Ji HPG’ê derbarê serdanên malbatan de daxuyanî

Ji HPG’ê derbarê serdanên malbatan de daxuyanî

Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG'ê bal kişand ser dijwarbûna pêvajoyê û aşkere kir ku serdanên malbatan ên ji bo Herêmên Parastinê yên Medyayê hatine rawestandin.

Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG'ê got; “Gelê me yê welatparêz germahiya pêvajoyê û dijwariya şer ji nêz ve dişopîne. Li dijî êrîşên artêşa dagirker a tirk her roj bi ruhê êrîş û çanda berxwedanê ya APOyî her roj bilind dibe û berdewam dike.”

Daxuyaniya Fermandariya HPG'ê wiha didome; “Ji ber dijwariya vê rewşê û hessasiyeta pêvajoyê me weke Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG'ê serdanên Herêmên Parastinê yên Medyayê daye rawestandin. Heta daxuyaniyeke din malbatên gerîla yên welatparêz divê planên xwe yê serdana Herêmên Parastinê yên Medyayê bidin rawesandin.”