Ji Geverê ber bi Şemzinanê veguhestina leşkerî

Ji Geverê ber bi Şemzinanê veguhestina leşkerî

Ji navçeya Geverê ber bi navçeya Şemzînanê ve sevkiyata leşkerî hat kirin. Leşker bi gelek maşîneyên zirxî hatin veguhestin.

Ji navçeya Geverê ya Colemêrgê gelek leşker bi maşîneyên zirxî ber bi navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê ve hatin birêkirin Şevê din ji Fermandariya 21'emîn a Hidut bi maşîneyên zirxî ber bi herêma Şemzinane ve hatin birêkirin. Leşker bi 20 maşîneyên zirxî di bin tedbîrên mezin de sewqî herêmên sînor hatin kirin. Di vegerê de leşkeran wêneyê Nûçegîhanê DÎHA’yê Geverê Samî Yilmaz û nûnerê Azadiya Welat Osman Înal ku konvoy dikişand, kişandin.

Sewqîyata ku bi rojan tê kirin li herêmên Rubarok, Navberojan, Bêsosin, Garê, Bêzelî, Şaneşin, Bêgijnê sînoren herêma Federal a Kurdistanê tên bicihkirin.