ka em pêşî 2013’ê bibînin? Em binêrin dê çi bibe, çi nabe, ev yek ne diyar e.”
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Dûran Kalkan bersiv da pirsên rojnamevan Bakî Gul û helwesta hukûmeta Tirk a li hemberî Kurdan nirxand.
Kalkan destnîşan kir ku şerê li Kurdistanê di sala 2012 de dijwar bûye û wiha got: “Niha hewl didin ku mirov bêje qey ev 30 sal in li Kurdistanê şer tune ye, faşîzma 12 Îlonê li Kurdistanê şer îlan nekiriye, beriya wê jî li Kurdistanê mêtîngerî nebûye, qirkirin, dagirkerî û mêtîngerî tune be, li hemberî vana pêngava 15’ê Tebaxê nehatibe avêtin û ji wê rojê ve berxwenda gerîlayan tune be. Encama têkoşîna sala 2012 a herî girîng : Piştî komploya navneteweyî kesên ku Tirkiyeyê bi rê ve dibirin, di nava civaka Tirkiyeyê de, di raya giştî ya cîhanê de qeneet kirin ku gelê Kurd nikare li ber xwe bide, PKK nikare şer bike, gerîla nikare têbikoşe. Kêm an zêde, wisa an jî wiha, razî an jî bi guman, lê ev yek di her kesekê de çêbû. Vê kompoloyê bandorek wiha li navneteweyî kir. Lê piştî ku li hemberî komployê berxwedanek ewqas xurt pêş ket, her kes heyrî ma. Hema weke bêjin “ev ji kû derket.” Bi kurtî gotin PKK û Kurd nikarin şer bikin! Dema şerê li Başûr jî wiha gotin. Gava di 1’ê hezîrana 2004 de dema gerîlayan çalakiyên bersivdanê li dar xisitn jî vê yekê gotin. Gotin ‘hinek çalakî çêdibin, lê PKK nikare zêdetir bike’. Gotin qey potansiyela PKK’ê û Kurdan nemaye û şkestine. Herî zêde AKP’ê ji vê yekê bawer kir. Bi vî awayî gotin qey her tişt li gorî dilê wan e û li gorî xwe hin lîstok leyist.”
Kalkan da zanîn ku hukûmeta AKP’ê di sala 2009 de biryara şer daye û bal kişand ku ev biryara şer bi operasyonên di 14’ê nîsana 2009 de di bin navê KCK’ê de li hemberî siyaseta Kurdan pêk hat, dest pê kir. Kalkan got; “Wê demê, AKP’ê di 14’ê nîsana 2009 biryara şerkirinê daye. Vî şerî wê rojê daye destpêkirin, wê demê gotiye ku dibe berxwedan çêbibe, şer çêbibe, gelê Kurd dibe careke din rabe ser piyan, hesabê vê yekê girt û tedbîr girt. Di sala 2009 de biryara bê ew ê çawa berxwedana Kurdan bişkîne û di salên 2010 û 2011 de vê planê berdewam kir.”
Kalkan da zanîn ku AKP ji bo gotinên weke “jidilî, duristî û rawestina li ser soza xwe” dûr e û da zanîn li gorî hesabê AKP’ê diviyabû PKK heta adara 2012 bihata tunekirin. Kalkan got; “Serşêwirmendê Tayyîp Erdogan, Yalçin Akdogan digot ku dê heta adara 2012 PKK tune bibe. Ev gotin çi zû hatin jibîrkirin.Hesabê wan ev bû. Li gorî vê êrîş dikirin. Ji her aliyan ve bi qasî hêza xwe êrîş dikirin. Ango aliyê êrîşkar û şer dikir ne Kurd û PKK bûn. AKP êrîş dikir û şer dikir.”
Kalkan destnîşan kir ku AKP di 12’ê hezîrana 2011’an de bi tena serê xwe ji bo ku piraniya meclisê ku makeqanunê çêbike kete hilbijartinê lê ji sedî 50 dengan bigire jî hejmara parlamenterê wan kêm bû û ji hezîrana 2011’an şûnde AKP’ê polîtîkayeke gelek êrîşkar şopandiye.
