Ji Komxebata Rojava çend nîşe

Yek ji nîşeya herî girîng a komxebat an jî platformê ew e ku cara pêşî xebateke wiha berfireh tê kirin. Ji Şam, Heleb, Laktiye, Celbê, Hamayê gelek nûner amade bûn.

Li Rojava piştî civîna Meclîsa Damezirîner a Federasyona Bakurê Sûriyê ku Adarê pêk hatibû cara pêşî ye ku civîneke ev çend berfireh pêk tê. Civîn di navbera 30’ê Îlonê û 1’ê Cotmehê de li Rimêlanê hate kirin. Ji Hama, Şam, Celbê, Minbic nûner amade bûn û her ji wiha nûnerên Cerablûsê yên ku li sirgûniyê dijiyan û li Girê Spî, Efrîn, Kobanê û Cizîrê jî nûner amade bûn.

Di serî de Ahmet Carba dihate payin gelek kesên ku Koalîsyona Netewî ya Sûriyê de cih digirin, gelek kes amade bibûna lê ji ber sedema rê û kêşeyên derbasbûnê nekarîn hazir bibin.

NAVÊ CIVÎNÊ

Komîteya Amadekar navê kombûnê weke komxebat danî. Me dema pirsî ji ber çi komxebat wan got civîn ji bo biryardanê ne. Di komxebatê de jî her kes fikrê xwe tîne ziman û platforma nîqaşê ye. Armanca me ew e ku her kes fikrê xwe diyar bike û li gel vê mebesta me ew e ku ji bo avakirina Sûriyeyeke bi yekîtiya demokratîk em tiştên ku dikin û em ê bikin vebêjin. Ji bo vê jî navê kombûnê weke komxebat an jî platforma nîqaşê hate danîn. Navê komxebat an jî platformê jî girîng bû ji ber ku şîara wê nîşan dida. Ji bo vê jî ev komxebat an jî platforma nîqaşê bi şîara ‘Federasyona Demokratîk garantiya Yekîtiya Sûriyê ye’ hate kirin.

ROJEVA KOMXEBATÊ

Komxebat li ser çar mijaran bi semînaran û piştre nîqaşan dest pê kir. Axaftina destpêkê ya komxebatê ji hêla Hevserokê Kantona Cizîrê Şêx Hemêdî Deham ve hate kirin. Deham di axaftina xwe de got, "Me nîşan da ku bi rêveberiyên xweser em dikarin kêşeyên Sûriyê çareser bikin. Me bi sîstema federasyonê nîşan da di nav yekîtiya demokratîk de kêşeyên Sûriyê wê çawa werin çareserkirin. Ji bo vê jî banga min li hemû hêzan ew e ku vê federasyonê nas bikin û keda xwe tevlî çareserkirina kêşeyên Sûriyê bikin."

Piştî ji Komîteya Amadekar Foza Yûsiv axivî û diyar kir gel bi biratî wê li gel hev bin û ku gel bi hev re di nav yekîtiyekê de bin ti hêz wê nikaribe bi wan û ev yekîti bi awayekî li Bakurê Sûriyê, Rojava pêk hatiye. Yûsiv bal kişanda ser giringiya domdarkirina vê yêkitiyê û diyar kir hêzên ku vê yekîtiyê dibînini ditirsin ji vê yekîtiyê.

Piştî Yûsiv siyasetmedarê komunîs ê ku ji Hamayê hatî Husam Alluş axivî ew xeyala sîstema li Rojava û Bakurê Sûriyê dikir.

GEL Û CIVAK GIHAŞTIN HEV

Li komxebatê yek ji tişta girîng ew bû ku hemû gel lki hev kom bûbûn. Sûryanî, Asûrî, Ermenî, Turkmen, Erep û Kurd hemû li cem hev bûn. Û ji bo siberoja xwe li çareseriya kêşeya Sûriyê digeriyan. Çareseriya ku lê digeriyan ne tenê siberoja wan bû lê her wiha siberoja Sûriyê û herêmê jî bû. Gelek jî bi vê hişmendiyê diaxivîn. Nûnerên gelan bi cil û bergên xwe yên etnîkî hatibûn ev jî nîşan dide ku ne tenê civîna gelan a çandan bû jî ev kombûn.

BAWERIYÊN KU DIXWESTIN BI HEV BIDIN ŞERKIRIN JÎ LI CEM HEV BÛN

Komxebatê tenê gel û çand neanîbûn cem hev her wiha bawerî jî hatibûm cem hev. Bawriyên ku ev 5 sal in hewl dihate dayin wan bi hev bidin şerkirin li komxebatê hatin  cem hev û xweşbîniya di navbera baweriyan de gotin. Ji baweriyên Elewî, Sûnî, Ermen, Êzîdî, Xiristiyan gel hatin cem hev û wêneyekî bedew pêk anîbûn.

NÛNERÊN MINBIC Û CERABLÛSÊ

Di komxebatê de yên ku herî pir bal dikişandin nûnerên Minbicê û yên Cerablûsê bûn ku li sirgûnê dijiyan. Berpirsê Karê Derve yê Meclîsa Gel a Minbicê Şê Alî Cindî got, ‘’Me zextên Sûriyeya berê ya li ser baweriyan û komkujiyên DAIŞ’ê yên bi ser baweriyan de bi hişkereyî dît. Ji ber ku heta niha hemû pergalan li ser bawriyên me siyaset meşandin, em bi hev dane şer kirin; hin tên li Elewiyan û hin jî tên li Sûniyan dixin. Ên  ku li ser navê sûniyan tê li her kesî dixin. Dîktator û desthilatdar ev bi taybetî dikirin. Naxwe binerin çi xweşik em li hev bi hev re ne. Ji bo vê jî, bi ya min em li vir modêla siberojê pêk tînin.

Piştî nîqaşên kûr komxebat saet 20.00’an bi dawî bû. Axaftina dawiyê Hevserokê Federasyona Sûriyeya Bakur Mensûr Sellûm kir. Sellûm diyar kir nîqaşên der barê Sûriyeya demokratîk û di nav yekîtiyê de gelek hêvî danê. Sellûm dawiyê got ew hêvî dike ev komxebat bibe wesîleya ragihandina federasyonê di rojên pêş me de û bi vê amaje pê kir ku di dema pêş me de federasyon wê were ragihandin.

...