Li Colemêrgê ji sala 2009'an heta niha gelek kes lî ser îfadeyên şahidê nepenî "Oyun Bozan" hatin girtin. Girtiyê bi navê M.E. li girtîgehê çawa bû "şahidê nepenî" bi nameya şandî vegot. M.E. diyar kir ku, 4 salin îfadeyên polîs derheqên kesên nasnake amade dike, îmza dike û piştî dest ji şahidîniya nepen berda zext li ser malbata wî zêdebûn û ji malbata wî 3 kes hatin girtin û wiha got: "Ev rewş kesên her roj bi îfadeyên şahidên nepenî tên girtin li hemberî komployekî çawanin nîşan dide. Îfadeyên hemû şahidên nepenî senaryoye. Gelek kes xeyalî ne û hinek jî weke min hatine xapandin."
Di hemû dozên siyasî yên salên dawî de bi rêbaza "şahidên nepenî" yên li dijî hiqûqê bertekan digirin û yek yek êdî derdikevin holê. Di gelek dosyayan de ji ber şahidên nepenî nayên dîtin nayên dadgehan. Li Colemêrgê gelek kesên bi îfadeyên şahidên nepenî hatin girtin û navê şahidê nepenî yê "Oyun Bozan" ku di hemû dosyayên bi navê KCK'ê de derbaz dibe, bi nameya şandî derket holê.
JI ŞAHIDÊ NEPENÎ ‘OYUN BOZAN’ NAME
Girtiyê bi navê M.E. yê ku ji sala 2009'an hate niha li Colemêrgê bi navê şahidê nepenî "Oyun Bozan" dike û gelek kes li ser îfadeyên wî hatin girtin, ji Girtîgeha Tîpa E ya Mûşê bi nameya jî DÎHA'yê re şandî çawa bû "şahidê nepenî" vegot. M.E. diyar kir ku, 4 salin îfadeyên polîs amade dike yên derheqê kesên nasnake îmza dike û piştî dest ji şahidiya nepenî berda zext li ser malbata wî zêdebûn û 3 kes ji malbata wî hatin girtin. M.E. herî dawî di rûntina 27'ê tîrmehê de li 3'emîn Dadgeha Cezayên Giran ya Wanê got şahidê nepenî yê bi navê "Oyun Bozan" ewe û hemû îfadeyên heta niha dayîn derewin û bi zora polîsan îfade dan.
'HEMÛ ÎFADEYAN POLÎSA AMADE DIKE'
M.E. di nameya şandî de anî ziman ku, di sala 2009’an ji ber zext, gef û şantaja li Şaxa Têkoşîna Bi terorê ya Midûriyeta Polîsan ya Colemêrgê li wî kirin îfade dayîn qebûl kir û careke din ji vê yekê xwe xilas nekir û tiştên jiyan kir wiha vegotin:
"Di sala 2009'an de ez li Colemêrgê hatim binçavkirin. Ez li Şaxa TEM'ê rastî gef û şantajên 2 polîsên bi navê Murat û Şahîn hatim. Ji ber ku ez tirsiyam min 'şahidîniya nepenî' qebûl kir. Dozgerê Colemêrgê jî zext li min kir. Piştî vê yekê min derheqê gelek kesan de îfade dan. Lê hemû îfade derew bûn û bi temamî ji aliyê polîsan ve hatin amadekirin."
M.E. da zanîn ku, hemû îfadeyan yekîneya lêpirsînê ya Midûriyata Polîsan ya Colemêrgê amade dike û ew jî bû perçeyekî vê senaryoyê û wiha destnîşan kir: "Min der heqê kesên tu caran nasnekirin û siyasetmedarên Kurd de îfade dan. Polîsên Colemêrgê her tim dixwazin van kesan bigirin lê ji ber ku ji bo girtinê tu delîl tunebûn, bûn. Ez jî bûm amûrê komploya li hemberî van kesan hate amadekirin. Piştî min îmza avêt bin vê bêrûmetiyê min derheqê hinek kesên nas de jî îfadeyên îftîra dan. Min ev hemû li hemberî ez îşkenceyê nebînim û neyêm girtin kirin."
'DADGERAN XWEST KU EZ ÎFADEYÊN MIN LI CEM POLÎSAN ÎMZA KIRIN QEBÛL BIKIM'
M.E.bilêv kir ku, piştî "şahidîniya nepenî" qebûl nekir hate girtin û wiha nameya xwe berdewem kir: "Piştî ez hatim girtin, berê ez li Girtîgeha Tîpa F ya Wanê mam û pişt re jî ez şandim Girtîgeha Tîpa E ya Mûşê. Li girtîgehê bêrûmetiya min kirî derûniya min xirab kir. Ji ber vê yekê min ji dadgehê re daxwazname nivîsand û min got ez dest ji zagona pûşmaniyê û şahidîniya nepenî berdidim.
Piştî min daxwazname da dadgehê bi hinceta 'rûniştin heye' ez nebirim Edliyeya Wanê. Di dema ez çûm dadgehê Dozgerê Komarê yê bi Rayeya Taybet ê Wanê D.Y. Dadgerê 3'emîn Dadgeha Cezayê Giran yê Wanê B.K û Dadgerê 4'emîn Dadgeha Cezayên Giran yê Wanê yê ku ez navê wî niziman lê ji Agiriyê ye bi min re axivîn. Ji min re gotin îfadeyên min li Midûriyeta Polîsan ya Colemêrgê îmza kirin qebûl bikim û dest ji îfadeyan bernedim. Gefên heke dê malbata min di zorê de bimîne li min xwarin. Lê min qebûl nekir û min îfade red kirin. Piştî demek kin gefên xwe bi cih anîn û 2 birayên min girtin. Birayekî min bi îdîaya "endamê rêxistinê ye" ceza girt. Malbata min tê mexdûrkirin."
'REWŞA MIN NÎŞANEYA ŞAHIDÎNIYA NEPEN ÇAWA PÊŞXISTIN YA ŞÊNBERE'
M.E. got, "Rewşa min pêkanîna 'şahidîniya nepenî' çawa pêşxistin ya şênbere" û wiha nameya xwe bi dawî kir: "Ev yeke komploya her roj bi van îfadeyan tên girtin nîşan dide. Hemû îfadeyên şahidên nepenî senaryoye. Gelek kes xeyalî û gelek kes jî weke min hatin xapandin û îfade bi wan dan îmzakirin. Ez ji wan re pêşniyar dikim demildest ji vê bêrûmetiyê berdin. Rola min ya ku hemû bêrûmet derkevin holê mezine. Sekna min ya kirêt û xerab ji bo ev rol derbikeve holê mezine. Heke ez li hemberî gelê xwe tevlî vê lîstika kirêt nebibam ev yek nedihate serê min. Ji ber van hemû yan ez lêborîn ji gelê xwe dixwazim. Ji ber ez ji vê bêrûmetiyê xilasbûn ez keyfxweşim."