Ji gerîlayan serdegirtina şantiyeyan û kontrolkirina rê

Ji gerîlayan serdegirtina şantiyeyan û kontrolkirina rê

Gerîlayên HPG’ê li hemberî şantiyeyên şîrketên bi armancên leşkerî li Kurdistanê dixebitin, çalakî li dar xistin û rê kontrol kirin.

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê der barê çalakiyên gerîlayan ê li Wan, Bazîd, Tetwan û Geverê de daxuniyek da.

SERDEGIRTINA ŞANTIYEYÊ

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê got; “Di 18'ê Îlonê de di saet 20.30'an de li ser riya Wan û navçeya Tetwana Bedlîsê li dijî şantiyeke ya Peker Înşaatê ya ku li Kurdistanê riyên bi armanca leşkerî saz dikin ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de kepçeyek, sîlîndîrek, 2 greyder, 2 kemyon, 2 mîkserên betonê, rampayeke çîmentoyê ji aliyê gerîlayên me ve hatiye şewitandin, karkerên vê şantiyê jî hatine hişyarkirin.”

Di daxuyaniyê de hat gotin ku di 18'ê Îlonê de di saet 19.40'an de li navçeya Bazîda Agiriyê li nêzî Gundê Karakentê li dijî şantiyeyeke Akgun înşaatê ya li Kurdistanê riyên bi armanca leşkerî saz dike, ji aliyê gerîlayan ve çalakiyek hatiye lidarxistin û got; “Gerîlayên me yê çekeke qilêşê ya cerdewanên nobedariya vir digrin desteser kirine, herweha ji karkerên li vir jî civînek li dar xistine.”

AMÛRÊN HATIN RÛXANDIN

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê got; “Herweha 18 kamyon, 2 dozer, 3 transît, 4 kepçe, yek jê ya mazotê ya din a avê du tankêr, 2 cihên razanê, ofîs û kafeterya li gel 2 TV, kompîterek, prînterek, 2 bêtêl û tifingek jî ji aliyê gerîlayên me ve hatiye rûxandin. Piştî çalakiyê di saet 22.45'an de li nêzî riya Teperuzê di navbera gerîlayên me û leşkerên dijmin de pevçûnek qewimiye. Di derbarê agahiyên vê pevçûnê dema zelal bû wê ji raya giştî re were ragihandin.”

LI GEVERÊ RÊ HAT KONTROLKIRIN

Di berdewama daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di 18'ê îlonê de di navbera saet 12.00-18.00'an de li Colemergê li ser riya Gever û Oramarê li derodra herêma Geliyê Doskiyê ji aliyê gerîlayan ve rê hatiye kontrolkirin û ev agahî hatin dayîn; “Wesayit hatine rawestandin, nasname hatine kontrolkirin, gel jî di derbarê pêvejoyê de hatiye agahdarkirin. Piştî çalakiyê di navbera saet 20.00-20.30'an de li dijî herêmên Veregoz, Memîşka û Mergê ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi helîkopterên kobrayan hatiye bombekirin.”