Komîteya Gel û Baweriyan a KCK’ê diyar kir gelên ku di baweriya Elewî de ketine rojiya Muharremê ku berxwedana Brz. Huseyîn a li hemberî siltaniya Emewî li Kerbalê bi bîr tîne dibêje. Komîteyê got, "Elewî di asta îbadetê de dilsozê berxwedanê ne. Ev nîşan dide ku ji bo Elewiyan berxwedana li dijî zilmê di heman demê de nasnameya baweriyê ye jî. Li gel zext û zordariya dewlet û destihlatdariyê ya li ser Elewiyan jî, li derveyî wê di domdarkirina bawerî, çand û vîna gewherî de û bi pêşxistina bi derfetên gewherî, berxwedana li Kerbelayê ya Brz. Huseyîn nasname û karekterekî nû bi dest wan ve aniye. Berxwedana Kerbelayê îro jî di têkoşîna wekhevî û azadiyê de ji wan hîs, raman û baweriyan e ku îro jî pêdiviya me heye û kana hêza manewî ye."
Di daxuyaniyê de hate gotin, "Şerê rastiyê yê li dijî derewê, ê ronahiyê li dijî tarîtiyê, ê mezlûman li dijî zordaran piştî ku dewlet û desthilatdarî di jiyana me ya civakî geriya ye dest pê kir" û hate gotin, "Yezîtparêziya li Kerbelayê li xakên Rojhilata Navîn di bîra gelan de bi berxwedeneke di asta pîroziyê de cihê xwe dîtiye. Berxwedana Huseynî li Kerbelayê veguheriya rêgeza, ‘’li şûna ku sedsalekê bêrûmet bijî rojekê bi rûmet bijî’’ Ango Kerbela hişmendî, vîn û tercîhek e. Canên Elewî bi rojiya 12 îmaman, bi pariyên ku belav dikin pêgirîbûna xwe ya bi vê berxwedanê re û her wiha aliyên xwe jî diyar dikin. Îro jî canên Kurd, Tirk, Ereb, Elewî hemû gelên Rojhilata Navîn û hemû bawerî di bin talokeya rêxistina faşîst DAIŞ’ê ya di xeta Muawiye-Yezît de ne. Ev xeta faşîst ku bi navê Erdogan û AKP’’ê li Kurdistan û Tirkiyê desthilatdar in, hewldana darbeyê ya 15’ê Tîrmehê dikine hincet û êrîşê dibe ser her kesê ku azadîxwaz in û demokrasîxwaz in. Tişta ku ev hişmendî ji xêra Allah fêhm dike ew e ku her roj vê bike hinceta êrîşên nû û zextên nû. Hewldana darbeya 15’ê Tîrmehê ya Erdogan û AKP’ê dişibe avakirina rejîma siltaniyê ya Muawiye ku hinceta kuştina xelîfe Osman kiribû hincet. Dîsa di şerê Sifinê de ku Muawiye dînê Îslamê ji xeta Muhameddî dûr dixist, Qur’an dikire serê rimê xwe de, Erdogan jî ji bo siltaniya xwe nirxên demokratîk ên gelê Tirk û gelên Anatoliyê kiriye devê şûrê xwe de. Siltanê nû û koma li derdora wî di serî de Elewî û Kurd hemû muxalîf kirine armanca êrîşên xwe yên bêsînor."
LI DIJÎ FAŞÎZMA AKP’Ê EM BI RENGÊ HUSEYNÎ LI BER XWE BIDIN
Komîteya Bawerî û Gelan a KCK’ê bi berdewamî wiha got:
"Sîstema li Tirkiyê bi Erdogan û hikûmeta AKP’ê tam veguheriya dîktatoriya faşîst. Weke ku li Mereş Terolarê bûyî, li cografyaya Elewî çeteyên di xeta xwe de xwedî dike û wargehên penaberan ava dike, malên Elewiyan û malên cem deq dike û gefan dixwe. Ev jî nîşan dide ku ev dewleta faşîst û ev desthilatdarî Elewî kirine hedefa xwe ya sereke. Herî dawî girtina qenaleke TV’yê ku bang li Elewiyan dikir û gelek tv û radyoyên din, asta faşîzma Erdogan û ranegeriya wî ya li dijî baweriya Elewî nîşan dide. Êdî ji vê hikûmetê bendewariya heq û hiqûqê û li bendê mayîna ku li gorî heq û hiqûqê tevbigere tê wateya nasnekirina zaliman. Tekane rêya xilasbûna ji zalimtiyê em bawer dikin ku ji vê rêgeza Brz. Huseynî derbas dibe ku dibêje, 'bi zaliman re nayê jiyîn mirov li dijî zaliman li ber xwe dide'.
Em dixwazin diyar bikin dersa din ku divê ji berxwedana Kerbelayê were derxistin ew e ku di berxwedana dijî zalim de divê mirov yek be. Êrîşên faşîst ên dema dawî nîşan dide bê ka çendî girîng e ku Elewî, hêzên demokrasiyê û têkoşîna azadiya Kurd bi hev re berxwedanê mezin bikin. Elewî divê zorê bidin wan hişmendiyên siyasî û hêzên di wê xetê de ku wext bi wan dide windakirin û li dijî êrîşên faşîst wan qels dike, da ku bibin xwedî helwesteke tûj û zelal. Elewî ku îro li hemberî talokeya li ber wê ye li ber xwe nede wê ji trajediya Kerbelayê gelekî meztir trajediyê re hevrû bibe. Ji bo vê jî di xeta Kerbelayê de jiyanî ye ku dîsa di helwesta Huseyinî de bin. Ne tenê Elewî pêdiviya Êzîdî, Misilman, Xiristiyana jî bi helwesteke wiha heye. Elewî divê bikaribin pêşengtiya vê berxwedanê bikin. Ji ber ku zalimên hemû dinyayê yek in. Nasnameya dînî û etnîk a zalim zalimtî ye. Em bawer dikin ku hemû bawerî bi sîsîka xwe Huseyînî ne.
Rojhilata Navîn bi taybetî bi darbeya Erdogan û AKP’ê Tirk tam bûye rejîma Muawiye-Yezît. Ji ber vê jî zalimiya ku rê li ber Yassî Muharem vekirî hemû herêm dorpêç kiriye. Ji bo vê jî em bawer dikin di serî de Elewî gelên me yên di nav exlaqiya civakî, dewlemendiya manewî û aramiyê de dijîn li dijî vê zalimiyê wê ji her demê bêhtir di nav helwesteke Huseyinî de bin. Bi vê baweriyê bi rojiya 12 îmaman ku wê bigirin, bi duayên ji bo berxwedana Kerbelayê, em bang li Elewiyan dikin ku bibin wek wan canan ku bi Îmam Huseyîn re bûne can û şehîd bûne. Bi wesîleya Yassi Muharrem, em dibêjin bila Rojiya 12 Îmaman a hemû canan qebûl bibe û Îmam Huseyîn bibe hevrêyê mirovên di başî û bedewiyê de bi biryar in. Bila Xizir jî bibe yar û alîkarê wan. Bi şehîdên Kerbelayê re li ber hemû bîranînên şehîdên Kerbelayê em bejna xwe ditewînin û pêgirîbûna xwe ya bi bîranîna wan re, em sonda xwe careke dî dixwin ku em ê ji gelan re serkeftina demokrasiyê diyarî bikin."