Ji Karayilan ji bo Rojavayê Kurdistanê banga piştevaniyê

Ji Karayilan ji bo Rojavayê Kurdistanê banga piştevaniyê

Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûrat Karayilan got; “Her çendî Rojavayê Kurdistanê parçeya herî biçûk e, lê xizmeta hemû parçeyên din ên Kurdistanê kiriye” û diyar kir ku divê hemû parçeyên din îro xizmeta Rojava bikin û piştgirî bidin. Karayilan bang li Hukûmeta Herêma Kurdistanê kir ku ji bo alîkariya ji Rojavayê Kurdistanê re sînoran vebike û got; “Em nabêjin piştgiriya leşkerî bikin, em nabêjin bila pêşmerge an jî gerîla biçin wir biparêzin, gelê me li wir xwe diparêze. Ger destdirêjî çêbibe, em dikarin bi xwe helwestê pêş bixin.”

Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûrat Karayilan di Bernameya Taybet a kanala Ronahî TV de axivî û ji Rojavayê Kurdistanê banga piştevaniyê kir. Karayilan ragihand ku bi her awayî piştgirî didin Desteya Bilind a Kurdan û diyar kir ku Tirkiye dixwaze pêşî li statuya Kurdan li Rojavayê Kurdistanê bigire. Karayilan got; “Kurdên li Tirkiyeyê ne bes e, îcar êrîşê yên derve dike. Wê çaxê divê çi Kurdên xwedî rûmet û şeref be li hemberî vê yekê derbikevin û şer bikin.”

KURDAN SIYASETEK RAST MEŞAND

Karayilan bal kişand ser polîtîkaya Kurdan a li Rojava û got; “Tevgera Azadiya Kurdistanê li Rojavayê Kurdistanê siyasetek rast meşand, nebû eskerê tu kesî. Li ser piyên xwe rawestiya û niha di guhertin û veguhertina Suriyeyê de bûye hêzek. Gelê me di encama vê siyasetê de pêvajoya şoreşê dijî. Ger ku ev siyaset nebûya, belkî jî li rojava kevir li ser kevir nemabûya. Belkî li Efrînê niha şer hebû. Jixwe erdnîgariya wê jî gengaz e. Lê tevgera kurd siyaset aqilane meşand. Îro hîn zêde aşkera dibe ku ev siyasetek rast e. Gelê kurd li wir şerê desthilatdariyê na, têkoşîna mafên xwe dimeşîne. Dixwaze di Sûriyeyek demokratîk de bi awayekî xweser bijî. Ger ketiba kêleka hinekan ketiba nava pêvajoyê nedibû xwedî hêz.

Hinek derdoran ev siyaset rexne kirin. Lê PYD li wir xetek serbixwe dimeşîne, xeta azadiyê dimeşîne. Xwe parast û kir hêz . Her kesî vê yekê dît. Îro ev xet derket holê. Carinan bi rejîmê re ketin şer. Dibe ku bi muxalefetê re jî di nava têkiliyê de bin. Lê divê statuya wan ji aliyê hemû kesî ve bê nasîn. Em bawer dikin ku dê gelê kurd hîn pêşvetir bikeve. Ev siyasetek rast e, azadiyê esas digire û dixwaze bi giştî guhertinekê pêk bîne.”

