Ji PÇDK’ê amadekariya bîranîna 12 têkoşerên azadiyê

Ji PÇDK’ê amadekariya bîranîna 12 têkoşerên azadiyê

Di têkoşîna azadiyê de ku beriya 34 salan li Bakurê Kurdistanê dest pê kir û bandora xwe li hemû beşên din ên Kurdistanê kir. Bi hezaran ciwanên kurd ku ji hemû beşên Kurdistanê tevlî nav refên gerîlla bûn, li deverên cuda ên Kurdistanê di şerê li dijî dagirkerên Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dan.

Komîteya Şehîdan a PÇDKê bi daxuyaniyekê, 12 têkoşerên ji Başûrê Kurdistanê ku di meha Çile de li deverên cuda yên Kurdistanê jiyana xwe ji dest dane bibîranîn.

PÇDK her wiha bi vê armancê amadekariya merasimeke girseyî dike.

Komîteya Şehîdan a Partiya Çareseriya Demokratîk a Kurdistanê bi daxuyaniyeke nivîskî navê gerîllayên ji Başûrê Kurdistanê ku di meha Çile de, lê di sal û li deverên cuda de jiyana xwe ji dest dane ragihandin û ew bibîr anîn.

Komîteya Şehîdan her weha ragihand ku ew amadekariyên merasimek girseyî dikin ku wê di rojên pêş de were lidarxistin û ji niha de banga tevlîbûnê kir.

Navê 12 gerîllayên ji Başûrê Kurdistanê ku di meha Çile de jiyana xwe ji dest dane ev in:

- Destxall Sidîq, bi nasnav Dr. Bawer ê ji bajarê Duhokê, sala 1998an li Çiyayê Gabarê..

- Ehmed Ebdullah, bi nasnav Şoreş Zaxo ê ji Zaxo, sala 1999ê li Garê..

- Rizgar Îsmayîl, bi nasnav Brûsk Kerkûkî ê ji Kerkûkêm sala 1998an li Xakurkê..

- Koçer Mihemed, bi nasnav Hemze, sala 1998an beşdarî nav refên gerîlla bû, sala 2001ê li Badînan jiyana xwe ji dest da..

- Bextiyar Ebdullah, bi nasnav Helo Kelarî yê ji Kelar, sala 2002yê li navçeya Amedê, Farqînê jiyana xwe ji dest da..

- Ebas Mihemed, bi nasnav Brûsk Hewlêrî yê ji Hewlêrê, sala 2002yê jiyana xwe ji dest da..

- Fênîk Elî, bi nasnav Rêda Armanc ê ji Hewlêrê, sala 2000î li Çewlikê jiyana xwe ji dest da..

- Miqdad Mihemed, bi nasnav Arî Ranya yê ji Ranya, sala 1994ê jiyana xwe ji dest da..

- Bekir Ebdulkerîm, bi nasnav Bekir ê ji navçeya Şarezûr a Silêmaniyê, sala 1999ê li SIlêmanî jiyana xwe ji dest da..

- Emîn Mistefa, bi nasnav Êriş Qeladizê, yê ji Qeladizê, sala 1999ê li Bakurê Kurdistanê, li bajarê Batmanê jiyana xwe ji dest da..

- Sîrwan Xurşîd, bi nasnav Serhed ê ji bajarê Koyê, sala 2002yê li navçeya Amedê, Licê jiyana xwe ji dest da..

- Mistefa Ehmed Qeredaxî, bi nasnav Soran ê ji navçeya Silêmaniyê Qeredax, sala 2000ä jiyana xwe ji dest da.