Serokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê ragihand ku qetilkirina sê jinên Kurd ên li Parîsê û êrîşên li Kerkûk û Duzxûrmatûyê li hemberî saziyên PDK û YNK’ê pêk hatin gelê Kurd ber bi êşeke mezin ve kaş dike. KCK’ê derbarê teqînên li Kerkûkê de got: “Em sersaxiyê didin malbatên şehîdan, rêveberiyên PDKê û YNKê û hemû endamên wan û tevahiya gelê Kurdistanê û em hêvî dikin ku birîndar di demeke nêzîk de baş bibin.’’
Serokatiya Konseya Rêveber a KCKê bi daxuyaniyeke nivîskî got; ‘’Îro, ev êrîşên ku li Başûr, Bakur û Rojavayê Kurdistanê bi awayekî hovane pêk tên û şehadetên ku di van êrîşan de pêk tên, yekîtiya netewî ya demokratîk li ser me ferz dike.’’
KCKê diyar kir ku di vê pêvajoyê de ku li Rojhilata Navîn ev geşedanên girîng rû didin, li hemberî doza azadiya gelê kurd êrîşên pirhêl çêdibin û bi berdewamî; ‘’Dagirkeriya li ser Kurdistanê bi girêdanên xwe yên navnetewî bi êrîşeke terorîstî, li Parîsê kuştina 3 jinên militan ên pêşeng gelê Kurdistanê xistiye nav êşeke mezin û êrîşên navnetewî dikin ku mirov li ser wan bifikire.’’
Di daxuyaniyê de hate kirpandin ku hê dema ku kurd di nav vê hesabgeriyê de bû, ev êrîşên nemerdana yên Kerkûk û Duzxurmatuya Başûrê Kurdistanê, kûrahiya êrîşên li hemberî gelê Kurd nîşan didin û bi berdewamî; ‘’ Windahiyên bi van êrîşên hovana pêk hatin bi me re û bi gelê me re rê li ber êşên mezin vekirin. Bi taybetî jî êrîşên li Kerkûkê bi ser saziyên PDKê de û li Duzxurmatuyê jî bi ser Buroya YNKê de pêk hatin, bû sedema gelek şehîdan û birîndaran. Di van êrîşan de şehîdbûna 20 kesan ji 200î zêdetir birindaran nîşan dide ku êrîş çiqasî berfireh in û bi nemardane pêk hatine. Em êrîşên li dijî gelê xwe û li dijî hêzên wê yên siyasî bi tundî şermezar dikin, em diyar dikin ku em li gel têkoşîna mafdar a gelê xwe yê Başûr in. Em sersaxiyê didin malbatên şehîdan, rêveberiyên PDKê û YNKê û hemû endamên wan û tevahiya gelê Kurdistanê û em hêvî dikin ku birîndar di demeke nêzîk de baş bibin’’
Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku ev êrîşên hovane yên ku li Başûr, Bakur û Rojavayê Kurdistanê li dijî gelê me pêk hatin û windahiyên di van êrîşan de yekîtiya demokratîk ya netewî bi awayekî bivenevê xwe ferz dike û wiha pê de çû; ‘’Bîranînên şehîdên, doza azadiyê ya gelê xwe, bi giyanê netewî em dikarin bibin serkeftinê û bi vî awayî bidin jiyîn. Ev peywir ji bo me hemûyan peywira bingehîn e. Em pê bawer in ku em ê êrîşên dagirker û kedxwaran piştigiriya hêzdar ya gelê xwe pûç derxînin, li ser vê bingehê em bang li hemû hêzên welatparêz dikin ku yekitiya xwe xurtir bikn.’’