Ji Komîteya Kedkaran a KCK'ê daxuyaniya 1'ê Gulanê
Komîteya Kedkaran a KCK'ê bi daxuyaniyeke nivîskî 1'ê Gulanê Cejna Karker û Kedkara pîroz kir.
Komîteya Kedkaran a KCK'ê bi daxuyaniyeke nivîskî 1'ê Gulanê Cejna Karker û Kedkara pîroz kir.
Komîteya Kedkaran a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) der barê 1'ê Gulanê Cejna Karkeran de daxuyaniyek weşand û di serî de çar lîderên karker ên ji aliyê hêzên şaristaniya dewletparêzî ve hatin qetilkirin hemû cangoriyên şaristaniya demokratîk ên di têkoşîna kedê de jiyana xwe ji dest dan, bi wesîleya 1'ê Gulana 2015'an bibîr anî û destnîşan kir ku ew ê bi perspektîfa neteweya demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re sosyalîzma demokratîk bidin jiyîn.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku beriya grevên karkeran ên li Amerîka yên 1886'an û darvekirina 4 lîderên karkeran ên 1887'an, bi 40 hezar karkerî re jinên karker di 8'ê Adara 1857'an de grev dane destpêkirin û hat destnîşankirin ku hişmendî û rêxistinbûyîna destpêkê ya kedê ji aliyê jinê ve hatiye afirandin.
'TIŞTEK JI HOVÎTIYA KAPÎTALÎZMÊ KÊM NEBÛYE'
Komîteyê da zanîn ku di 1'ê Gulana 1977'an de qetilkirina karkeran li Taksîmê, 301 karkerên di karesata Somayê de jiyana xwe ji dest dan nîşan didin ku her çend 130 sal jî di ser re derbas bûbe, kapîtalîzmê ji hovîtiya xwe, talankirina mirovan û rewşa xwe ya dij bi civak û dij bi ekonomiyê tiştek winda nekiriye û anî ziman ku dem û cih cuda bin jî yên berdêl dane kedkar in.
Daxuyaniyê bi vî rengî dewam kir: "Desthilatdarîparêziya modernîteya kapîtalîst, bi ziravkirina daneheviya qezenca ne civakî re hewl dide bandorê li tevahiya kedkar û civakê bike. 1'ê Gulanê Roja Kedkaran ne tenê rojeke ku têkoşîna sendîkayî bi tenê mafên civakî bilêv dike ye. Lewma pirsgirêk ne tenê ya karsaz-karker, wekheviya kar-wekeheviya heqdest, sendîkayîbûyîn û hwd. nîne. Pirsgirêk, bicihanîna xeyalên rêhevalên me yên kedkar ên di têkoşîna kedê de jiyana xwe ji dest daye, di çarçoveya têginîkirina keda azad de bilindkirina ala sosyalîzma civaka demokratîk e. Berxwedanên kedkaran ên 1857-1886'an gavên destpêkê yên civakîkrina hişmendiya çîn û keda kolektîf e. Lê belê divê neyê ji bîrkirin ku dîroka têkoşîna kedê bi avabûna şaristaniya desthilatdarî-dewletparêziyê destpê kiriye. Mîna gelek xwemalîkirina gelek tiştên şaristaniya dewletparêzî bi taybetî jî sîstema kapîtalîst, 1'ê Gulanê jî ji naveroka xwe ya polîtîk hatiye dûrxistin. Wezîfeya me ye ku em li gorî ruhê 1'ê Gulanê, li pêşberî berdêlên hatine dayîn li dijî mêtîngeriya kedê û zayendî xwe birêxistin bikin, bi hişmendiya azadiya keda civakî re naveroka polîtîk bidin qezençkirin."
'ALTERNATÎF MODERNÎTEYA DEMOKRATÎK E'
Di daxuyaniya Komîteya Kedê ya KCK'ê de ev xal hat destnîşankirin:
"Ya ku di roja îro de vê wezîfeyê bicih tîne, dema bicih tîne jî şert û mercên serdemê li ber çavan digire, modernîteya kapîtalîst ji nû ve şîrove dike, azadî û pêşengiya bindestan, yên li derve mayî û jinan sereke dibîne, hemû derdorên civakî di nava cihêrengiyê de bi yekîtiyê re di têkoşîna hevgirtina kedê de pêşengtiya sosyalîzma demokratîk dike û bi ruhê enternasyonalîst ber bi azadiyê ve dibe rastiya PKK û Rêbertiya wê ye."
Komîteyê diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi alternatîfa modernîteya demokratîk a li dijî modernîteya kapîtalîst re, dîrokiya 1'ê Gulanê gihand roja îro, têgîna kedê, teoriya ked nirxê, têgîna aboriyê, karker ji nû ve şîrove kir û argumanên polîtîk îdeolojîk ên hegemonyatiya kapîtalîst pûç kir.
Komîteyê da zanîn ku dîtina kedê bi tenê li qada kar û xebata 8 saetan wê were wateya; ketina nava xefika kapîtalîzmê û destnîşan kir komên desthilatdar ne di nav de, ji wergirtina nefesê heta têkoşîna mayîna li jiyanê ya hemû derdorên civakî, ew hemû hewldanên mirovên dlê wan bi hesta jiyaneke însanî lê dide, weke kedê dibînin.
'CIVAKA DEMOKRATÎK KEDA AZADBÛYÎ YE'
Komîteyê di dewama daxuyaniya xwe de ragihand ku rêya veguherandina hişmendiyeke bi vî rengî ji bo kedê, rojanekirina mîsyona dîrokî ya 1'ê Gulanê û gihandina naveroka etîk-polîtîk, bi israra di sosyalîzma demokratîk de derbas dibe û got, "Yekane sîstema edalet, wekhevî û keda azad, sosyalîzma demokratîk e. Civaka demokratîkûyî keda azadbûyî ye. Keda azadbûyî hişmendiya civakî ya kolektîfbûyîy e. Serketinên li Kobanê, Şengalê, Kerkûkê û gelek cihên cuda yên cîhanê li dijî zîhniyeta dewletparêz-desthilatdarîparêz hatiye bidestxistin, berhema vê hişmendiyê ye."
'DIVÊ LI HER CIHÎ WEZÎFEYA MILÎTANIYÊ BICIH WERE ANÎN'
Komîteyê diyar kir ku serdestên kapîtalîst kirasê ji agir li gelên herêmê kirine û zebaniyên dojehê yên bi navê DAIŞ'ê di serî de li hemberî Kurdan li dijî hemû gel û jinan dane êrîşkirin û li hemberî vê yekê wezîfeyên dîrokî yên civakê bibîr xist û destnîşan kir ku divê li her qadê wezîfeya milîtaniyê were hilgirtin. Komîteyê da xuyakirin ku ciwanên li Rojhilata Navîn bi taybetî jî li erdnîgariya Kurdistanê li hemberî mêtîngeriya bi rêbazên cuda yên kapîtalîzmê li ber xwe didin, pêwîste di têkoşîna kedê de jî rola pêşengiyê bilîzin.