Ji Înîsiytîfa Gel Botanê ji bo Roboskî banga serhildanê

Ji Înîsiytîfa Gel Botanê ji bo Roboskî banga serhildanê

Înîsiyatîfa Gel a Botanê di 1’emîn salvegera Komkujiya Roboskî de li hemberî dewleta Tirk a ku komkujî pêk anîn bang li gelê Kurd kir ku bi ruhê serhildanê dabikevin qadan. Înîsiyatîfê da zanîn ku ew dê weke gelê Botanê ji navenda Şirnexê biçin Roboskiyê û banga “Divê 27’ê berfanbarê kesek neçe dibistanê, esnaf derabeyan veneke, jiyan bê rawestandin, bi armanca hesabpirsîna ji komkujan divê serhildan bê lidarxistin.”

Înîsiyatîfa Gel a Botanê bi boneya yekemîn salvegera Komkujiya Roboskî ya ku 19 jê zarok, 34 Kurd têde jiyana xwe ji dest dan daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de komkujî careke din bi tundî hate şermezarkirin û bal kişand ser qirkirinên dewleta Tirk ên li Krudistanê.

Înîsiyatîfê got: “Di dîroka komarê de li Kurdistanê û li hemberî gelê Kurd tu komkujî û qirkirin nemane ku nehatine pêkanîn” û bal kişand ser komkujiyên di dîrokê de li hemberî gelê Kurd pêk hatin. Înîsiyatîfê got: “Îro çeteya Fethullah Gulen û Erdogan pêşengiya heman pêkanîn û polîtîkayan dike. Li hemberî berxwedan û hêza Rêber Apo û tevgera azadiyê bûne mîna gurên birçî. Ji ber vê jî li dîroka xwe ya qirêj û komkujperest komkujiya Roboskî jî zêde kirin.”

Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku têkoşîna azadiya gelê Kurd îro gihiştiye asteke dîrokî û hate diyarkirin ku ev yekane hêza ku bikare statu ya gelê Kurd têxe bin garantiyê tevgera azadiya gelê Kurd e. Înîsiyatîfê got: “Botana ku dîroka wê ji berxwedan û serhildanên li hemberî zilm û zordariyê tije ye, her roj dibe hêjayê vê dîroka xwe.” Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku “Erdogan û çeteya xwe” bi Komkujiya Roboskiyê xwestine di şexsê Botanê de çavê gelê Kurd bitirsînin. Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku Erdogan bê ku şerm û fedî ji xwe bike ev komkujî parastiye û heqaretê li şehîdan kiriye.

Înîsiyîtîfê di daxuyaniya xwe de bal kişand ku divê di vê pêvajoyê de ji her demê zêdetir gelê Kurd deyn û bala xwe bidin ser Azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got: “Em ji her demê zêdetir nêzîkê azadiya Rêbertiya xwe ne. Divê em weke gel li her derê têkoşîna xwe xurt bikin. Ger em ji niha û pêve ji Erdogan û çeteya wê li benda kesekî bin, ev yek tê wê wateyê ku em ji celadên xwe li benda merhemetê ne, ev yek jî xefletekek mezin e.”

Înîsiyatîfê bal kişand ku her çendî komkujiyê salek li pey xwe hişt, lê heta niha berpirsên rastîn ên vê komkujiyê nehatine aşkerekirin.

Înîsiyatîfa Gel a Botonê got: “Di serî de gelê Kurd û bi taybet jî gelê Botanê, em bang li hemû şoreşger, rêxistinên sivîl û aliyên demokratîk dikin ku bi perspektîfa têkoşîneke hevpar a li gel gelê Kurd li hemberî vê komkujiya ku dewleta Tirk a mêtînger pêk anî roja 27-28’ê berfanbarê bi ruhê serhildanê dabikevin qadan. Li gorî vê; Em ê weke gelê Botanê roja 27’ê berfanbarê bi awayeke girseyî saet di 12.00 li navenda Şirnexê kom bibin û biçin Roboskiyê. Divê 27’ê berfanbarê kesek neçe dibistanê, esnaf derabeyan veneke, jiyan bê rawestandin, bi armanca hesabpirsîna ji komkujan divê serhildan bê lidarxistin.”