Dayika gerîla, dayika Rabîa ku wek navê xwe rûyê aştî, xweşikbûn û kedê nîşan dide, di carekê de dertê pêşberî min. Dayika Rabîa ji bo keça xwe ya ku 4 sal berê hatiye çiyan û têdikoşe, bibîne, hatiye çiyan. Rûyekê wê yê wisa xweş heye ku, kesên wê dibînin matmayî dimînin. Tevî 52 saliye, gelek ciwan û li ser xwe ye. Çavên wî yên biçûk dibiriqin…
EZ NE TENÊ JI BO KEÇA XWE JI BO HEMÛ GERÎLAYAN HATIM
Çavên wê bi kelecane, dilê wê davêje, bi gotinên ku bikar tîne jî seknek zane nîşan dide… Ez dipirsim ti ji kengê de ye keça xwe nabînî. Dayika Rabîa got: “Min keça xwe di 2009’an de dîtibû. Ji bo ez carek din bibînim hatim warê azad. Ez ne tenê ji bo wê ji bo hemû gerîlayan hatim. Cihê ku gerîla lê ye, ked, hezkirin heye. Ez her carê wê dişopînim.” Dayika Rabîa gelek bixwe bawer e. Bi seknek otorîter fikrên xwe îfade dike.
Bi hatina biharê re li çiyayên gerîlayan tevgerê dest pê kir. Em saetên wisa bi tevger derbas dikin ku, dema mirov ne serdestê bûyerê bin, serê mirovan digere. Hinek diçin, hinek bi merhabaya nû dertên pêşberî mirovan. Carna mirov mereq dikin, ji ku hatine, çawa hema wenda bûn. Ji ber vê dema mirov van deran nizanibin, mirov hemû kesî tevlîhev dikin. Eee ji xweda de pirsgirêkek min ya wisa tine. Min li mîvanxaneya gel ku kampa gerîlayane, dayika Rabîa dît û pê re sohbet kir.
Dema du dilên bi kelecan bên cem hev, bêguman wê nîqaş jî rengîn be. Keça te li ku ye dayê? Got: “Binêr ew gerîlaya ji wir de berbi min tê keça min e’. Bi serbilindiyek mezin ev got. Teqez ev gotina wê çend rojan di gûhê min de bimîne. Wisa li keça xwe nihêrt ku , helbestkar jî hebûya ew hestên wê nekarî binivîse. Mirov carna li çiyan dibin şahidê hinek tiştên wisa ku,mirov dibêjin gelo çi binivîsin. Mirov li dijî van tiştên xweş dixwazin bibin nivîskar, hunermend û helbestkar.
ZAROKÊ HERÎ TAYBET TÊ REFÊN GERÎLA
Min û dayika Rabîa li ser pêvajoya çareseriyê axivî, lê got pêvajoya çareseriyê nîne û wiha berdewam kir: “Ger aştiyeke pêk bê, bila her tişt bi rêyên qanûnî be, an jî bila keça min çeka xwe daneyne.” Dayik dibêje beyî ewlehî bila keça min ji çiyan neyê. Dayê ciwanên ku beşdarî gerîla bûne jî wiha vegot: “Li malê zarokê herî zêde tê hezkirin beşdarî gerîla dibe. Keça min jî li malê ya herî zêde dihat hezkirinê bû. Her her tim dibêjim zarokê herî taybet tê gerîla. Ji ber zarokê rind û serkeftî nirxê azadiyê dizane. Yanî ev der cihê zarokên bi nirxe. Ev der ji bo dayikan cihên herî pîrozin. Mirov wisa hêsan dest ji van çiyan bernadin.”
Gerîlayên li dorê sohbeta xweş a dayikê guhdar dikin. Dayê dibêje ‘here ji wan re jî bêje, ew jî wê wek min bêjin.’ Dayika Rabîha di her dawiya axaftina xwe de gerîla Dêrsîm maçî dike. Di her dawiya maçkirinê de jî dibêje ‘ox çi bîhne xweş jê tê, bêhna çiyan jê tê.’ Piştre jî bîhnek fireh digire û dibêje ‘piştî ez hatime vir ez 10 salan ciwan bûme.’
KEÇA MIN DIZANE JI BO ÇI LI VIR E
Diyagolên dayika Rabîa û gerîlayan balkêşe. Dayê siyaset û bûyerên rojevî, bi girtina nêrîna gerîlayan şîrove dike. Dayik wek keseke serdestê siyaseta rojaneye tê dîtin. Dayê dibêje piştî keça wê beşdar bûye, siyaset şopandiye. Dayika Rabîa da zanîn ku ew li dijî biryara keça xwe rêzdare û got keça wê gelek baqile, dizane ji bo çi li vire. Dayê destê gerîlayek din ya li aliyê wê yên din runiştibû, girtibû û wekê ku destê wê berde wê careke din wê nebîne, bernade. Dayika rû xweş ya gerîlayan, dayikek kedkar ya ku heta dawiyê bi azadiyê bawere. Gotin, nêrîn, tevgera wê bi hezkirinê hatiye hunandin. Li gerîlayên derdora xwe dinêre. Dixwaze hemûyan hembêz bike.
JI HER ÇIYÊ BÊHNA KEÇA MIN TÊ, BÊHNA AZADIYÊ JÊ TÊ
Keça dayika Rabîa, Zozan pir li dayika xwe çûye. Têkiliya wan ji ya keç û dayikê wêdetir, wek têkiliya hevalane. Zozan bi rêzdariyek mezin nêzî dayika xwe dibe. Zozan got: “Min gerîla bi saya dayika xwe nas kir. Dayika min jî wek gelek dayikan dayikek qehremane.” Gerîla Dersîm li ser vê dibêje ‘Zozan ti li dayika xwe çûye.’ Dayê ji cihê xwe rabû û çû careke din keça xwe hembêz kir û got: “Hun pêşeroja me ne. Ez ji bo te spas dikim ku te serbilindiyek wisa bi min daye jiyîn.” Dayîka Rabî careke din çavê keç axwe maçî kir.
Gotinên wê yên ‘Her çiya bêhna gerîla jê tê, bîhna azadiyê jê tê’ ez gelek hestiyar kirim.