Ji gelê Rojava bo girtiyên azadiyê spasî

Ji gelê Rojava bo girtiyên azadiyê spasî

Di demê dawî de gelê Rojavayê Kurdistanê ji ber rewşa şer û ambargoya ku li ser Rojava tê meşandin di nav zorî û zehmetiyan de dijîn. Girtiyên kurd û çepgirên tirk bi armanca piştevaniyê kampanya alîkariyê ji bo Rojava dan destpê kirin.

Gelê Rojavayê Kurdistanê diyar kirin ku girtiyên kurd û çepgirên tirk di nav şert û mercên giran yên girtîgehan de kampanya alîkariyê dane dest pê kirin û spasiyên xwe kirin. Di der barê kampanya alîkariyê ya girtîgehan çend welatiyên Rojavayê kurdistanê ji Ajansa Nûçeyan a Firatê(ANF) re axifîn û nêrînên xwe vegotin.

Welatiyê bi navê Necah Golu destnîşan kir ku di serî de em spasiya girtiyên siyasî yên di girtîgehan de yên kurd û Çepgirên tirk ên ku piştgirî didin Rojavayê kurdistanê dikin û wiha pê de çû: “ Em di pêvajoyek pir girîng û xesas re derbas dibin. Çavê her kesî li Rojavayê Kurdistanê ye. Dîsa em spasiya wan girtiyan dikin ku mesrefa xwe, ji xwarin û vexwarina xwe kêm dikin ji bo alîkarî bidin gelê Rojavayê Kurdistanê. Piştgiriya girtiyan ji bo gelê Rojava piştgiriyeke manewiye. Her wiha em di vê hêviyê de ne ku di demek nêz de hemu girtî bigîjin azadiya xwe û em li Rojavayê Kurdistanê di rojên azad de hevûdu bibînin. Em silav û hezkirinên xwe ji bo hemu girtiyên di girtîgehan de dişînin.”

HÊZ Û MOREL DIDE ME..

Emdurehman Osê jî nêrînên xwe wiha vegot: “Kampanya ku girtiyên siyasî yên kurd û çepgirên tirk ji bo gelê Rojava dane destpêkirin moralekî pir mezin dide me. Girtiyan di nav şert û mercên girtîgehê de xwe ji gelek pêwîstiyên rojane qut û mehrûm kirine ji bo alîkariya Rojava , ew jî ji bo gelê Rojava manewiyatekî pir mezine. Dilsoziya çepgirên tirk yên di girtîgehê de hêz dide gelê Rojava.”

KAMPANYA GELEK BI NIRXE

Reşîd Golu da zanîn ku ew wek bavê Şehîdan spasiya wan girtiyan dike ku tevî zorî û zehmetiyên girtîgehan, girtiyên kurd û bi taybet girtiyên çepgir ên tirk dilsoziya xwe ji bo gelê Rojava nîşan didin. Golu wiha got: “Çi kurd be û çi jî tirk be em hemu birayê hev in, em kampanya girtiyan gelekî bi nirx dibînin. Bi alîkarî û dilsoziya wan emê Kurdistanek azad û demokratîk çêkin ku hem Kurd, hem Ereb, hem Faris û hem jî Tirk di nav de karibin bijîn. Emê bi hev re ewrên tarî yên li ser gelên bindest rakin û bi biratî bi hev re bijîn.

Welatiyekê din yê bi navê Mihemed Remo jî wiha got: “ Bi destpêkirina kampanyayê alîkariya şoreşgerên kurd yên doza PAJK ,PKK û çepgirên tirk yên di girtîgehan de a ji bo Rojavayê Kurdistanê em pir keyfxweş bûn. Wek gelê Rojava em spasiya wan dikin û serkeftin ji bo wan dixwazin. Beriya demekî jî berxwedana girtîgehan hîşt ku rê li ber gelek pêşketin û guhertinên siyasî veke di Bakûrê Kurdistanê de.”