Serokatiya Konseya Rêveber a KCK girîngiya pêşwazîkirineke bi heybet ya cenazeyên her sê jinên şoreşger destnîşan kir û li hember gotegotên provakasyonan jî nerazîbûn nîşan da.
Serokatiya Konseya Rêveber a KCK, di daxûyaniya xwe ya têkildarê qetilkirina her sê siyasetvanên jin ên kurd di 9 Çileyê de li Parîsê, bal kişand ser girîngiya xwedîderketin li wan û wiha got:
'Li qadeke navneteweyî yek ji avakarên partiya me û pêşenga şoreşger û hevala me Sakîne Cansiz û mîlîtanên têkoşîna gelê me, yên pirr hêja Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez, bi awayekî organîzekirî û bêbext hatin qetilkirin. Ev yek berdewamiya polîtkayên qirkirinê yên ku ji mêjve ye li Kurdistanê tê meşandine û li hemberî Rêbertiya me, tevgera Azadiyê û li hember gelê me pêk hatiye.
'DÊ GELÊ ME BI AWAYEKÎ LAYIQ XWEDÎ LI ŞEHÎDÊN XWE DERKEVE'
KCK'ê herwiha destnîşan kir, ku hefteyek di ser bûyerê re derbas bûye, lê rayedarên Franse di derbarê ronîkirin û lêkolînan de ti daxûyanî nedane, ji ber vê yekê ev helwesta Franse mirov dixe nava fikaran.
KCKê diyar kir, eger ev komkujî were ronîkirin, wê tesîreke erênî li pêvajoya hevdîtinên li Îmraliyê bike.
'GOTIN Û PRATÎKA AKP'Ê NAKOK IN, ÎMHAYÊ LI SER ME FERZ DIKIN'
KCKê herwiha li ser gotin û pratîka AKP jî rawestiya û wiha got: 'Serokwezîrê Tirk Erdogan, behsa sekinandina rondikê çavên dayikan dike', di heman saetan de bi talîmata wî êrîşên hewayî yên herî berfireh li dijî hêzên me pêk tên. dema ku di çapemeniyê de ev êrîş cih digre, bi awayekî bêşerm dibêjin, li hember komeke ku dixwest ji sînor derbas bibe ev êrîş pêk hatiye. Lêbelê her kes dizane, deverên ku êrîş dikin, 100-150 kilometir dûrî sînor in û herêmên Gare û Qendîlê hedef hatine girtin.
'ÊRIŞÊN AKP'Ê PÊVAJOYÊ PROVAKE DIKIN'
KCK bang li raya giştî kir, ku ev durûtiya AKP'ê ku were dîtin û wiha dewam kir; “'Em ji kesên her tim behsa provakasyona dikin dipirsin; ev 7 hevalên me yên ku bi taybetî bi talîmata AKP hatin şehîdkirin, ma ne can in? gelo êrîşeke bi vî rengî nikare pêvajoyê provake bike? Em ji kesên behsa rawestandina rondikên dayikan dikin dipirsin; ma dayikên ev 7 mîlîtanên ku dikarin her tim ji bo welatê xwe canê bidin, nînin? Ma dayikên van 7 lewendan wê rondikan nebarînin?”
Di daxûyaniya KCK de herî dawî tê xwestin ku gelê Kurd bi xwedîderketina li şehîdên xwe hemû polîtîkayên êrîşkar yên AKP'ê van êrîşan pûç bike.