Jiyanek li ser rêya rizgarî û azadiyê: Botan Tirkmenî
Rêxistinên gel û kesayetên serbixwe yên ji gel û baweriyên cuda yên li Sûriyeyê, hevkarî bi YPG/YPJ'ê re kirin, li çeper û eniya şer cih girtin. Yek ji van jî Botan Tirkmenî bû.
Rêxistinên gel û kesayetên serbixwe yên ji gel û baweriyên cuda yên li Sûriyeyê, hevkarî bi YPG/YPJ'ê re kirin, li çeper û eniya şer cih girtin. Yek ji van jî Botan Tirkmenî bû.
Helbestvan dibêje; "Ji Çînê heta Spanya, ji Kap Hêviya Baş heta Alaskayê.. Li her qada deryayî, li her kîlometreyê dost û dijminên min hene... Ew dost in ku me carekê jî silav nedane hev... Ku dikarin ji bo heman nanî, ji bo heman azadiyê, ji bo heman hesretê bimirin."
Gelên Sûriyeyê ji bo jiyaneke hevpar, wekhev û azad li dijî rejîma Baas û bi sedan komên çete yên weke El Nûsra, DAIŞ, Tûgaya Sûltan Mûrad bi rengekî dîrokî û efsaneyî li ber xwe didin. Mirovên ji netewe, çîn û çandên cuda destek dan vê berxwedanê.
Rêxistinên gel û kesayetên serbixwe yên ji gel û baweriyên cuda yên li Sûriyeyê, hevkarî bi YPG/YPJ'ê re kirin, li çeper û eniya şer cih girtin.
Yek ji van jî, ewladê leheng ê gelê Tirkmen Botan Tirkmenî bû...
Me Botan Tirkmenî, li xeta Efrîn-Ezazê, di têkoşîna dijî komên çete El Nûsra, Ehrar El Şam û Tûgaya Sûltan Mûrad de, li çeperekê hev nas kiribûn.
Botan Tirkmenî dabû xuyakirin, ku pêvajoya li Sûriyeyê ya bi serhildanên gel ên sala 2011'an dest pê kir, ji ber destwerdana hêzên navneteweyî û hêzên herêmê xitimî û veguherî şerekî kor:
"Di serhildana xwe ya sala 2011'an de, bi çalakiyên gel ên aştiyane me daxwazên xwe yên ji bo guherîn û veguherînê bilêv kirin. Me destnîşan kirin, ku li Sûriyeyê ne tenê gelê Ereb dijî, her wiha Tirkmen, Suryanî, Çerkez, Kurd, Ermenî jî dijîn.
Me bi çalakiyên xwe nîşan dan, em jiyaneke hevpar, wekhev û azad dixwazin, ku di nava vê jiyanê de hemû gel û bawerî dikarin bi zimanê xwe baxivin, çand û baweriya xwe biparêzin.
Rejîma Baasê jî bi kuştina mirovan bersiv da vê daxwaza me û bi destwerdana hêzên navneteweyî, herêmî û çeteyên li ser navê wan şer dikin re, welatê me bû qada şerê navxweyî.
Gelek însan, ez jî di nav de, ji bo avakirina Rojava ya azad û Sûriyeya Demokratîk, ku hemû bawerî û gelên li Sûriyeyê dikarin lê bi hev re bijîn, tevlî şer bûn."
Botan Tirkmenî weke zarokekî ji malbateke kedkar li bajarê El Babê ji dayik bû. Hê di emrê xwe yê zarokatiyê de dest bi kar kir. Bi kedê jiyana xwe hûnand. Her tim ked û nirx tevlî jiyan û cîhana xwe kir.
Di dara 2011'an de, yek ji çalakgerên herî aktîf ên raperînên gel, Botan Tirkmenî bû. Di pêvajoya ku ji ber destwerdana hêzên navneteweyî û herêmî veguherî şerê navxweyî de, li cem hêzên gel cih girt.
Li nava refên Cephet El Ekrad û Ceyş El Siwar, di navbera salên 2013-2015'an de li xeta Heleb, Til Hasil, Til Eran, Ezaz-Efrînê li dijî êrîş, komkujî û dagirkeriya komên çete DAIŞ, El Nûsra, Ehrar El Şam, Tûgaya Sûltan Mûrad bi lehengî şer kir.
Di navbera salên 2015-2016'an de tevlî pêngava Girê Spî, pêngava Sirrînê, pêngava Holê ya li ser sînorê Iraq-Sûriyeyê, pêngava Tişrînê û pêngava rizgarkirina Minbicê bû, ku ji aliyê leşkerî û siyasî ve hevsengiyên li cîhanê guherand. Bi vî awayî di serketinên dîrokî de bi rola xwe rabû.
Botan Tirkmenî, di pêngava rizgarkirina Minbicê de, ku roja 1'ê Hezîranê dest pê kir û 73 rojan dewam kir, cih nehişt ku xwe negihandê. Tirkmenî piştî ku bajar bi temamî ji çeteyên DAIŞ'ê hat paqijkirin, di operasyonên paqijkirina xeta başûrê Minbicê de jî bi roleke aktîf rabû.
Di operasyonên rizgarkirina bi dehan gund û gundikên başûrê Minbicê de Botan Tirkmenî yek ji fermandarên operasyonan bû. Di 18'ê Tebaxa 2016'an de, di êrîşa bombeyî ya çeteyên DAIŞ'ê de li gundê Meqteh El Hejar El Sexir ê li başûrê Minbicê şehîd bû.
Ji ber ku em şoreşger in, gelek caran me xwe gelekî bi şens dîtine. Ji ber ku şoreşgerî di heman demê de diyariyeke jiyanê ye ji bo me.
Û ya ku wê dixemilîne jî, bêguman naskirina dost û hevrêyên esîl û paqij in. Em qet hev du nas nekin jî heman evînê, heman şerî, heman xemgîniyê, heman hêvî, kar, xewn, xeyal, pirtuk û asoyî parve dikin.
Ewladê leheng ê gelê Tirkmen Botan Tirkmenî, tu yê di têkoşîna mafdar a gelê me de, di têkoşîna me ya şoreşgerî de ti carî neyê jibîrkirin; her tim were bîranîn û her daîm bijî.