‘KURDÊN ROJAVA NE BI TENÊ NE

Karayilan wiha berdewam kir; “21 mirovên me şehîd ketin . Em dîsa sersaxiyê dixwazin. Ji birîndaran re şîfayê dixwazin. Em vê êrîşê şermezar dikin û li dijî vê têkoşîna gelê me heye, bi komkujiyan tu kes nagihîje encaman. Miroven sivîl dimirin. Li gorî me di çapemeniyê de bihîst, hinek çalakiyên bersivdan çêbûne. Ev mafek e, lê em hêvî dikin ku siyasetek rast bê mesandin. Komkujiyê dilê me êşandiye, lê divê ev nebe guhertina siyasetek rast. Divê bi hestan tevgnerin. Bawer im dê Desteya Bilind vê yekê binirxîne. Belê çalakiya bersivdanê heye, mirin jî çêbûne. Lê ku aliyê din êrîşên xwe dom neke, divê xeta rast bê meşandin. Gelê me mafên xwezayî dixwaze. Têkoşîna mirovî pêş dixe. Divê bê zanîn ku gelê me yê li wir bi tenê nîne. Lewre divê tu kes gelê me bi tenê nebîne. Ne rejîma Baas, ne jî tu kesek din. Gelê me dikare xwe biparêz e. Ji ber ku astek zanebûnê heye. Lê divê bê zanîn ku destdirêjî nayên qebûlkirin. Hewldanên Tirkiyeyê jî hene. Loma ji bo her kesî dibêjim. Dîsa divê gelê me di her şert û mercan de li hev du û şehîdên xwe xwedî derkeve

EM PIŞTGIRÎ DIDIN DESTEYA BILIND

Yekîtiya Kurdan mijarek pir stratejîk e. Em di vê çarçoveyê de avakirina yekîtiya li Rojava û biryarên hatine girtin erênî dibînin û piştgiriyê didinê. Divê hemû kes piştgiriyê bide û tevlî bibin. Tevgerên jin , ciwan û hemû kes beşdar bibin. Bila tu kes taktîkî nêzîk nebe. Ev mijarek stratejîk e. Li wir hejmara gelê me kêm e, loma ku yekîtî nebe, dê hêzên din ji bo xwe bi kar bînin. Lewre divê hemû kes stratejîk nêzîk bibin û serkeftinê di yekîtiyê de bibinîn. Yên ku vê yekê nekin, xizmeta serkeftinê nakin. Dewleta Tirk jî vê dixwaze. Ji ber ku yekîtiya kurd hemû hêzên li dijî kurdan aciz dikin. Dewleta Suriyeyê jî wisa ye. Lewre divê siyasetmedarên Rojava, Başûr û beşên din jî şaşitiyê nekin, berjewendiyên kesayetî nedin pêş, bila berjewendiyên netewî li pêş bin. Divê gelê me jî vê bişopîne. Em jî piştgiriyê didin Desteya Bilind. Temsîla îradeya gelê me Rojavayê Kurdistanê ye. Em hêvî dikin ku dê roj bi roj pêş bikeve. Divê yekîtî neyê sistkirin, bê xurtkirin. Em dizanîn ku gelê me siyasetek xurt bimeşîne dê cihê xwe bigire. Lê ku nebe, tu cihekî nagire. Gelê me niha li wir bûye îradeyek, xwe bi rê ve dibe. Ev tiştekî gelekî girîng e. Divê hemû kes li dora vê sazîbûnê kom bibe. Em bi her awayekî piştgirî bidin Desteya Bilind û divê gel alîkar be.

