Ji kampên koçberan ên li Efrînê banga lezgîn a alîkariyê hat kirin
Ji kampên koçberan Rûbar û Şehba yên li Efrînê, banga lezgîn a alîkariyê li saziyên mafên mirovan û alîkariyê hat kirin.
Ji kampên koçberan Rûbar û Şehba yên li Efrînê, banga lezgîn a alîkariyê li saziyên mafên mirovan û alîkariyê hat kirin.
Bi zêdebûna hejmara koçberan li Kantona Efrînê û ambargoya li ser Kantonê, her wiha bi nêzîkbûna demsala zivistanê re koçberên ku ji ber êrîş û topbarana dagirkeriya Tirkiyeyê û çeteyên girêdayî wê û balafirên Koalisyona Navneteweyî ji herêmên Babê û Cerablûsê reviyane û niha li kampa Rûbar a li gundê Basilê ya Navçeya Şêrewa û li kampa El-Şehba ya gundê Dêr Cemal a navçeya Şêrewa rûniştine daxuyaniyek ji raya giştî ya cîhanê re dan. Koçberan di daxuyaniya xwe de banga alîkariyên mirovî li tevahiya saziyên mirovî û saziyên navdewletî kirin. Koçberan gotin ku bi nêzîkbûna demsala zivistanê pêdiviya wan bi gelek cûreyên alîkariyan heye.
Daxuyanî bi awayekî cuda li herdu kampan hat xwendin. Li kampa Rûbar ji aliyê koçbera bi navê Emîne Talib ve hat xwendin û li kampa El-Şehba jî ji aliyên koçber Îsmayîl Hesen ve hat xwendin.
Daxuyanî wiha ye:
"Ji ber ambargoyê rewşa mirovahî li kampa Rûbar û El-Şehba bi berdewamî ber bi xerabûnê ve diçe ji ber ku madeyên alîkariyê pir kêmbûne.
Em bangawazî tevahiya Rêxistinên Mirovahiyê û alîkariyan, her wiha Rêxistinên Neteweyên Yekbûyî û hemû Hêzn Navneteweyî dikin bi awayekî lezgîn madeyên alîkariyan ji Kon, Madeyên Xwarinê, Pêdiviyên Tenduristiyê, derman û cilên zivistanê ji ber ku demsala zivistanê li ber deriyan e bi cihbikin.
Em daxwaz dikin ku bi awayekî lezgîn van madeyan bigihînin herdu kampan û êşa koçberan sivik bikin da ku dema em ketin zivistanê em tam amadebin û em karibin li hemberî tevahî rewşên hewayê ji serma, baran û berfê bisekinin.
Tê zanîn ku bi sedan şêniyên herêmên Cerablûs û Babê bi awayekî rojane ji ber bombebarana hêzên dagirkeriya Tirkiyeyê û çeteyan ji gundên xwe direvin û berê xwe didin kantona Efrînê û cihê aram û bi ewle dikin armanc."