Ji Înîsiyatîfa Gel banga serhildanên bênavber

Ji Înîsiyatîfa Gel banga serhildanên bênavber

Înîsiyatîfa Gelê Kurdistanê, bi boneya salvegera derketina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji Sûriyeyê ku di 9’ê cotmeha 1998’ê de pêk hat, daxuyaniyek belav kir û bang li hemû Kurdan kir ku bi hemû cûre çalakiyan, dest bi serhildanan bênavber bikin.

Înisiyatîfa Gelê Kurdistanê bi boneya salvegera komploya navneteweyî ya ku di 9’ê cotmeha 1998’ê de bi derketina Ocalan a ji Sûriyeyê re dest pê kir, daxuyaniyek weşand û bang li hemû gelê Kurdistanê kir ku bi hemû cure çalakiyan serhildan pêk bînin. Înîsiyatîfa Gel ji gelê Kurd xwest ku ji îro û pêve neçin dibistan, leşkerîya rejîmê, dadgehan red bikin, bacê nedin û li her derê zimanê Kurdî bi kar bînin.

Tecrîda giran ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di salvegera 9’ê cotmehê de dikeve roja 440’emîn. Ligel k udi ser de salek derbas bû jî der barê şert û mercên girtina Ocalan de tu agahî nayê dayîn û astengkirin ahevdîtinan, hêrsa gelê kurd zêde dike. Kurdên ku azadiya bê şert a ji bo azadiya Ocalan wekî şertê esas yên aştiyê dibînin, di salvegera komploya 9’ê cotmehê de bertekên xwe dê bikişînin kolanan.

Însiyatîfa Gelê Kurdistanê di 14’emîn salvegera komployê de komplo bi tundî şermezar kir: “Em careke din hêzên tarî yên vê komploya bi nelet ku di dîroka Kurdistan û mirovahiyê de ya herî namerdî û durû ye, nelet dikin. Em îsal vê komployê bi berxwedana heybet ya gel û gerîlayên kurd ku pêşengê gelê kurd a azadiya atevgera me ne, pêşwazî dikin.”

Di daxuyaniyê hate destnîaşn kirin ku li hemberî komploya herî bi nelet, herî tarî ya dîrokê, di serî de Rêber Apo, şehîdên leheng, Partiya me partiya şehîdan PKK û gelê bi rumet yê Kurdisanê berxwedana herî bi heybet a dîrokê pêşve birine.” Însiyatîfê got; “Rêber Apo li hemberî hewldanên hêzên komploger yên ku gel bi gel didin şkandin, riya ronahiyê ya ku bihara azadiya gelan vekiriye.”

XEFLETA AKP Û ÇETEYA FETULLAH

Însiyatîfê di berdewamiya daxuyaniyê de wiha got: “Ocalan, gel û tevgera ji bo pêşanîn çareseriya aştiyane û demokatîk bi fedakariyeke mezin û samimiyet ligel dayîna bedelên mezin riya muzakere û diyalogê hatiye çêtir hatiye dîtin û wiha hate gotin: “Em wekê gelê kurd ku me ev fedakarî kir jî li hemberî vê fedekariyê me AKP’ ya sextekar û durû û çeteya Fetullah hemû nirxên me yên pîroz dibe bin lingê xwe û vê samimiyeta me wekî qelsbûnê dibîne û berê xwe didi polîtîkayên qirkirinê yên topyekun û ketiye xafleta ku dê encamê bigire.”

Însiyatîfê wiha got: “ Li aliyekê nirxên biratî, azadî û demokrasiyê ji ser zimanê xwe naxin. Li aliyê din jî komplogerên dîrokê berdewam dike û bi bêexlaqiyeke mezin serokatiya me li Îmraliyê bê nefes dihêle, li hemberî partî û gerîlayên me operasyonên îmhayê dide meşandin, li hemberî gel, saziyên demokrastî, lijneyan operasyon tên meşadin û bi hezaran nûner hatiye girtin û qirkirinê ferz dikin. Bi armanca tirkkirinê li ser ziman, çand, û nasnameyê qirkirina çandî, bi komkujiyên weke Roboskê qirkirina fîzkî, bi rêbazên şewidandina daristanan û bendavan qirkirina xwezayê, hewldnên lîncê yên çeteyên faşîst, li Pozantiyê û kolanan li hemberî jin û zarokên kurdan namerdî û bêahlaqiyeke mezin a tecawizê tê meşandin.

DEM DEMA TÊKOŞÎNÊ YE

Di daxuyaniye ev tişt cih girtin: “Li hemberî vê bêexlaqî û munafiqbûna Erdogan û Fetullah, em wekî gel, rêbertî û tevger ji têkoşîna xwe ya bi rumet û şeref şûnde gavê navêjin û bê guman em kevneşopiya xwe bi hezaran salî ya bi esl û kok esas digirin. Me ev sekna xwe jî di tîrmeha 2011’an de bi îlankirina Xweseriya Demokrastîk Kurdistana Azad pêk anîn û me bi stratejiya şerê gel hamleya azadiya xwe pêk anîn û hebûna xwe parastin da dest pêkirin û em ketin pêvajoyek dijwar. Êdî bi vê hamleya me ya serkeftinê em ne ku li benda çareseriya bi diyalog û muzakereyê, ne ku kesên daxwaza azadiya xwe bikin, ne ku tenê sazî û lijneyên faşît protesto bikin û boykot bikin, em di asteke ku hemûyan re dike, bi berxwedan û têkoşîna xwe dikarin hebûna xwe azadiya xwe pêk bînin e.”