TIRKIYE DIXWAZE PÊŞÎ LI STATUYA KURDAN A ROJAVAYÊ KURDISTANÊ BIGIRE

Em polîtîkayên dewleta Tirkiye yên li hemberî Sûriyeyê jidil nabînin. Dewleta Tirk di bin pêşengiya AKP’ê de, di dema Iraqê li derveyî planan ma û piştre gotin "em çima li nav nebûn". Dema mijara Suriyeyê ket rojevê, xwestin li gorî xwe nekevin xeletiya Iraqê. Dixwazin wekî Osmaniyan Suriyeyê bikin eyaletek a xwe. Tirkiye ne heyranê çavên muxaletefeta Suriyeyê , alîgirê demokrasiyê nîn e. Heta duh bi her awayeyî têkilî bi Suriyeyê re hebûn, bi Esad re dost û bira bû. Dît ku pêşeroja rejîmê nîne, meqes guhert. Li gorî berjewendiyên xwe tevdigere. Niha li Tirkiyeyê 10 hezar kurd girtî ne. Dewletek wiha zîlumkar dê çawa bibe alîgirê demokrasilya li Suriyeyê. Berjewendiyên xwe esas digire. Naxwazin kurd bibin xwedî statu, li hemberî rewşa Iraqê gelekî poşman in. Niha dixwazin pêşiya statuya Kurdan a li Suriyeyê bigirin. Dixwazin kurdan li her derê lawaz bikin. Stratejiya wan ev e. Lê vê bi aşkereyî nabêje, taktîk dike. Mînak Kurdan di navbera xwe de yekitî çêkir, pir aciz bûn. Heta Hewlêrê û Kerkûkê hatin nerazîbûnên xwe nîşan dan. Naxwazin di ji nû ve dîzaynkirina Rojhilata Navîn û sîstema nû de cihê Kurdan hebe. Polîtîkaya wan ev e. Dibêjin em ê Başûrê Kurdistanê bi siyaset û dîplomasiyê kontrol bikin û PKK’ê jî bi çekan tasfiye bikin. Em ê başûr dorpêç bikin û dê di dîzayna nû de Kurd tune be. Strastejiya wan ev e.

DIXWAZE STATUYA BAŞÛR DORPÊÇ BIKE

Heta niha jî dixwazin hemû Kurdên hene bikin Tirk. Hîna jî dibêjin tenê alek, miletek, zimanek heye. Kemalîstan berê bi zext û înkarê vê yekê dikir. Niha dibêjin em wisa nakin, lê lazim e ew jî parçeyek ji miletê Tirk bin. Dibêjin bila niha hefteyê du saetan bi Kurdî bixwînin. Polîtîkaya wan a dagikerî îflas kir. AKP jî dixwaze ku ev polîtîkaya îflas kir bi zimanek nû û polîtîk bi ser bixe. Ji bo yekê hestê olî, hemû tiştê bi kar tîne. Dixwaze vê konsepta xwe bi ser bixin. Ji bo ev konsept bi ser bikeve, divê parçeyên din ne xwedî statu bin. Dibêjin jixwe li Başûr Kurd xwedî statu ne, ger Rojava jî bibe xwedî statu, divê ez jî dest ji vê polîtîkaya xwe berdim. Heta dixwaze statuya Başûr jî dorpêç bike.

GER NE JI PKK’Ê BÛYA...

Niha dibêjin PKK li Rojava desthilatî xistiye destê xwe, lê her kes dizane PKK cûda ye, PYD cûda ye.Ger PKK tune bûya dê li sedemek din bigeriyaban. Ji ber ku îro PKK heye, li Zagrosê, li Botanê û her derê Bakûrê Kurdistanê têdikoşe û wana tengav dike. Ji ber wê jî nikarin destdirêjiya li hemberî Rojava bikin. Ger ne ji PKK’ê bûya, dê mîna hûtekê êrîş bikira. Ew naxwazin li Rojavayê Kurdistanê gelê me xwedî statu be. Naxwazin di destûra bingehîn a Sûriyeyê de Kurd bên naskirin. Ji ber wê zext li muxalefetê dike. Muxalefet jî em nizanin ji ber zextên Tirkiyeyê an jî ew bi xwe wisa nin, naxwazin mafên gelê Kurd nas bikin. Lê em bawer dikin ku zextên Tirkiyeyê ne. Ji ber ku ew Kurdan nas dikin, dizanin Kurd çiqas zilm dîtine.Kurd jî dibêjin em parçeyek jI Sûriyeyê ne, lê em jî dê di Sûriyeyê de xwedî statû û maf bin. Kurd zêde tiştek ji kesî naxwazin. Lê dewlet Tirk ji vê yekê aciz e, naxwaze navê Kurdan bikeve destûra bingehîn. Dest ji statûyê jî berdin, naxwazin navê Kurdan jî derbas bibe, siyaseta dijminahiya Kurdan dimeşîne. Divê Kurd hemû bizanin.

