Ji HPG’ê li Sêrt û Mêrdînê çalakî

Ji HPG’ê li Sêrt û Mêrdînê çalakî

Li navçeya Berwarî ya Sêrtê gêrîlayên HPG’ê 3 mamosta û cerdevanek binçavkirin, her wiha li dijî qereqola cendirmeyan ya navçeya Mehserta Mêrdînê jî çalakî pêkanîn.

Li gorî agahiyên ku hatine girtin, gêrîlayên HPG’ê li nêzî gundê Dogan yê ser bi navçeya Berwariya Sêrtê ve wesayît rawestandin û nasname kontrol kirin. Di dema kontrolan de gêrîlayan 3 mamosta û cerdevanekê di wesayîtê de binçavkirin û ji herêmê dûrketin.

Li aliyê din jî gêrîlayan di demjimêrên şevê de li dijî Qereqola Cendirmeyan ya Kaynakkaya girêdayî navçeya Mehserta Mêrdînê çalakî pêkanîn. Li gorî agahiyên destpêkê di çalakiyê de çawişekê pispor birîndar bû. Piştî ku çawişê pispor rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê li herêmê operasyon hate destpê kirin.