Çalakiyên gerîlayan ên li hemberî operasyonêna artêşa Tirk li Şemzinan-Gever-Çelê yên Colemêrgê daye destpêkirin berdewam dikin. Li Geverê herî kêm 3 leşker hatin kuştin û gelek wesayît hatin rûxandin. Her wiha bombebarana li ser herêmê didome.
Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê diyar kir ku li dijî artêşa “dagirker” a tirk ên xwestiye serweriya gerîlayên me yên li Çelê, Gever û Şemzînana Coelmergê bişkîne û mudaxele bike, ji aliyê gerîlayan ve hin çalakî hatine lidarxistin û wiha got:
LI GEVERÊ 3 LEŞKER HATIN KUŞTIN
“Di 4'ê Cotmehê de di saet 22.00'an de li navçeya Geverê li navbera gundên Memûştê û Veregoza bi ser Geliyê Doskiye li dijî karwaneke leşkerî ya ji 30 wesayitî pêk dihat ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de wesayiteke jamer a sinyalan tevlihev dike hatiye rûxandin 2 wesayitên zirxî yên akrep jî derbe xwariye. Piştî vê çalakiyê di navbera gerîlayên me û leşkerê dijmin de çar saetan pevçûn berdewam kiriye. Karwanê leşkerî ji ber bergiriya gerîlayên me naçar maye bê ku biçe herêma operasyonê naçar maye paş de vekişe. Di encama çalakî û pevçûnan de herî kêm 3 leşkerên dijmin hatiye kuştin. Ji dema çalakiyê heta dotira rojê ji aliyê artêşa dagirker a tirk herêm bi balefirên şer, helîkopterên kobrayan, hewan û obusan hatiye bombekirin.
CÎLO Û ÇARÇELA HATIN BOMBEBARANKIRIN
Di 4'ê Cotmehê de di saet 17.00'an de li dijî leşkerên dijmin ê ji bo operasyonê derketibûn Girê Çetan ê bi ser herêma Mergezerê ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarixistin. Di encama çalakiya hemû hedef bi awayeke bi bandor hate lêdan de çeperan şewat girtiye lê hejmara kuştî û birîndarên dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin. Piştî çalakiyê li dijî herêma çalakiyê û tevahiya herêmên Cîlo û Çarçelayê bi balefirên şer hatiye bombekirin.
LI BÊZELÊ ÇALAKÎ
Di 4'ê Cotmehê de li navbera Gundên Sirînos û Dereebanê ya bi ser Geliyê Bêmboye li dijî karwaneke ji 6 tiran pêk tê û ji qereqola Bezelê vedigere, ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Demeke kurt di navbera gerîlayên me û leşkerên ewlekariya tiran digirt de pevçûn qewimiye. Leşkerên ewlekariyê digirtin neçar mane ji herêmê dûr bikevin. Li vir 3 tir hatiye şewitandin û ajokarên wan jî ji bo dest ji hevkariya bi dijmin re berdin hatine hişyarkirin û serbest hatine berdan.
LI OREMAR Û ERTÛŞÊ BOMBEBARAN
Di 4'ê Cotmehê de di saet 21.30'an de li dijî herêma Şehîd Gafûr a bi ser Oramarê, di saet 07.00'an de jî li dijî herêma Ertûş a bi ser Çelê ve ji aliyê balefirên şer hatiye bombekirin. Ji 2 Cotmehê û vir ve li dijî herêma Ertûşa bi ser Çelê û Şikefta Brîndara û Karker ên bi ser bajaroka Şeladizê ne ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan hatiye tê bombekirin.”