Rejîma Komara Îslamî ya Îranê cezayên giran bi ser girtiyên Kurd ên siyasî de dibarîne. Dadgeha Şoreşê ya Sineyê 136 sal cezayê girtîgehê li 6 girtiyên Kurd ên siyasî birî.
Dadgeha Şoreşê ya bajarê Sineyê roja çarşemê, bi giştî 136 sal cezayê girtîgehê li girtiyên siyasî yên Kurd Cengîz Qedemxeyrî, Fexredîn Ferecî, Mihemedhusên Rezayî , Eyûb Esedî, Kawe Mûradî û Kawe Ferecî birî. Hate zanîn ku sedema cezayê li girtiyên siyasî yên Kurd hate birîn “alîkarî û endamtiya rêxisitn û partiyên Kurd e.”
Hat ragihandin ku li Cengîz Çengîz Qedemxeyrî yê ji Kamyaran 40 sal, Fexredîn Ferecî yê ji Merîwanê 30 sal, Mihemedhusên Rizayî yê ji Dîwandereyê 30 sal, Eyûb Esedî yê Merîwanê 20 sal, Kawe Ferecî 8 sal û li Kawe Muradî jî 8 sal cezayê girtîgehê hate birîn.
JI SERÊ SALÊ VE 6 GIRTIYÊN KURD ÊN SIYASÎ BI ÎDAMÊ HATIN MEHKÛMKIRIN
Li gorî tomarên ANF’ê, tenê ji serê sala 2012 ve rejîma Îranê cezayê dardakirinê li 6 girtiyên Kurd ên siyasî birî. Rejîma Komara Îslamî ya Îranê, herî dawî cezayê dardakirinê li girityê Kurd ê bi navê Mensûr Arwendî yê ji bajarê Mehabadê birî. Hinceta vî cezayê li Arwendî yê ku zêdetirê salek e di girtîgehê de ye, hate birîn; “Hevkariya li gel partiyek Kurd e”. Dadgeha Şoreşê ya Mehabadê di 13’ê Îlonê de cezayê îdamê li Arwendî birî û ji bo mafê îtîrazê jî tenê 20 roj dane.
Her wiha, di hefteya borî de jî Dadgeha Şoreşê ya Mehabadê ya rejîma Îranê bi hinceta “hevkariya partiyek Kurd kiriye” cezayê dardekirinê li girtiyê Kurd ê siyasî yê bi navê Saman Nesîmî jî birî. Ji ber îtîrazê dosyaya Neîmî careke din ji Dadgeha Bilind re hatiye şandin. Saman Nesîmî di tebaxa 2011 de li Mehabadê hatibû binçavkirin û piştre hat girtin. Ji wê rojê ve di girtîgehek a Mehabadê de tê ragirtin.