Ji MGRK’ê bo PDK’ê peyama sersaxiyê

Ji MGRK’ê bo PDK’ê peyama sersaxiyê

Dîwana Serokatiya Meclisa Gel a Rojavayê Kurdistanê (MGRK) ji ber teqînên li Kerkûkê pêk hatin û di encamê de gelek kes jiyana xwe ji dest dan, peyama sersaxiyê ji ber Partiya Demokrat a Kurdistanê(PDK) û Serokatiya Herêma Başûrê Kurdistanê re şand û êrîşan şermezar kir.

Dîwana Serokatiya Meclissa Gel a Rojavayê Kurdistanê derbarê teqînên ku li Kerkûkê rû dan, peyama sersaxiyê ji rayedayên PDK'ya ku êrîş li dijî buroyên wê pêk hatin re ragihanidin. Di peyamê de wiha hate gotin: ''Biryê rêzdar Mesûd Berzanî , Birayên me Rêvebir û rayedarên PDK'ê,Malbatên Şehîdan yê bi rumet:

Karên komên teror ên hovane xebata gelê me ranawestînin û ji xebatên azadkirina herêmên Kurdî yên di destê hukmeta navedî de gava şûnde venagerînin.

Em bi tundî kiryara hovane ku li dijî rêvebir û navendên partiya we bi tundî Şermezar dikin. Em şîna ku hûn dijîn bi we re parve dikin.

Em di şexsên we de sersaxiyê ji hemû endamên partiya we, gelê me yê bi rumet û mirov û xizmên şedîdan dixwazin. Xwedê sebrê bide malbatên şehîdan, şehîdan bi buhiştê şabike û birîndaran di zûtrîn dem de şifabike. Rûreşî û têkçûn ji kujerên mirovahiyê re''.