Ji Qereqola Kamişli Gever tê bombekirin

Li Geverê ku li dijî êrîşên çeteyên Qesrê berxwedan dewam dike, ji Qereqola Kamişli ya li gundê Kamişli ku 20 kîlometreyan dûrî Geverê ye, top li ser taxan tên barandin.

Li Geverê ku li dijî êrîşên çeteyên Qesrê berxwedan dewam dike, ji Qereqola Kamişli ya li gundê Sinava ku 20 kîlometreyan dûrî Geverê ye, top li ser taxan tên barandin.

Li navçeya Gever a Colemêrgê ku li dijî dorpêça qirkirinê û êrîşên zêde berxwedanê 2 hefte li pey xwe hişt, ji danê êvarî ve topbaranê destpê kir. Ji Qereqola Kamişli ya li gundê Kamişli (Sinava) ku 20 kîlometreyan dûrî navenda navçeyê ye, bi navber li ser taxên Orman, Gungor û Cûmhûriyetê top tên barandin.

Bi dehan malên ku top lê ketin veguherîn xirbeyan, bomberdûman didome.