Serokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê ji wefata rojnameger Mehmet Alî Bîrand peyamek weşand. KCK’ê ji bo malbat, heval, çapemeniyê, gelê Kurd û Tirk re sersaxî xwest.
KCK’ê di daxuyaniya xwe de wiha got: “Me bihîst ku rojnamerê Tirk û rewşenbîr Mehmet Alî Bîrand di encama nexweşiyekê de jiyana xwe ji dest daye û em xemginiya xwe ji bo vê tînin ziman. Mehmet Alî Bîrand ji bo çapemeniya tirk û rewşenbîrên tirk nirxekî pîroz bû. Em ji bo malbat, hevalên wî yên xebatê û çapemeniyê re sersaxiyê dixwazin.
Di vê dema ku hewcedarî bi kesên weke Mehmet Alî Bîrand hebû de, wendahiya wî ji bo gelan û aştiyê wendahiyeke gelek mezin e. Bîrand di hawira qedexekirin û înkarkirina tund ya ku mêtîngeriya tirk de, li bi Rêber Apo re hevpeyvîn kiribû. Mehmet Alî Bîrand bi vê aliyê xwe rastiyên Tirkiyeyê dît û bi berpirsyarî tevgeriya. Ev wefata Bîrand ya bê dem wisa hêsan cih dê danegire û dê valahiyeke mezin pêk were.
Bîrand beriya her tiştî mirovekî ku aşitîxwaz bû. Ji bo çareseriya pirsgirêka kurd ya demokratîk, azadiya Rêber Apo û pêşveçûna aşitiyê di nava hewldaneke pir cidî de bû. Ji hemû hestên şovenîst dûr bû û rewşenbîrekî rast û durust bû. Bi taybetî jî di salên dawî de di nivîsên xwe de hewl dida çarçoveya çareseriya demokratîka pirsgirêka kurd derbixe holê. Ji rastiyan re çavên xwe nedigirt û ji ber helwesta we ya di aliyê çareseriya pirsgirêka kurd ya demokratîk de her tim rastî zextan hat û tu carî li dijî van serî netewand. Demokratekî ku helwesta xwe terk nedikir bû. Kesên ji Bîrand hez dikir, kesên xwedî lê derdikevin divê bizanin ku peywira wan ew e xwedî li armancên wî derkevin.
Li ser vî esasî em destnîşan dikin ku divê xeyalên Bîrand û nêrîna wî pê parastin û em ji malbat, dost û gelên Kurd û Tirk re sersaxiyê dixwazin.”