DIVÊ GAVA XWE NEAVÊJIN DIBISTANÊN TIRKAN

Înîsiyatîfa Gel dibistananên Tirkan weke biryargehên asîmlasyonê bi navê kir û xwest bi temamî bêne boykotkirin û li her qadên jiyanê zimanê Kurdî bê bikaranîn, leşkerî, cerdevantî û dadgehên Tirkan bêne redkirin û bac nedin dewletê.

Înîsiyatîfa Gelê Kurdistan van pêngavan wiha rêz kir:

“1-Em ne ku dibistanên biryargehên asîmlasyonê boykot dikin, em bi temamî red dikin, divê bi tu awayî tu mamoste û xwendekarên welatparêzê pêngava xwe neavêje van biryargehên asîmlasyonê. Em ji dersa pûç a hilbijarte fêm nakin, em ê gava xwe neavêjin wan dibistanan û red bikin. Dijmin dixwaze bi rêbazên şerê taybet dudiliyê têxe nava gelê me. Bi gotinên pûç ên weke “bila zarokên we nezan nemînin”, zarokên me ji Kurdewarî û mirovahiyê dûr dixin û dixwazin wana di biryargehên nezanînê de bidin xwendin. Tu Kurdên welat parêz guh nade vê yekê û dê bi rûmetî xwedî li ziman, çand û nasnameya xwe derbikevin. Divê dewleta faşîst a Tirk vê baş bizane, heta mafê zimanê zikmakî ku mafek xwezayî û mirovahî ye neyê qebûlkirin, em bi tu awayî van dibistanan û sîstema wan nas nakin.

2-Dê li Kurdistan û her deverên ku Kurd lê dijîn, hemû reng û zimanê jiyanê bi Kurdî be. Di jiyana xwe de, em ê di navbera xwe de û bi saziyên dewletê re bi Kurdî biaxivin.

BACÊ NEDIN

3-Dijmin bi xespkirina keda me, bacê digire û bi vê yekê şerê qirkirinê dimeşîne. Divê em li her cihê ku lê dijîn, vê yekê bizanin, xwe bi rêxistin bikin, bacê nedin û ev yek peywirek herî sereke ya her welatparêzek e. Dijmin dê li aliyekê hemû cure rêbazên şer li hemberî me pêk bîne û dê ji bo me ji bo vê yekê bacê kom bike! Ev yek jî tê wateya qebûlkirina vê bêrûmetiya ku dijmin dispêre me. Divê di serî de esnafên gelê Kurd û hemû gelê Kurd vê helwesta xwe di pratîkê de pêk bîne.

DIVÊ DADGEH BÊNE REDKIRIN

4-Mêtîngerî bêperwatiya xwe ya li hemberî gelê me bi dadgehê xwe dide nîşandan. Tu rewatiya bêhuqûqî û dadgehên mêtîngeriyê li Kurdistanê tune ye. Ger gelê me guh bide dadgeh û edaleta mêtîngeriyê, ev yek tê wateya qebûlkirina bêbinyatî û xefleta herî meizn. Nêzîkatiya herî rast ew e ku dager, dozger û sîstema edaletê ji ber tiştên anîne serê gelê me lêborînê bixwazin û ji welatê me derbikevin.

DIVÊ LEŞKERÎ Û CERDEVANÎ NEYÊ QEBÛLKIRIN

5-Bêvînhiştin û bênasnamehiştina herî rût û tazî ya Kurdan ew e ku bibin leşkerên dewleta Tirk a faşîst. Di bin navê neçariyê de, biryargehên rewakirina xiyanetê ne. Li hemberî ewladên egîd û leheng ên gelê me hatine amadekirin. Tu ciwanên Kurd ên bi rûmet û bi wijdan leşkerî û cerdevaniya ku mîna alayên Hemîdî yên roja îro ye, bi tu awayî qebûl nakin. Divê her ciwanê Kurd ê bi rûmet xwe bi kincên gerîlayan ên ku li wan tê bixemilînin. Divê ciwanên ku dê biçin leşkeriyê, leşkeriyê red bikin, ciwanên leşker jî firar bikin. Divê li aliyê Erdoganê ku ji tirsê xwe di çepera xayinan de tewand, divê li aliyê gerîlayên bi rûmet û serhilind ên ku ji bo azadiyê têdikoşin cih bigirin û tevlî refên wan bibin.”

Di dawiya daxuyaniyê de bang li gelê Kurd kir ku li hemberî komployê li her derê ku lê ne beşdarî pêngava serkeftinê bibin, beşdarî berxwedana li çiyayan û zîndanan bibin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Ocalan di Imraliyê de li ber xwe dide, girtî di zînanan de li ber xwe didin û gerîla ji her demê zêdetir hesabê ji dijmin dipirse. Hat diyarkirin ku divê gelê Kurd ji her demê zêdetir li Rojavayê Kurdistanê, Bakûrê Kurdistanê û li metropolan berxwedana xwe xurt bikin. Di daxuyaniyê de hat gotin, “Heta Rêber Apo û gelê Kurd azad nebe, em tu serkeftinên pratîka xwe be nabînin. Serkeftina herî mezin azadiya Rêber Apo û gelê me ye. Heta serkeftinê serhildan!”