Ji malbata Mûradiyan banga bihîstyariyê

Ji malbata Mûradiyan banga bihîstyariyê

Malbata Zanyar û Loqman Mûradî ku pismamên hev in û dibe di her kêliyekê de werin darvekirin got: “Yên tawanbar ne zarokên me ne. Tişta suc cezayê darvekirinê yê ku li zarokên me hatiye birîn e” û banga bihîstyariyê li raya giştî ya Kurd û cîhanê kir. Hate zanîn ku Zanyar Mûradî hîna nebûye 18 salî.

Rejîma Îranê bi berdewam Kurdna bi dar ve dike. Herî dawî hat ragihandin ku dê cezayê îdamê yê ku li du girtiyên Kurd ên siyasî Zanyar û Loqman Mûradî yên li Girtîgeha Gehwer Deşt a bajarê Kerecê tên ragirtin di rojên pêş de bê pêkanîn.

Bavê Zanyar Mûradî Îqbal Mûradî da zanîn ku rejîma Îranê ji bo îdamkirina zarokên wan li formalîteyan digere û wiha behsa sedema girtina kur û biraziyê xwe kir:

“Pêşî gotin ku zarokên me sîxûrên Îngilîstanê ne û têkiliya wan bi rêxistinek Kurd re hene girtin. Piştre gotin ku kurê we kurê mela kuştine. Di dadgeheke formalîte ya 15 deqeyi de cezayê îdamê li zarokên me birîn. Herî dawî Wezareta Sîxûriyê ya Îranê bang li mela Îmam Cûma kirin ku biçe Tehranê û li wir xwestine ku razî bikin ku îfade li ser zarokên me bidin. Di Misilmantiyê de bêbextî guneh e. Em hêvîdar in ku mela ev guhehkarî nake. Zarokên me bi heman di zîndanan de li rastî îşkenceyê hatin. Qaşo xwestin sucên wan bi wan bidin îtîrafkirin. Lê heta niha tu tiştek ku weke delîla suc nehatiye dîtin. Zextên siyasî yên li ser girityên siyasî ne. Divê rejîma Îranê li hemberî kesên ku weke wê nahizirin xwedî tehemûl be.”

JI DAYIK AMÎNE QADIRÎ BANGA BIHÎSTYARIYÊ

Dayika Zanyar Mûradî Amîne Qadirî jî banga bihîstyariyê li parêzvanên mafê mirovan kir. Dayik Amîne Qadirî da zanîn ku kurê wê Zanyar Mûradî hîna nebûye 18 salî û got ku kurê wê tevlî tu çalakiyên çekdarî nebûye. Dayik Amîne wiha got:

Kurê tenê ji ber ku Kurd bû rejîma Îranê cezayê darvekirinê lê birî. Her çendî tu delîleke suc di dadgehê de tune bû jî lê ew bi sixûrtiyê hatin tawanbarkirin. Loqman û Zanyar li rastî îşkence û mûameleyên dijî mirovahiyê hatin. Xwestine van sucan bi îşkenceyê bi wan bidin qebûlkirin.Em li hemberî vê neheqiya li hemberî zarokên xwe bang li raya giştî dikin ku bihîstyar bin.”

Dayik Amîne Qadirî da zanîn ku yên tawanbar ne zarokên wan in û got: “Îdam sucê mirovahiyê ye. Em bang li her kesê dikin ku dijî van pêkanînên dewleta Îranê dengê xwe bilind bikin.

Zanyar û Loqman Muradî 17’ê cotmeha 2009’ê li Merîwan hatibûn girtin û piştî 9 meh îşkenceyên giran, 22’ê mijdara 2010’ê bi îdîaya sûcê "Muharib" ango “dijminahiya Xwedê”, cezayê îdamê li wan hatibû birîn.

JI 2007 VE 10 GIRTIYÊN KURD ÊN SIYASÎ HATIN DARDEKIRIN

Herî dawî girtiyê Kurd Huseyin Xizrî jî di çileya 2011 de bi awayeke veşarî ji aliyê rejîma Îranê ve hatibû dardekirin. Piştî Xizirî, girtiyê Kurd ê bi navê Ferhad Tarim yê ji PDK-Îran Ferhad Tarim jî roja 27’ê Çile li girtîgeha Urmiyeyê hat bidardekirin. Li gel Tarim û Xizrî ji sala 2007’an û vir ve hejmara girtiyên Kurd ên siyasî ku ji aliyê rejîma Îranê ve hate îdamkirin gihişt 10an. Hasan Hîkmet Demîr di sala 2007’an de yekemîn milîtanê PJAK’ê yê hatibû îdamkirin e, di 11.11.2009’an de Îhsan Fetahiyan, di 6’ê Berfanbara 2010’an de Fesîh Yasemînî, roja 9’ê Gulana 2010’an jî mamosteyên Kurd Ferzad Kemanger, Ferhad Wekîlî, Elî Heyderiyan, Şîrîn Elem Hûlû û Mehdî Îslamiyan hat îdamkirin.

Li gorî tomarên ANF’ê ji serê sala 2012 ve li gel Sîrwan Nejad û Îbrahîm Îsa, 8 girtiyên siyasî bi cezayê dardakirinê hatin mehkûmkirin. Her wiha, li gorî tomarên ANF’ê navên girtiyên Kurd ên siyasî yên ku cezayê darvekirinê lê hatine birîn wiha ne:

Şêrko Mearifî, Hebîbûlla Letîfî, Samî Husênî, Cemal Mihemedî, Rustem Erkiya, Mistefa Selîmî, Enwer Rostemî, Îrec Mihemedî, Mihemed Emîn Agûşî, Ehmed Pûladxanî, Hesen Tale'î, Ezîz Mihemedizade, Hebibulla Gulperîpûr, Ebdûlah Sirurî, Reşîd Axkendî, Loqman Muradi, Zanyar Muradi, Bextiyar Mimari, Sirwan Nijawi, Îbrajim Îsapur, Hoşeng Rezayî ,Simko Xurşîdî, Saman Nesîmî, Mensûr Arwend, Sîrwan Nejad û Îbrahîm Îsa.