Di civîna Parlementoya Herêma Kurdistanê de, 4 fraksyonên opozîsyonê bang li hikûmeta Herêma Kurdistanê kirin ku sînorê bi Rojava re vekin. Hêzên opozîsyonê diyar kirin ku sînor ji hêla hikûmetê ve hîna girtiye û nûçeyên derbarê vekirina sînor de bê bingeh û ne rast in.
Embargoya li ser Rojavayê Kurdistanê berdewam dike. Her çendî rayedarên Hukûmeta Başûrê Kurdistanê vê yekê red bikin, lê her çar fraksiyonên muxalefeta Başûrê Kurdistanê girtina sînor ji aliyê hêzên Pêşmerge ve piştrast kirin û xwestin sînor ji bo gelê Rojava bê vekirin.
Bi armanca rakirina ambargoya li ser Rojavayê Kurdistanê, 7’ê çileyê, di civîna Parlementoya Başûrê Kurdistanê de 4 fraksyonên opozîsyonê bang li hikûmeta herêmê kirin ku sînorê bi Rojava re vekin û axaftinên rayedarên hikûmetê yên derbarê vekirina sînor de derw derxistin û gotin ku kiryarên bi vî rengî li dijî yekîtiya gelê Kurdin.
Fraksyonên opozîsyonê Goran, Yekgirtûyî Islamî, Tevgera Islamî û fraksyona Pêşerojê di nameyeke hevbeş de ku pêşkêşî Serokatiya Parlementoya Başûrê Kurdistanê kirin diyar kirin ku axaftinên deselatdariya herêmê derbarê vebûna deriyê sînor de ne rast in.
Fraksiyonan da zanîn ku herweha destnîşan kirin ku herêma di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê de bi têlên rêsayyî hatiye cuda kirin.
Di nameya hevbeş de bal tê kişandin ser rewşa aborî ya aloz li rojavayê Kurdistanê û bang li hikûmeta herêmê tê kirin ku di zûtirîn dem de sûnorê di navbera herdû aliyan de were vekirin.