Girtiyên li Girtîgeha Tîpa E ya Elbîstanê, ji ber sedema ambargoya li ser Rojavayê Kurdistanê bi armanca piştevaniyê pereyê komkirine ji Rojava re şandin.
Girtiyên li Girtîgeha Tîpa E ya Elbîstanê, ji ber sedema şerê navxweyî yên li Sûriyeyê Kurdên ku tengaviyê dikêşin û di bin ambargoyê de ne, bi armanca piştevaniya bi Kurdên Rojava re kampanya alîkariyê dane destpêkirin. Girtiyan ragihand ku, 500 TL’yê di nava xwe de heya niha komkirine ji Rojava re şandine û aşkera kirin ku, ger derfet hebin ew dê di rojên pêş de alîkariya berdewam bikin.