Ji YPG’ê çalakiya bersivdan: 3 leşker mirin, 2 teslîm bûn

Ji YPG’ê çalakiya bersivdan: 3 leşker mirin, 2 teslîm bûn

Yekîneyên Parastina Gel (YPG), li hemberî komkujiya ku rejîma Suriyeyê li bajarê Helebê li dijî kurdan pêk anîbû û di encamê de 21 kesan jiyana xwe ji dest dabû, çalakiyên tolhildanê li dar xistin. Di çalakiyên ku li dijî baregehên leşkerî yên li Efrînê hatin lidarxistin de, 3 leşker mirine, 2 leşker teslîm bûn û 8 kelaşnîkof, gelek alavên leşkerî û belge hatin desteserkirin.

Li gorî agahiyên ku çavkaniyên YPG’ê dane, hêzên YPG’ê di saetên êvarê de li bajarê Rojavayê Kurdistanê Efrînê li dijî qonaxa hikûmetê, baregehên artêşa Suriyeyê û baregeha pêxasên (cerdevan) dewletê çalakiyên tolhidanê li dar xistin. Di encama çalakiyan de li baregeha leşkeriyê 3 leşker hatin kuştin, 30 çek û gelek alavên leşkerî hatin desteserkirin, li avahiya hikûmetê subayek birîndar bû û 50 çek, alavên leşkerî û gelek belge hatin desteserkirin, li baregeha pêxasan jî hemû pêxas bi çekên xwe ve hatin girtin. Li gundê Qîbarê yê girêdayî Efrînê jî 2 leşker bi çekên xwe teslîmî hêzên YPG'ê bûn.

Li aliyê din li bajarê Dêrika Hemko jî hêzên YPG'ê li hemberî girê Qereço ku noqteya leşkerî lê bû, çalakî li dar xist. Di encama çalakiyê de 5 leşkerên li noqteyê bûn, hatin binçavkirin, lê piştre serbest hatin berdan.

Berdevkê çapemeniyê yê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Xebat Îbrahîm, derbarê çalakiya ku hêzên YPG'ê li Efrînê li dijî baregehên rejîma Suriyeyê pêk anî de, bi telefonê tevlî bernameya nûçeyan a Ronahî TV bû. Xebat Îbrahîm, diyar kir ku ev çalakî li hemberî komkujiya ku rejîmê li Taxa Şêz Meqsûd a bajarê Helebê, li dijî kurdan pêk anî bû, çalakiya parastina rewa ne û bersivdayînê ye.

TU ÊRÎŞEK BÊ BERSIV NAMÎNE

Îbrahîm, got ku divê hemû kes zanibe ku xwîna welatiyek wan jî bê rijandin, ev yek bêbersiv namîne û ev tist gotin: "Ev îlankirina tolhildana şehîdan e. Her wiha hişyariya ji bo rejîmê ye. Tu êrîşek bê bersiv namînin."

Xebat Îbrahîm, destnîsan kir ku divê gelê Rojavayê Kurdistanê jî zanibe ku YPG wekî hêza parastinê, li hemû bajarên Kurdistanê ji bo parastina gelê xwe amade ye û tu êrîş bêbersiv namînin. Îbrahîm, bal kişand ku ew li hemberî îhtîmala êrîşek muhtemel a Suriyeyê jî, li ku derê dibe, bila bibe, ew ê bersiv bidin.

Hêzên YPG'ê di 6'ê îlonê de jî piştî komkujiya Şêx Meqsûd li bajarê Kobaniyê bermayiyên leşkerî yên rejîma Suriyeyê yên li dora bajêr mabûn jî, ji bajêr derxistibûn.