Ji HPG’ê daxuyaniya derbarê çalakiya Girê Bayrak de

Ji HPG’ê daxuyaniya derbarê çalakiya Girê Bayrak de

HPG’ê ragihand ku di encama çalakiay gerîlayan di 19’yê Îlonê delinavçeya Elkê ya Şirenxê li dijî Girê Bayrak pêk hat de 10 leşker hatine kuştin. HPG’ê da zanîn ku di vê pevçûnê de çar gerîlayan jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê aşkere kir ku di encama çalakiay gerîlayan di 19’yê Îlonê delinavçeya Elkê ya Şirenxê li dijî Girê Bayrak pêk hat de 10 leşker hatine kuştin. HPG’ê da zanîn ku di vê pevçûnê de çar gerîlayan jiyana xwe ji dest dan.

di daxuyaniyê de wiha hat gotin; “Di çarçoveya Tevgera Şoreşgerî ya Şehîd Adil û Şehîd Nûda ya di 2'ê Îlonê de ji aliyê gerîlayên me ve li navçeya Elkê ya Şirnexê hatiye destpêkirin, di 19'ê îlonê de di saet 21.30'an de li dijî Girê Bayrak ê ewlekariya Fermandariya Tûgaya Elkê digire ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin.

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê got; “ Di encamê çalakiyê de 10 leşker hatine kuştin, hejmara birîndara jî nehatiye zelalkirin. Dijmin ê 3 caran kuştî û birîndarê xwe bi helîkopterên skorskyan rakiriye piştî çalakiyê li dijî herêmê çalakiyê û derdora wê bi helîkopterê kobrayan bi dijwarî bombebaran kiriye. Di vê çalakiyê de jî 4 rêhevalê me gihîştiye şahadetê. Nasnameya 3 rêhevalên me yê gihîştiye şahadetê ji raya giştî re radigihînin. Nasnameya rêhevalekî me yê din jî wê ji raya giştî re were ragihandin.

Nasnameya gerîlayên jiyana xwe ji dest dane wiha ne:

-Aysel Demîrkaya, Faraşîn Delîla, cihê jidayikbûnê: Wan

-Naîf Altin, bi nasnavê Ernesto Cîlo, cihê jidayikbûnê: Bedlîs

-Îsa Kaya, bi nasnavê Arama Bêwar, cihê jidayikbûnê: Antalya (Bi eslê xwe ji Erxeniya Amedêye)