Ji yekîneyên YPS’ê li Sêrtê çalakiyê kemînê

Koordînasyona Giştî ya YPS’ê, diyar kir ku li Sêrtê di 29’ê Îlonê saetên şevê de li Taxa Çakmak yekîneyên YPS/YPS-JIN ji dû baskan ve kemîn danî û 2 wesayîtên zirxî kirin hedef.

Koordînasyona Giştî ya YPS’ê diyar kir ku wesayîta zirxî ya Şîmşek hate îmhakirin û wiha got: “Wesayîtekî zirxî jî hate derbkirin. Têkildarî jimara kuştî û birîndarên çeteyên Qesrê agahiyên zelal nehatin bidestxistin.”

Koordînasyona Giştî ya YPS’ê di daxuyaniya xwe de ev agahî parvekir: “Li Sêrtê 3’yê Îlonê saet 23.00’an yekîneyên me yên YPS/YPS-JIN li Taxa Çakmak çalakiyek li dijî lojmanên Polîsan pêk anîne. Çalakiya sabotajê li dijî nîzamiyê hate kirin û ziyaneke mezin gihayê. Bi derbên bi bandor 3 roket bi îsabet li hedefê ketin, lê jimara kuştî û birîndarên çeteyên Qesrê nehatiye zelalkirin.

29’ê Îlonê saet 22.30’an li Taxa Çakmak a Sêrtê, yekîneyên me YPS/YPS-JIN ji du baskan ve çalakiyeke kemînê pêk anîne û 2 wesayitên zirxî kirin hedef. Li vir wesayiteke zirxî ya bi tîpa Şîmşek hatiye rûxandin. Wesayita din a zirxî derb xwariye. Jimara kuştî û birîndarên çeteyan nehatiye zelalkirin.

Piştî çalakiyê çeteyan operasyon dane destpêkirin.

Li Farqînê, 30’ê Îlonê piştî nîvro saet 15.30’an li dijî kontrayekî ku li Taxa Ferûdûn dimîne, xebatên AKP’ê dike û di heman demê de midûrê dibistanê ye, çalakiyek hate lidarxistin. Di vê çalakiyê de kontra birîndar bû.”