Ji malbatekê 8 kes jehrî bûn

Ji malbatekê 8 kes jehrî bûn

Li gundê Qatûna Jorî ya navçeya Şemzînana Colemêrgê ji heman malbatê 8 kes ji ber xwarinê jehrî bûn.

Li gundê Qatûna Jorî ya navçeya Şemzînana Colemêrgê ku 30 kîlometre dûrî navçeya Şemzînanê ye ji ber xwarinê ji heman malbata Satici 8 kes ji ber xwarina şivê jehrî bûn. Welatiyên bi navê Necati Satici (30), Pakîze Satici (26), Mehdiye Satici (17), Helîme Satici(15), Mûsa Satici (7), Ayfer Satici (5), Ayşe Satici (1), Derya Satici (3) bi ambulansê rakirin nexweşxaneya Dewletê ya Şemzînanê. Hate zanîn ku, rewşa 8 kesan başe.