Ji KCK’ê bo Elçî peyama sersaxiyê

Ji KCK’ê bo Elçî peyama sersaxiyê

Serokatiya Konseya Rêveber ya KCK’ê ji bo Şerafettîn Elçî peyamek weşand û diyar kir ku Elçî di xeta yekitiya netewî ya welatparêz de hewldanên mezin dane û wiha got: "Em bang li hemû aliyên siyasî yên Kurdistanê dikin ku bila xeta yekitiya netewî-welatparêz ya ku Elçî nîşan daye, bilind bikin." KCK’ê destnîşan kir ku, divê gelê Kurd bi merasîmeke hêja Elçî defin bikin.

KCK’ê ji bo Parlamenterê BDP’ê yê Amedê û Serokê Giştî yê KADEP’ê Şerafettîn Elçî de daxuyaniyek da.

KCK’ê wiha got: "Ewladê hêja yê gelê Kurd, berdevkê bi biryar yê siyaseta Kurd a welatparêz, Serokê KADEP’ê û parlamenterê Amedê Şerafetîn Elçî me wenda kir û ji bo me wendahiyeke mezine. Elçî di jiyana xwe de bi rumeteke mezin xwedî li nasnameya gelê xwe derket û ji bo hemû fedakarî kir. Bêyî ku têk biçe, parêzvaniya doza gelê Kurd kir."

Di daxuyaniyê de hat destnîşan kirin ku, Elçî ji ber hewldanên xwe yên girîng yên ji bo yekitiya Netewî-demokratîk mohra xwe li dîrokê daye û wiha hate gotin: “ Her çiqas heman fikir û ramanê parve neke jî her tim li dijî kesên ku ji bo azadiya gelê Kurd têdikoşe bi rêzdar bû, rexneyên wî hebûya jî tu carî li dij fikir ranebûye û her tim xeta welatparêz- demokratîk esas girtiye. Elçî bi vî aliyê xwe xeta siyasî û sekna welatparêz meşandiye. Her wiha dibe ku nêrînên wî yên cuda hebin ya girîng eve ku di her şert û mercî de li dora nirxên demokratîk-netewî ya gelê xwe bûye yek û têkoşîn meşandiye. Di vê mijarê de hemû têkiliyên di Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de afirandiye û helwesta wî ya di hemû demên krîtîk de gelek girîng û bi nirx bû.”

KCK’ê da zanîn ku, têkoşîna azadiya gelê Kurd di asteke girîng de ye û di vê dema wiha de wendahiya Elçî ji bo gelê Kurd wendahiyek mezine.

KCK’ê di serî de ji malbatê û hemû gelê Kurd re sersaxî xwest û wiha got: “Em bi wesîleya vê êşa mezin di serî de ji malbata wî, KADEP û hemû rêhevalên wî û gelê Kurd re sersaxiyê dixwazin. Em bang li hemû gelê xwe yê welatparêz dikin ku bila xwedî li ewladê xwe yê Botanê derkevin û merasîmeke hêjayî wî pêk bînin.”