Kalkan destnîşan kir ku propaganda û siyaseta AKP’ê li ser gel û li ser şoreşgeran êrîşkarî ye, yanî êrîşeke topyekun dimeşîne. Kalkan wiha pê de çû: “Êdî dê di 2012’an de PKK berxwedana wê tune bûya, her wiha dê di şerê li dijî PKK, yanî şerê gelê kurd dê bi ser keta û wekr fermandarekî AKP û Tayyîp Erdogan dê makeqanûnan dê derxist. Soz da. Got piştî 12’ê hezîrana 2011’an di nava salekî de dê makeqanûna nû çêbike.Di navberê de 15 meh derbas bû, ka makeqanûn? Ka hêj îskeletê wê jî li holê tune.
Kalkan da zanîn ku hesabên AKP’ê bi xêra berxwedana gerîla têk çû û wiha got: “Niha jî dibêje ez PKK’ê tune dikim û planan dike. Êrîşan pêk tîne. Li hemberî berxwedana PKK’ê têk çûye, niha bê çareser, bê çaresesrî û bê hêvî maye.
Kalkan da zanîn ku di rojê dawî de di eniya hikûmetê de lêgerînên nû yên wekî dê ‘ ji nû ve muzakere pêk bê’ encama van geşedanane û wiha got pê de çû: “Yanî dema mirov li sala 2012’an dinêrin li her eniyê polîtîkayên AKP’ê îflas kiriye, têk çûye. Li hemberî berxwenan gel ya bi pêşengiya PKK’ê û serkeftineke mezin bi dest xistin. Rewş niha ev e.”
Kalkan destnîşan kir ku îro hêzên welatparêz yên kurd li her parçeyê, li hemû Kurdistanê ligorî demên berê zêdetir di nava piştevaniyê de ne û wiha got: “Heta ku pirsgirêka kurd çareser nebe dê pêngavek jî neyê avêtin. Pirsgirêka herî zindî ya herî dînamîk li holê ye. Wê demê heta ev pirsgirêk neyê çareserkirin pêngav nayê avêtin.”
Kalkan wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ger AKP dîsa hebe 10 salên din, niha dibêjin 2023, tu bi çi diçî 2023’an, heta tu 2013’an bibînî. Çi dibe çi nabe ne diyar e. Ew propagandayên ku tenê civakê dixapînine. Pirsgirêkên acîl û bi êş hene. Heta ew çareser nebin tu nekarî biçî cihekî. AKP ne hêzeke çareseriyê ya bi vî rengî ye.”
Kalkan di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Ez dikarim vê bêjim. Ji bo çareseriya pirsgirêka kurd hawireke ku ji ya her demê baştir niha heye. Kurd xwedî yekitî, îdelolojî, rêxistinê, leşkerî û siyaseteke ku çareseriyê pêk tîne ye. Ev li hemberî her êrîşê bi berxwedan û polîtîkayên ku afirandin îspat kirine. Hezar carî îsbat kirine. Li Bakur, Başur, Rojava, Rojhilat îsbat kirin. Ji aliyê kurdan ve çareserî amade ye.”
Kalkan diyar kir ku niha li pêş demokratîkbûna Tirkiyeyê û çareseriya pirsgirêka kurd astengî saziya siyasetê ya Tirkiyeyê ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Partiyên siyasî, meclis û pergala îdarî ye. Ew pergala wilayet û walî jî tê de ye. Ev olîgarşiya siyasî û olîgarşiya burokratîk asteng dike. Ev li pêş asteng in. MHP asteng dike. CHP asteng dike. Herî zêde jî AKP asteng dike. di serê siyaseta olîgarşî de jî AKP heye. Erdogan hemû kesî bi siyasta olîgarşî rexne dike. Lê lîderê olîgarşiya siyasî ew bixwe ye. wî hemû anî cem hev. AKP çareseriyê asteng bike. Niha AKP hebûna kurd, kurdan wekî gel, wekî netew qebûl bike jî dê tu kes li pêş AKP’ê nebe asteng. Em sekna îdeolojîk ya AKP li vir bibînin. AKP ne hêzek demokratîke. Ne hêzeke ku biratiya îslamê ye.”