Jinên ji axê hatibûn dûrxistin dîsa bi axê re digihin hev

Li gel hatina mehên biharê, Şaredariya Ertemêtan a Wanê xebatên xwe yên ji bo çandina darên fêkiyan didomînin.

Şaredariya Ertemêtan a Wanê li gel hatina mehên barê xebatên xwe çandina darên fêkiyan didomînin. Li gel vê di çarçoveya xebatên projeya “Dara Jiyanê” de wê careke din jinên ji axê hatibûn dûrxistin, bi axê re bigihin hev.

Midûriyeta Xebatên Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Ertêmêtan di çarçoveya xebatên xwe de li gel hatina mehên biharê xebatên ji çandina darên fêkiyan dabû destpêkirin, bê navber berdewam dike.  Şaredariya Ertemêtanê li Taxa Elmalikê li herêmeke 9 hezar metre dam projeya “Dara Jiyanê” danîn. Di vê çarçoveyê de darên fêjiyan tên çandin. Hevşaredara Ertemêtan Sevîl Rojbîn Çetîn û Midûriyeta Polîtîkayên Jinan tevlî xebatên çandina daran bûn.

Şitla destpêkê ji aliyê Hevşaredara Ertemêtan Sevîl Rojbîn Çetîn û Midûriyeta Polîtîkayên Jinan hate çandin.

...