Ji KNK’ê bo hevdîtinên li Îmraliyê piştgirî

Ji KNK’ê bo hevdîtinên li Îmraliyê piştgirî

KNK’ê bi daxuayniyekê ragihand ku ew piştgiriyê didin hevdîtinên li Îmraliyê di navbera Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û dewletê de dest pê kirin û weke “gaveke erênî” li qelem da. KNK’ê destnîşan kir ku ev firsendeke dîrokî ye û ev hişyarî da hukûmeta AKP’ê: “pêwiste dewleta Tirkiyeyê bi aql-i selîm tevbigere û rojekê berî rojekê, hevdîtinên li Îmralî veguhêze muzakereyan.”

Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi daxuyaniyekê piştgirî da hevdîtinên li ku Îmraliyê di navbera Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û dewleta Tirk de dest pê kirin.

KNK’ê diyar kir ku di demeke ku hêzên herêmê li ser hevsengiyên nû têne rûnandin de, hevdîtina li Îmralî bi Abdullah Ocalan re weke “gaveke erênî ye” bi nav kir û got: “Tê zanîn ku, di çarçoveyeke demokratîk de, çareseriya pirsgirêka Kurd û aştiyeke mayînde, daxwaza gelê Kurd e. Ya Tevgera Azadiya Kurd e, ya Birêz Abdullah Ocalan û ya me ye jî. Lewma em hevdîtina li Îmralî gaveke erênî dibînin û destek dikin. Tevgera Azadîyê û piranîyek pir mezin ya gelê kurd, ji destpêkê û heta weke îro, Birêz Ocalan weke îradeya xwe û muxatabê çareseriya pirsgirêka kurd dibîne û qebûl dike.”

KNK’ê di berdewam daxuyaniya xwe de got: “Em weke KNK’ê, helwesta dewleta Tirk ya çûna Îmralî û hevdîtina bi Birêz Ocalan re, weke pêkanîna daxwaza gelê kurd dipejirînin. Lê bes nabînin û têra baweriya gelê kurd jî nake. Ji ber ku daxwaza gelê kurd ya azadkirina Ocalan û di şexsê Ocalan de serbestberdana siyasiyên kurd teva heye. Her weha li Îmralî, di rewşa girtî û di nav çar dîwaran de standina encamek baş ne mûmkin e. Ji bo vê yekê jî pêwîste tendurîstî û ewlekarîya Birêz Ocalan were garantîkirin û Birêz Ocalan bikari serbest tevbigere. Enceq vî rengî encamek baş tê girtin.”

KNK’ê destnîşan kir ku bêguman pêvajoyên aştî û çareseriyê dijwar in û gelek davik û kemînên metirsînî jî di nava xwe de di ragire û wiha pê de çû: “Lewma, di vê pêvajoya dîrokî de, ku hêzên herêmê li ser dengeyên nû têne rûnandin de, ev gavavêtina Tirkiyeyê dîrokî ye. Ev gav, çi erênî, çi neyînî wê di dahatuya Komara Tirkiyeyê de roleke mezin bilîze. 40 salên tekoşîna azadîyê û 29 salên şerê dijwar, di giyanê gelê kurd de birînên kûr û xedar vekirin. Ji bo dermankirina van birînan bar dikevê ser milê dewleta Tirkiyeyê.

Em weke KNK bang li dewleta Tirkiyeyê dikin ku, di hevdîtinên Îmralî û bi Bîrêz Abdullah Ocalan re dilsoz tevbigere. Ji şerê psîkolojîk bêhtir, zimanê çêker û erênî bikar bîne. Divê baş zanibe ku gelê kurd yekpare ye, bi sazî û dezgehên xwe ve, li çar parçeyên Kurdistanê, li derveyî welat bi yek giyanî tevdigere. Bi yek ziman û yek dengî, îradeya xwe jî Îmralî destnîşan kiriye û dike. Gelê kurd, ev helwesta xwe ya yekparetî û hişmendiya têgihiştî ku derfetan nema dide lîstik, dek û dolaban jî îspat kiriye.”

KNK’ê dewleta Tirk û desthilatiya AKP’ê hişyar ki rû got: “Firsendeke dîrokî derketiye holê, divê ev firsend neyê windakirin. Di vê pêvajoya ku, di şexsê Suriye de hêzên herêmê li ser dengeyên nû têne rûnandin de, pêwiste dewleta Tirkiyeyê bi aql-i selîm tevbigere û rojekê berî rojekê, hevdîtinên li Îmralî veguhêze muzakereyan. Di vê diyalogê de jî, pêwiste şertên aktorê sereke yê aştî û çareseriya pirsgirêka kurd, Bîrêz Abdullah Ocalan ku berî niha destnîşan kiribûn bêkemasî werine cih.

Bi vê mebestê em bang li hemî partî, hêz, dezgeh û sazîyên Kurdistanî jî dikin ku, pêwîste herkes vê pêvajoyê ji nîzingve bi şopînin û destek bikin.