Ji îşkenceya li rojnameger hatiye kirin biryara neşopandinê!

Ji îşkenceya li rojnameger hatiye kirin biryara neşopandinê!

Piştî ku xebatkarê rojnameya Azadiya Welat yê berê Mehmet Alî Çelîk ji aliyê polîsan ve hat derbkirin, di derbarê 4 polîsan de doz hatibû vekirin. Doza ku pêkhat bi biryara neşopandinê hat bidawîkirin. Dozgeriyê di biryara neşopandinê de parast ku, polîs dema peywira xwe bi cih tînin heke ku li gorî wê peywirê hêzê bi kar bînin ew ne sûce. Çelik diyar kir ku, dê dozê bişopîne û serî li DMME'ê bide.

Xebatkarê rojnameya Azadiya Welat ê berê Mehmet Alî Çelîk ku di 11'ê adara 2009'an de ji bo ku cezayê trafîkê ya lê hatiye birîn bide, çûbû Qonaxa Hikûmetê ya Nisêbîna Mêrdînê û rastî lêdana polîsan hatibû. Çelîk di ketina qonaxê de ji aliyê polîsan ve hatibû derbkirin. Di derbkirinê de li ser dev û rû û bedena wî şopên derbê çêbibûn. Piştre jî polîsan avêtibûn ser mala wî. Di serdegirtinê de Çelîk tevî hevjîna xwe Mizgîn Çelîk dîsa ji aliyê polîsan ve hatibûn derbkirin. Çelîkê ku rojek şûnde derket pêşberî dadgehê bi îdiayên "dirûşmên dijqanûnî qîrkiriye" û "propagandaya rêxistinê kiriye" hat girtin. Çelîk ku 9 mehan girtî ma tahliye bû, serî li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Mêrdînê da û alîkariya hiqûqî xwest.

DADGEHÊ HEWCE BI ŞOPANDINÊ NEDÎT

Çelîk piştî 9 mehan girtî ma û serbest hate berdan, têkildarî derbkirina xwe û hevjîna xwe li Serdozgeriya Komarê ya Nisêbînê serlêdana sûc kir. Li ser serlêdan sûc ya Çelîk di derbarê polîsên bi navê Murat Înge, Mehmet Yildiz û Îsmaîl Dogan de doz hat vekirin. Doza ku di derbarê 4 polîsan de hat vekirin piştî 4 salan bi biryara neşopandinê hat bidawîkirin. Dozgeriya ku biryara neşopandinê da hinceta "2009 hêzên ewlehiyê li gorî ku peywira xwe dikarin hêzê bi kar bînin ku ev yek divê rewa û bimaf were dîtin, lewre li gorî sererastkirina xala 24/1 a qanûna 5237'an ku dibêje hêzên ewlehiyê yên ku fermanê bi cih tînin nikarin bên cezakirin." nîşan da.

'EZ DÊ SERÎ LI DMME'Ê BIDIM'

Çelîk ku ji ber zextên li ser wî zêde bû çû Fînlandiyayê û li sirgûnê dijî di derbarê dozê de diyar kir ku, li Tirkiyeyê di derbarê wî de gelek doz hatine vekirin û wiha axivî: "Ji berhincetên pûç û vala di derbarê min de gelek doz hatine vekirin. Ew doz hêj berdewam dikin. Lê dozên ku min vekirine bê encam dimînin û bi biryara neşopandinê tên bidawîkirin. Serdozgeriya Komarê ya Nisêbînê bi awayekî bêhiqûqî polîsan diparêze."

Çelîk destnîşan kir ku, li Tirkiyeyê daraz îşkencekaran diparêze: "Her kesê ku li Tirkiyeyê dijî bi îşkence û mirinê re rû bir û ye. Bi taybetî jî li welatê ku rojnameger tên mexdûrkirin de edalet berojavî tê belavkirin. Min serî li hemû riyên hiqûqî dan û encameke bi dest nexist. Dê têkoşîna min ya hiqûqqî berdewam bike û ez dê serî li DMME'yê bixim."