Ji YPG'ê banga tevlîbûna ciwanan

Ji YPG'ê banga tevlîbûna ciwanan

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastiya Gel (YPG), destnîşan kir ku ew ê li hemberî hemû êrîşên li ser gelên Rojavayê Kurdistanê û Suriyeyê biparêzin û bang li ciwanan kir ku ji bo serbilindî û rûmeta gel tevlî refên YPG’ê bibin.

Fermandariya Giştî ya YPG’ê ya ku Desteya Kurd a Bilind a Rojavayê Kurdistanê wekî hêzên parastinê yen fermî qebûl kiriye, derbarê rewşa dawî ya Rojavayê Kurdistanê û Suriyeyê, her wiha têkildarî xebatên xwe daxuyaniyek nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ev salek û nîv e li dijî siyaseta zulumkar a sîstema Baasê li Suriyeyê şoreşek tê meşandin û hate gotin ku li gel hemû hewldanên sîstemê yên hovane jî, gelên Suriyeyê ji bo avakirina Suriyeyek demokratîk têkoşîna xwe didomînin.

‘GELÊ KURD DI REFÊN PÊŞ DE CIHÊ XWE GIRT’

Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku gelê Kurd ê li Rojavayê Kurdistanê jî ev bi dehan salane di bin asîmîlasyon, kuştin û girtinê de dijî, bal hat kişandin ku ji roja destpêkirina şoreşê ve gelê kurd di refên pêş de cihê xwe girtî ye. Di daxuyaniyê de hate gotin ku gelê kurd di hemû meşên xwe de hilweşandina sîstemê û azadiya gelê kurd xwestiye û li ser vî esasî xwe birêxistin kirine û saziyên xwe ava kirine.

‘YPG ÇI DIBE BILA BIBE DÊ GEL BIPARÊZ E’

YPG’ê di daxuyaniya xwe de derbarê xwebatên xwe de jî agahî dan. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku YPG bi daxwazên gel ve girêdayî ye û ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd, ew ê wekî erkek exlaqî têbikoşin. Di berdewama daxuyaniyê de hate gotin ku ji sala 2004’an ku sîstemê li ser gelê kurd komkujî pêk anî ve wan jî ji bo parastina gel amadekarî dane destpêkirin û wiha hat domandin: “Lê di salên dawî de wekî rêxsitinek parastina rewa bi rengekî fermî em derketin holê. Hemû kar û xebatên YPG’ê bi awayekî fermî tên meşandin. Dîsa YPG’ê soz daye gel ku dê ji hemû êrîşan bi parêz e. Ev êrîş ji ku bê bila bê, em nahêlin ku dijminên gelê kurd û gelên Suriyeyê û pêxasên wan destkeftiyên gel binpê bikin. Dîsa YPG li hemberî hewldanên reşkirinê yên ji aliyê pêxasên sîstema Tirk û Suriyeyê ve tên meşandin bêdeng namîne.”

BANGA TEVLÎBÛNÊ

Di dawiya daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku ji bo tevlîbûna YPG’ê li Dêrîk û Efrînê 2 navend hanite avakirin û banga, “Ji bo ku ciwanên kurd xwe ji sîstemê bi parêzin, bila bên tevlî bibin. Ev tevlîbûn dê bibe serbilindî û rûmetek ji bo gelê kurd û gelên Suriyeyê” li ciwanan hate kirin.