Ji ÎHD’ê bo hevdîtinên bi Ocalan re piştgirî

Ji ÎHD’ê bo hevdîtinên bi Ocalan re piştgirî

Serokê Giştî yê Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Ozturk Turkdogan, diyar kir ku ew pêvajoya muzakere û diyalogê ya ji bo çareseriya pirsgirêka kurd erênî dibînin û piştgiriyê didin vê pêvajoyê û wiha got: "Divê pêvajoya îstîşare û diyalogê ya ji bo çareseriya pirsgirêka kurd vegerê muzakereyan."

ÎHD'ê têkildarî pêvajoiya muzakere û diyalog a ji bo çareseriya pirsgirêka kurd a demokratîk civîna çapemeniyê li dar xist. Serokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan, Alîkarê Serokê Giştî yê ÎHD'ê Hasan Erdogan, Sekreterê Giştî Îsmaîl Poyraz, Serokê Akademiya ÎHD'ê Husnu Ondul tevlî civînê bûn. Serokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan, diyar kir ku ew piştgiriyê didin pêvajoya muzakere û diyalogê û wiha got: "Komera Tirkiyeyê ji sala 1924'an heta 2009'an li hemberî kurdan polîtîkayên tunekirin û îmhayê pêk hatin. Ji sala 2009'an şunda jî nasîna kurd û tasfiyeya tevgera kurd a siyasî berdewam dike." Turkdogan, ragihand ku hikûmeta AKP'ê ji bo çareseriya pirsgirêka kurd kêm dimîne û bi polîtîkayên tên meşandin pirsgirêka kurd nayê çareserkirin.

'ROLA OCALAN CAREKE DIN DERKET HOLÊ'

Turkdogan, da zanîn ku polîtîkayên hikûmeta AKP'ê yên ji sala 2009'an ve tên meşandin ji bo çareseriya pirsgirêka kurd kêm bûn û AKP'ê polîtîkayên nû xistin dewreyê. Turkdogan, bilêv kir ku hewildanên kurd ên di tirmeya 2009'an de destpêkirin di tîrmha 2011'an de bi dawîbûn û careke din pevçûnan dest pê kir û 750 kesan jiyana xwe ji dest dan û wiha axivî: "Piştî girtiyan li ser banga Abdullah Ocalan çalakiya xwe ya greva birçîbûnê ya di 12'ê îlona 2012'an de dan destpêkirin û heta 18'ê mijdara 2012'an berdewam kirin bi dawî kirin rola Ocalan careke din derket holê." Turkdogan, destnîşan kir ku hevdîtina rayedarên dewletê ya bi Ocalan re gelek girîng e û wiha pê de çû: "Hevserokê KCD'ê Ahmet Turk û Parlementera BDP'ê Ayla Akat bi Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anîn û ev hevdîtin ji bo tecrîda li ser Ocalan berdewam dike bê şikandin gelek girîng bû."

Turkdogan, polîtîkayên AKP'ê yên derve rexne kirin û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Bi taybet polîtîkayên li dijî kurd û elewiyan hatiya asta neyê qebûlkirin. Kurd û elewiyên tevahiya welat dijîn ji ber vê yekê bi guman in." Turkdogan, diyar kir ku divê hikûmet dest ji polîtîkayên tasfiyeya kurd berbide û wiha got: "Divê di serî de nasname û çanda kurdan û hemû komên din di makezagonê de bên parastin. Divê di vê mijdarê de polîtîka bên guherîn. Guherîna van polîtîkayan hevdîtinên bi Abdullah Ocalan re dê xwe nîşan bide."

'DIVÊ REWŞA MAYÎNDE YA BÊ PEVÇÛN PÊK BÊ'

Turkdogan, anî ziman ku divê pêvajoya îstîşar û diyalogê ya ji bo çareseriya kurd dest pê kir vegera muzakereyan. Turkdogan, da zanîn ku ji bo muzakere dest pê bikin û xwîn bê rawestandin rewşa bêpevçûn pêk bê. Turkdogan, bilêv kir ku ji bo vê yekê jî divê dewlet operasyonên siyasî û leşkerî bên rawestandin û wiha pê de çû: "Bi gel vê yekê bi awayekî veşarî û vekirî çawa be bila bibe rewşeke agirbestê pêk bê. Heke muzakere bi lihevhatinê pêk bê hêzên PKK'ê ên çekdar ji bo derkevin der sînor şert pêk bên. Ligel vê yekê divê hemû astengiyên li pêşiya rêxistinê û azadiya raman bên rakirin."

'DIVÊ TCK Û TMK BÊ RAKIRIN'

Turkdogan, da zanîn ku divê di çarçoveya 4'êmîn paketa dadê madeyên TCK'ê yên azadiya raman asteng dikin û TEMK'ê bên rakirin û wiha axivî: "Divê kesên ji bir ramanên xwe hatin girtin bên tahliyekirin sererasetkirin pêk bên. Di çarçoveya azadiya rêxistiniyê de zagonên partiyên siyasî û hilbijartinê bên guherîn. Divê dest ji rageşiyên siyasî bên berdan. Divê pêşnûmeya têkildarî parastina zimanê zikmakî û girtiyên nexweş bê sererastkirin."

Turdogan di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: "Rayedarên dewletê ji bo muzakereyê şertên Abdullah Ocalan ên li Îmraliyê di tecrîdê de tê girtin sererast bikin. Divê astengiyên Ocalan bi PKK'ê re têkiliyê danê bên rakirin."

Turkdogan, anî ziman ku di çareseriya pirsgirêka kurd de ji bo bi pêşerojê re rû bi rû bên Komîsyona Edalet û Heqîqetê bê avakirin.