Ji KCD’ê peyama Mewlûda Qendîlê

Ji KCD’ê peyama Mewlûda Qendîlê

Komîsyona Kêmar û Baweriyan ya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bi boneya Mewlûda Qendîlê peyamek weşand.

KCD’ê di daxuyaniyê de destnîşan kir ku, malbata mirovahiyê di pêvajoyeke ku şer û pevçûn didomin û daxwazên azadî, wekhevî û edeletê zêdetir dibin de Cîhana Îslamê Mewlûda Qendîlê pêşwazî dike. di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Alema Îslamê di vê dema ku herî zêde daxwaza azadî, wekhevî û edeletê û her wiha di hawireke şer ya dijwar de Mewlûda Qendîlê pêşwazî dike.”

Di berdewamiya daxuyanyê de hat destnîşan kirin ku, ew hêvî dikin ku di nava hawireke aştiyane, wekhev û edeletê de Mewlûda Qendîlê pêşwazî bikin û diyar kirin ku, ew vê şeva bi xêr li hemû misilmanan pîroz dikin.