10 girtiyên PKK'ê yên Girtîgeha Tipa E ya Mûşê ku sibê dest bi gireva birçîbûnê ya bêdem û bêdorvger dikin, bang li her kesî kirin û xwestin bi hîstiyar tev birgerin.
Çalakiyên gireva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ku di 12'ê Îlonê de ji aliyên girtiyên PKK'ê û PAJK'ê ve hate destpêkirin, her ku diçe belav dibe. Li 17 girtîgehan heta niha 180 girtiyên PKK'ê û PAJK'ê çalakiya xwe berdewam dikin.
Girtiyan diyar kirin ku, li 17 girtîgehên din jî dest bi çalakiya gireva birçîbûnê dikin. Li girtîgeha Tipa E ya Mûşê jî 10 girtiyên PKK'ê diyar kirin ku, ji 5'ê Cotmehê û şûn ve dest bi gireva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger dikin.
Girtiyan diyar kir ku, bi armanca tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bibe û şerên Ocalan yên teduristî, ewlehî û azadiyê pêk bên û mafên gelê Kurd yên demokratîk bên dayîn û zextên li ser gelê Kurd bi dawî bibin, di 12'yê îlonê de dest bi çalakiya gireva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kiribûn û ew jî tevlî çalakiyê dibin.
Girtiyan wiha got: "Li ser Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan yê ku bi milyonan kesan weke vîna xwe qebûl kir tecrîd û polîtîkayên îşkenceyê yên kesên bêje ez mirovim qebûl neke tên meşandin. Heman polîtîka êrîşa li hemberî daxwaza gelê Kurd ya azadiyê û vîna wî ya azade. Ligel vê yekê li hemberî gelê me yê daxwaza azadiyê dike êrîşên faşîst pêk tên. Di çarçoveya heman polîtîkayan de li girtîgehan sewq û sirgûn, binpêkirina mafên mirovan berdewam dikin. Ji ber van sedema me di 5'ê cotmeha 2012'yan de dest bi çalakiya gireva birçîbûnê dikin.
Heta şertên Serokatiya me yên azadî, tendûrîstî û ewlehiyê neyên sererastkirin û mafên kurdan neyên dayîn, astengiyên li pêşiya zimanê zikmakî, mafê parastina zimanê zikmakî pêk neyên em dest ji berxwedana xwe bernadin. Em dixwazin raya giştî û malbat piştgiriyê bidin berxwedena me."
Girtiyên ketin gireva birçîbûnê wiha ne: "Atilla Coşkunozer, Huseyin Batubay, Muhammed Ahmet, M.Siddik Ayaz, Osman Pînç, Murat Butun, Haydar Savar, Sebahattin Tekin, Fusih Paş û Erhan Aydin."
Li Girtîgeha Tîma M ya Baybûrtê jî 6 girtiyên siyasî diyar kirin ku, ji 3'ê Cotmehê û şûn ve dest bi çalakiyê kirine. Girtiyan anîn ziman ku, rojnameyên Ozgur Gundem û Azadiya Welat nadin wan.