Ji mitînga “Em Rojava Silav Dikin” banga tevlîbûnê

Ji mitînga “Em Rojava Silav Dikin” banga tevlîbûnê

Meclisa Jinê ya BDP'ê û hevparên jin yên KCD'ê ji bo mitînga "Em Rojava Silav Dikin" şemiyê li Nisêbînê bê lidarxistin, banga tevlîbûnê kir.

Meclisa Jinê ya BDP'ê û hevparên jin yên KCD'ê, bi boneya piştgiriyê bidin gelê Rojava û berxwedana li hemberî erîşên li hemberî kurdên Rojava silav bikin dê şemiyê mitînga "Em Rojava Silav Dikin" pêk bînin. Beriya Mitîngê hevparên jin banga tevlîbûna mitîngê kirin. Meclisa jinan diyar kir ku, de di 26'ê Çile de mitînga "Em Gelê Rojava silav dikin" pêk binin û xwest her kes tevlî mitîngê bibin.

Jinan diyar kirin ku, dê mitîng li ber Navenda Çanda Mitannî pêk bê û di mitîngê de Hevserokên KCD'ê Aysel Tûglûk û parlamenterên BDP'ê amade bibin. Di derbarê mitînga KCD'ê de endama Meclisa Daîmî ya KCD'e Songul Morsumbul, Endamê Meclisa BDP'ê Raşan Engîn û Şaredara Nisêbînê Ayşe Gokkan li avahiya BDP'a Nisebîne civîna çapemeniye pêk anî.

Songul Morsumbul diyar kir ku, roj roja lêxwedîderketina kurdên Rojava ye û wiha got: "Ger ku em jiyana bê şer bê kuştin û bê êş dixwazin divê em hemû li hev xwedî derkevin û yeketiya xwe xurt bikin. Divê em ji kurdên Rojava re bibin hêz û moral. Em bang li hemû jinên Rojhilata Navîn û Kurdistanê dikin û em dibêjin roj roja lêxwediderketina kurdên Rojava ye. Em bang li her kesî dikin ku roja 26'ê Çileyê Şemiyê di demjimêr 11.00'an de li ber Navenda Çandê ya Mîtannî tevlî mitîngê bibin."