LI HEMBERÎ YEKITIYA KURDAN HERÊMA TAMPON

Heta niha dewleta Tirk di vê siyaseta xwe de bi ser neketiye. Çend caran hewl dide, dixwaze li hemberî yekitiya neteweyî herêma tampon çêbibe û mudaxele bike. Lê bi ser neketiye. Heta niha dewleta Tirk di siyaseta xwe ya Kurd de bin ketiye. Dixwaze mudaxele bike, lê bi tenê ma.

MA HEMA TIRKIYE DIKARE DESTDIRÊJIYÊ BIKE?

Lê ger destdirêjiya wir bike gelê me ne bi tenê ye. Dê Kurd li her derê li hemberî wan li ber xwe bidin. Stenbolê, Îzmîrê, Çokûrova, hemû Bakûrê Kurdistanê , li her derê gelê Kurd dê li ber xwe bide. Gelê me yê Rojava jî destê xwe li ber Tirkiyeyê girênade, ew jî dê li ber xwe bidin. Gelê me yê li wir, zana ye, xwedî rêxistin e, saziyên xwe hene, hêza xwe heye. Hêza xweparastinê heye. Ma hema Tirkiye dikare destdirêjiyê bike, ma ewqas hêsan e. Kurdên li Tirkiyeyê ne bes e, îcar êrîşê yên derve dike. Wê çaxê divê çi Kurdên xwedî rûmet û şeref be li hemberî vê yekê derbikevin û şer bikin. Divê gelê me ji dewleta Tirk netirse, lê divê dîsa jî xwedî tedbîr bin.

DIVÊ MUXALEFET BI AWAYEK RAST NÊZÎ KURDAN BIBE

Dîsa muxalefet heye. Ger ji bo welateke demokratîk têdikoşe, divê bi awayeke rast nêzîkê Kurdan bibe. Lê ji derve alîkarî bigirin û li gorî hêzên derve tevbigerin, ev yek nabe. Lê bawer nakim AKP wan bixapîne. AKP dibêje qey her tişt dê bi pere pêk bê. Her kesê vîna xwe heye zanebûna xwe ye, ji ber wê jî hesabên mal û sûkê nabin yek. Hesabên AKP’ê nabin. Çawa got em ê li Bakûr PKK wek milîtanên Tamîlê tasfiye bikin, hesabên wê bi ser neketin, hesabên wê li tevahiyê Kurdistanê bi ser nakeve.

ROJAVA PIŞTGIRÎ DAYE HEMÛ PARÇEYAN

Rojavayê Kurdistanê rast e parçeya biçûk e, lê di têkoşîna neteweyî ya azadiya Kurdistanê de rolek girîng leyîstiye. Rojavayê Kurdistanê piştgiriya hemû parçeyan kiriye. Bi taybet jî gelek xizmeta Başûr û Bakûrê Kurdistanê kiriye. Di têkoşîna me de jî gelê Rojavayê Kurdistanê kedek girîng daye. Ji ber wê jî divê hemû parçe xizmeta Rojava bikin. Ji bo gelê me li wir sîstema xwe ava bike û bê parastin, divê hemû gelê me erkê xwe pêk bîne. Divê parçeyên din alîkariyên siyasî û dîplomatîk bikin. Niha li wir pirsgirêka aborî heye. Divê parçeyên din alîkarî bidin. Divê Hukûmeta Başûrê Kurdistanê di vê demê de ne ku sînor bigire, divê sînor veke. Saziyên sivîl ên Kurdistanî û navneteweyî dixwazin alîkariya Rojavayê Kurdistanê bikin, divê jib o vana derî bê vekirin. Ger her der were girtin, ev yek ne rast e, bawer nakim ku tiştek wiha berdewam jî bike.

