Ji HPG’ê derbarê gerîlayê jiyana xwe ji dest da de sererastkirin

Ji HPG’ê derbarê gerîlayê jiyana xwe ji dest da de sererastkirin

HPG’ê der barê 7 gerîlayên li navçeya Elkê ya Şirnexê de daxuyaniyek sererastkirinê da. HPG’ê aşkere HPG’ê got; “Di vê daxuyaniya me de me eşkere kiribû ku hevalê me yê bi navê Rustem - Orhan Akdogan gihîştiye şahadetê. Lê ev hevalê me şehîd neketiye û niha li yekîneya xwe tekoşîna xwe berdewam dike.”

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê got; “Me agahiya şahadeta 7 rêhevalên xwe yê di navbera 5-7'ê Îlonê de li navçeya Elkê ya Şirnexê de ji raya giştî re aşkere kiribû. Di vê daxuyaniya me de me eşkere kiribû ku hevalê me yê bi navê Rustem - Orhan Akdogan gihîştiye şahadetê. Lê ev hevalê me şehîd neketiye û niha li yekîneya xwe tekoşîna xwe berdewam dike. Di vê pevçûnê de rêhevalê me yê gihîştiye şahadetê;

-Ebubekir Çetîn, bi nasnavê Rûstem Cîlo.