EM NABÊJIN BILA PÊŞMERGE Û GERÎLA BIÇIN WIR, LÊ...

Rojava her tim rolek neteweyî leyîst, qehremanên mezin jê derketin. Milîtanên mezin jê derketin. Em nabêjin piştgiriya leşkerî bikin, em nabêjin bila pêşmerge an jî gerîla biçin wir biparêzin, gelê me li wir xwe diparêze. Ger destdirêjî çêbibe, em dikarin bi xwe helwestê pêş bixin. Divê hemû parçeyên din, gelê me li her derê piştgirî bide û divê ji bo vê yekê rê bê vekirin.

JI BO PÊŞENGÊN ROJAVA BANG

Siyaseta Rojavayê Kurdistanê gavek avêtiye. Gelek dever azad kirin. Yekitiya xwe çêkirin. Divê ji bo dahatû Rojavayê Kurdistanê hesabên baş bikin. Bila kes hesabên biçûk nekin û nebêjin bila hindik be, bila ji min re be. Bila her kes bêje bila gelek be ji me hemûyan re be. Ev yek ji bo yekitiya neteweyî, ji bo Kurdistaneke xwedî statu û azad ev yek pêwîst e. Ev dem demek zêrîn û dîrokî ye. Ji ber wê jî divê her kes xwe bi her awayî tevil bike, çi fedekarî pêwîst be, bikin. Destkeftiyan xurt bikin. Ev dema şoreşê ye, bi dehan sal naajo. Demeke tê û diçe. Divê bingehê wê baş bê danîn. Divê her siyasetmedarên Rojavayê Kurdistanê ji kîjan partiya siyasî bibin ferq nake. Em tu cudahî naxin navbera tu partiya. Dibe hinek partî di aliyê xetê de nêzîk me bin, dibe tiştek wiha hebe. Lê em di warê siyasî de tu ciyawazî naxin navber. Hemû kesên di bin sêwana Desteya Bilind de ferqa wan ji bo me tune be. Dibe ku PYD ya herî mezin be û rola wê ji hemûyan zêdetir e.

DIVÊ HER TIŞT BI HILBIJARTINÊ BE

Em ê her tim bi rast û durist piştgirî bidin Desteyê, bi edalet û wijdan ev ji bo me esas e. Nêzîkatiya demokratîk, parçvekirin evan e esas e, divê her tişt bi hilbijartinê be. Divê wekhevî hebe, azadî hebe, azadiya jinê hebe. Ger azadiya jinê hebe, dê azadiya civakê jî hebe. Wekheviya jin û zilam, wekheviya herêman, wekheviya derdoran, çanda demokrasiyê ev e.

Evane bi piştgiriya derve nabe. Divê Kurd piştevaniyê bidin hev, bi keda xwe vê yekê pêk bînin. Divê pêşeng alîkariyê bikin. Gelê me jî wê demê dê fedekarî bikin. Kes nabêje ez filan partî me, ji ber ku di dilê gelê me de azadbûn heye. Vî gelî ewqas şehîd dan. Di şoreşa me de Şehîd Şîlan, Şehîd Rustem, Şehîd Xeba, di şexsê wan de tevahiya şehîdên Rojavayê Kurdistanê bi bîr tînin. Ez bûme şahidê qehremantiya wan,çiqas destan afirandine.

Divê gelê me meclîsên xwe xurt bikin, saziyên xwe ava bikin. Edaleta xwe, huqûqa xwe biafirînin. Divê ji aliyê aborî hewldan hebin. Pirsgirêkên civakî bi xwe çareser bikin. Dibe ku li Sûriyeyê êrîş çêbibin, tevlîheviyên din çêbibin, ji ber wê jî divê gelê me hişyar be. Divê gelê me di hemû aliyan de bi kêrî xwe bê. Divê ya herî girîng aliyê parastinê xwe xurt bike. Ev der Rojhilata Navîn e, kî xwedî hêz be, ew xwedî îrade ye.